Kolberekî din bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hat kuştin

Kolberekî din bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hat kuştin

Kolberekî ciwan ê xelkê Selasî Bawecanî li Rojhilatê Kurdistanê, ku 3 roj berî naha bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê bi giranî hatibû birîndar kirin, li nexwaşxaneya Talqanî ya Kirmaşanê jiyana xwe ji dest da.

Şeva borî kolberê temen 30 salî yê bi navê Cebar Weysî ku xelkê Selasî Bawecanî ye û sê roj berî naha di dema kolberiyê de li sînorê Newsûd bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bibû, piştre ji bo çareseriyê ew veguhestibûn bo nexwaşxaneya Talqanî ya Kirmaşanê, lê ji ber birîna wî giranbû jiyana xwe ji dest da.

Rêxistinên Mafê Mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin ew kolber di serê xwe de hatibû birîndar kirin û gule li mêjiyê wî ketibû.

Herwaha li gel Cebar Weysî ku xelkê gundê Cocar a ser bi bajarê Selasî Bawecanî ye, du kolberên din ên bi navên Berzan û Yezdan jî bi wî re bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bibûn.

Pustên heman beş