PKKê êrîşa li ser Hewlêrê jî ji xwe re wek fersend bikaranî û êrîşî ser Mesrûr Barzanî kir

PKKê êrîşa li ser Hewlêrê jî ji xwe re wek fersend bikaranî û êrîşî ser Mesrûr Barzanî kir

Şeva borî supayê pasdarên Îranê bi deh mûşekan êrişî 8 cihên Hewlêrê kir û bi sedema vê êrîşê 4 kes yek jê zaroyek 11 mehî bûn qurbanî. Vê êrîşê nerazîbûnên mezin li pey xwe anîn û di medyaya navxweyî û cîhanî de bû mijara herî giring û pêtirîn nîqaş li ser hatin kirin û zêdetirîn nûçe li ser hatin çêkirin, lê belê weke karê xwe yê her tim PKKê ev êrîş jî ji boy xwe bi fersend dît û li şûna şermezarkirina vê êrîşê bi awayek pirr bêexlaqane êrîşî ser serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

PKKê di çapemeniya xwe de kêmtirîn girîngî bi vê êrîşê da û ti daxuyanî jî ji boy şermezarkirina Îranê neda, li şûna veguhastna agahiyên li ser vê êrîşê û êrîşa medyayî li ser dewleta dagirker ya Îranê, berevajî êrîşî ser rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û di nûçeya xwe ya di Rojnews ê de weha nivîsand, “Hewlêr di bin êrîşê de ma û Barzanî jî berê xwe da Suyisrayê”.

Fesad û bêbextên PKKê yên weke rojnameger di ro Rojnews de dixebitin, di vê nivîsa xwe ya bêexalqane de li şûna dewleta digirker ya Îranê şermezar bikin, ev êrîş jî kir amûrek din ji amûrên xwe yên êrîşkirine ser malbata Barzanî, wan di nûçeya xwe de nivîsand, “di demekî de ku Hewlêr di bin êrîşê de maye, Mesrûr Barzanî ji boy zêdekirina pereyên malbata xwe, berê xwe daye Davosê”! Bi tenê ev rêzik ji nivîsa çapemeniya PKKê bes e ku mirov zihniyeta dije kurd û mejîkê jeng girtî yê PKKê û dûvelankên wê nas bike.

PKKe her tiştî bi fersend dizane ji boy ku êrîşî Barzaniyan, PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, ji PKKê re bi t awa girîng niye çi qewimiye, xwîna çend bê gunehan rijaye û xwîna çend bê gunehên din wê birije, tişta li cem PKKê girîng bi tenê berjewendiyên wê yên şexsî ne, loma di demekî de ku li paytexta take perçeya Kurdistanê ya azad xwîn diherike, zarokek 11 mehî bi dî û bavê xwe ve dibe qurbanî, dîsa PKKe li benda wê yekê ye ku wê çewa ji vê bûyerê qezenc bike û ji xwe re hin destkeftiyên biçûk bi dest bixe û alîgirên xwe pê bixapîne.

Belê, PKKe bi awayekî wisa bê exlaq tevdigere ku karesatên bi ser kurdan de jî tên ji xwe re wek fersend bikartîne û êrîşî ser nirxên kurdan dike.

Herkes ji xeynî alîgirên PKKê yên ku mejîkê wan bi derewên qirêj yên PKKê hatiye şûştin baş dizane, serok û rêberên tev cîhanê yên ku niha li Davosê ne ji boy çi l wirin, her kes dizane serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di korbenda aborî ya cîhanî ya Davosê de, wê bi hejmarek ji serokwezîr û berpirsên payebilindên Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê bicive û di hevdîtinên xwe de, wê çendîn mijarên navxweyî, navçeyî û cîhanî ji wan jî pêşxistina pêwendiyên dualî bi taybetî di warên aborî û weberhênanê de gotûbêj bike, ev yek jî bi awayekî raste rast dikeve xizmeta Herêma Kurdistanê de, lê belê PKKe dixwaze vê yekê jî sexte bike, ji ber ku PKKe naxwaze başûr ti pêşketinekî bi xwe ve bibîne, PKKe jî mîna dewletên dagirkerên Kurdistanê pêşketina başûr ji xwe re wek xeterî dibîne.

Di nûçeya medyaya PKKê de diyar dibe, tişta ku PKKê di êşîne ne êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê ye, belku beşdarbûna serokwezîr Mesrûr Barzanî û hevdîtinên wî yên bi berpirs û rayedarên wilatên zilhêz yên cîhanî PKKê di êşîne, ji ber ku her pêngaveke ji aliyê her kesî ji boy bihêzkirina statuya Herêma Kurdistanê û xweşkirina jiyana gelê başûr bê avêtin PKKe pê di êşe, her wek çewa dijminên gelê kurd bi pêngaveke bi vî awa di êşin.

Pustên heman beş