Başak Demîrtaş ji bo berbijêriya serokatiya Şeredariya Stanbolê serî li DEMê da

Başak Demîrtaş ji bo berbijêriya serokatiya Şeredariya Stanbolê serî li DEMê da

Di derbarê berbijêriya Başak Demîrtaş a hevjîna Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş , ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê geşedanek nû derket. Parlamentera DEM’ê ya Stenbolê Ozgul Sakî ragihand ku Demîrtaş ji bo berbijêriya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê serî li partiyê daye.

Ji berî demekî behsa berbijêriya Başak Demîrtaş ji bo Şeredariya Stanbolê hatibû rojevê. Li gorî geşedanên nû, hat îdiakirin ku Demîrtaş ji bo berbijêriyê bi fermî serî li Partiya DEMê daye.

Parlamentera DEM’ê ya Stenbolê Ozgul Sakî têkildarî mijarê ji Tele1’ê re axivî û destnîşan kir ku Başak Demîrtaş ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê serlêdan kiriye. Sakî ragihand ku Başak Demîrtaş îro ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê serlêdana namzetiyê kiriye.

Alîkarê Serokê Koma DEM’ê Sezaî Temellî jî di daxuyaniya xwe ya dawî de got, “Serlêdana namzetiyê ya birêz Başak Demîrtaş ji bo me tiştekî keyfxweş e. Em dixwazin her kes serî li vê hewzê bide, lê helbet komîsyonên me û reveberiya Partiyê dê li ser vê yekê nirxandinekî bike û biryarê bide.“

Pustên heman beş