Vegerandina rufatên 41 Kurdên Êzdî bo Şengalê

rufatên 41 Kurdên Êzdî -info

Rufatên 41 Kurdên Êzdî yên ku di b destê terorîstên DAIŞê li sala 2014ê hatbûn kom kuj kirin, îro bo Şengalê hatin vegerandin û di merasîmeke hêja de sipartin axê.

Îro roja çarşemî 24\1\2024ê, rufatên 41 Kurdên Êzdî yên qurbaniyên destê terora DAIŞê bo Şengalê hatin vegerandin û merasîmeke hêja ji boy pîşwazîkirinê li wan rufatan hat li darxistin.

Destpkê rufat ji bo munyomênta şehîdên Kurdên Êzdî hatin birin, paş ku merasîm bi dawî dibe wê li çar goristanên cuda bi axê werin sipartin.

Hat ragihandin ku rojên 24, 25 û 26 vê mehê şênî ji boy wan tê danîn.

Hêjay gotinê ye, ev rufat yên gundên Herdan, Koço, komelgeha Xanesorê û gundê Qinê ne, ev jî dibin şeşemîn karwanê rufatên Kurdên Êzdî ku ji boy Şengalê tên şandin ku ji 188 rufatan pêk tên.

Ofîsa rizgarkirina revandiyên Êzdî jî aşkere kiriye ku heya roja me ya îro 92 gorên bi kom yên Êzdiyan hatine dîtin, 55 jê hatine kolandin û 242 rufat tê de bûne.

Pustên heman beş