Wezareta Karên Derve ya Fransayê da zanîn dive êrişên Îranê yên li ser Hewlêrê werin rawestandin û got “Em hikûmeta herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê piştrast dikin ku em bi timamî hevsozên wan in û em bi wan re ne”.
Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi rêya daxuyaniyekê ev êrişên Îranê şermezar kirin û got: “Em hikûmeta herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê piştrast dikin ku em bi timamî hevsozên wan in û em bi wan re ne.”
Wezareta Karên Derve ya Fransayê detsnîşan kir ku “Divê ev êriş werin rawestandin” û pê de çû: Fransa êrişên mûşekî yên Supaya Pasdaran a Îranê yên li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike. Ev êriş binpêkirina eşkere ya serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê ne û nayên qebûlkirin.
Herwiha ev êriş dibin sedema zêdebûna tevliheviyên li herêmê û dive werin rawestandin.