Roja duşemê keçeka Kurd ya bi navê Kuvan Îdo Xirto li kampa holê ya li Sûriyê hat rizgar kirin.
Kuvan Îdo Xirto ku temenê wê 24 sale û xelka gundê Herdanî yê ser bi nahiyeya Snunêye.
Beriya naha jî xwîşkeke Kuvan Îdo bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû rizgar kirin û heta naha sê hezar û 570ê kes hatine rizgar kirin, ku di nava wan de du xwîşk û birayekî Kuvanê jî hene, lê hîn jî çarenûsa dayîk û bav û birayekî Kuvanê nediyare.