Parlementerên Kurd ên di nav opozîsyona Tirkiyeyê de ne, piştgiriya pêvajoya nû dikin û dibêjin divê mafên wek ziman û nasnameyê werin nasîn û têkiliyên bi kurdên derveyî Tirkiye ne jî baş bin, beşek ji çavdêrên siyasî jî dibêjin, pêvajo ser jinavbirina PKKê hatiye avakirin û armanc ew e ku bi destê Ocalan Kurd li Suriyê werin bêstatukirin.
Derbarê pêvajoya nû ya Tirkiyeyê dest pê kirî de, kurdên di nava opozîsyona Tirkiyeyê de cih digirin jî helwestên xwe aşkere dikin. Di vê çarçoveyê de parlementerên Kurd ên nava CHPê de siyasetê dikin dibêjin, destpêkirina pêvajoyek nû girîng û hêja ye, divê xeletiyên pêvajoya berê neyên dubarekirin, bawerî di navbera aliyan de were xurtkirin ku di pêvajoya rabirduyê de guh bi pêşniyarên CHPê nehat dayîn. Parlementerên kurd amaje dikin ku rêya çareseriya pirsa kurd ser 4 xalan diyar e.
Parlementerê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrıkulu dibêje: “Bi ya min banga birêz Bahçelî girîng û hêja ye, pirsa Kurd li Tirkiyeyê li ser 4 bingehan pêkan e were çareserkirin, ya yekem ew e ku divê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî were nasîn, ya duyem mafê xwerêvebirinê ye ku bi vê yekê Tirkiye parçe an jî dabeş nabe, ya sêyem divê bi kurdên derveyî Tirkiyeyê re têkiliyên baş were danîn, ya çarem jî ew e ku mafê welatîbûna wekhev e.”
Beşek ji çavdêrên siyasî yên Kurd jî amaje dikin AK Partî jî, MHP jî û CHP jî piştgiriya pêvajoya dikin, ji ber ku projeya dewletê bi xwe ye, çavdêrên Kurd dibêjin, çareserî bi guherîna 3 xalên destpêkê ya destûra Tirkiye pêkan e, lê armanca pêvajoyê bi bandora Îranê û çarenûsa Kurdên Sûriyê ve girêdayî ye.
Çavdêrê siyasî Omer Ozmen dibêje: “Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de gotiye çareserî di meclîsê de pêkan e, MHP jî , Ak Partî jî û CHP jî heman tiştê dibêje , dewlet dixwaze Kurdan li Rojava bêstatu bike û bandora Îranê jî li ser Qendîlê lawaz bike.”
Derbarê armanc û encamên pêvajoya nû de aliyên Kurd şîrove û pêşbiniyên ji hev cuda dikin lê hemû aliyê Kurd yek hêviyê dikin ku pirsa Kurd were çareserkirin û Kurd bigihîjin mafên xwe yên rewa.