Endama PKKê Zelal Hasekî ku li Kerkûkê jîyana xwe ji dest da kî ye û çima hat armanç kirin?

Zelal-Heseki-Kerkuk-net

Roja 18 ê Çileyê li Kerkûkê jina bi navê Firyal Silêman Xalid hat gulebarankirin. Li ser rêgeznameya jina ku jîyana xwe ji dest dayî gelek nîqaş hatin kirin û nasnameya wê hate veşartîn.

Roja 18 ê Çileyê piştî nîvro li ber lîseya Segireme ya taxa Rahîmawa ku Kurdên Kerkûkê lê dijîn êrişeke çekdarî pêk hat. Du motorsîkletên ku êrîş pêk anîn, bi çeka bêdeng bi 8 guleyan jinek qetil kirin.

Hate hzanîn ku ew jin ya bi navê Firyal Silêman Xalid e. Firyal Silêman xebatkarekî PKKê bû ku li Kerkûkê di nava karê jinan ên PKKê erkdar bû.

Gelo Firyal Silêman kî ye?

Firyal Silêman Xalid ku di nava PKKê de bi navê Zelal Cîger an jî Zelal Hasekî di hat naskirin. Zelal di sala 1992 an de ji Hesekê tevlî nava refên PKKê bibû. Piştî salekê ew weke gerîla şandin herêma Zapê. Firyal Silêman ango Zelal bi salan di nava refên PKKê de gerîlatiyê kirî ye. piştî sala 2003 di nava PÇDK (Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê) li herêmên wekî Ranya, Qendîl, Hewlêr û hwd  xebatên PKKê dimeşîne. Li gelek deverên Başûrê Kurdistanê xebat kirî ye. Zelal Hesekî piştre di sala 2005 an de derbasî Rojava bû û tevlî PYDê û xebatên wê bû. Lê piştre demek dirêj PKKê kadroyên berê yên Rojava bi hinceta ku hizîbcîtî yê dikin şûn de kişandin. Di vê çarçoveyê sala 2018 bang li Zelal Hesekî tê kirin û tevlî perwerdeyên KJB û PAJK ê dibe.

Her wiha hat ragihandin ku piştî dewreya perwerdeyê ji bo Başûrê Kurdistanê hat erkdarkirin. Hat zanîn ku Zelal Hesekî ev 2 sal û nîv e li Kerkûkê ye. Li gorî zanyariyan, Zelal Hesekî li vir di nava rêveberîya jinan a PKKê ya bi navê RJAK (Rexirawa Azadiya Jinên Kurdistanê) û Tevgera Azadî de dixebitî.

Derbarê wê mijarê de, jêder dibêjin, PKKe li Kerkûk û deverên din yekîneyan ava dike. Ev yekîne ne li ber çav lê belê hemû karê dezgeh û sazîyên sivîl rêvedibin.  Lê li ser navê PKK-PAJKê û KCK-KJB’ê xebatan dimeşînin. Zelal Hesekî jî weke xebatkarekî kevin din ava şaxê Kerkûkê yê vê yêkîneya îdarî ya PKKê de cih digire.

Li gorî zanyariyên me, Zelal Hesekî di nava 32 salên xebatgêrî  ya PKKê de ti carî di astekî berz de wazîfedar nebûye.  

Çima Zelal Hesekî bû armanç?

Li gorî zanyariyan, Zelal Hesekî 2,5 sal in li taxê Rehîmawa yê Kerkûkê di mala saziya jinan de dimîne. ev male ji alîyê xebatkarên PKKê ve pir di hat bikar anîn. Zelal jî her tim bi tena serê xwe tevdigerî. Çavkaniyên herêmî eşkere dikin ku berpirsên PKKê yên li Kerkûkê di malên veşartî de dimînin, kes naçe malên wan û hemû bi wesayîtên taybet digerin. Lê xebatkarên ji bo PKKê zêde ne girîng yên weke Zelal Hesekî bê wesayît û bê parastin dixebitîn. Ji ber vê sedemê bi hêsanî têne armançkirin.

Çavkaniyên nêzî PKKê diyar kirin heya niha ew xebatkarên PKKê yên li Silêmanîyê hatine armançkirin, Şukrî Serhad (Yasîn Bulut), Zîlan Konya (Nagehan Akarsel) û Zelal Hesekî (Firyal Silêman) ev her sê xebatkar jî ne xwedî erken girîng bûn. Armanç kirina wan xebatkaran ji bû kûjeran hêsan bû loma ew bûn armanç.

Gelo di beşek ji projeya PKKê da ku dewleta Tirk bikişîne Başûr?

Tevgera PKKê ji salên 1990 î û vir ve li Tirkîyê şerekî kêmast dimeşîne. Giranîya şer veduguhêze Başûrê Kurdistanê û gav bi gav vê stratejiya şar belavî çiya û bajarên Başûrê Kurdistanê dike.

PKKê di sala 2003 an de ji Qendîl heya Heftanîn weke Herêmên Parastinê yên Medyayê re ragihandibû, lê nûke ev herêm ji sedî 85 radestî artêşa Tirk kirin. Yanî PKKê artêşa Tirk li pey xwe kişand çiyayên Başûrê Kurdistanê. Niha jî PKKe li Kerkûk, Şengal û Silêmaniyê xwe pêşan dide ku bi awayekî hebûna çekdarî ya dewleta Tirk li Başûr rewa bike.

Pustên heman beş