Qezayeke trafîkê leşkerekî Tirk li Başûrê Kurdistanê kuşt

turkey-esker-kurdistan-info

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan miriye.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, ev leşkerê wan “di encama qezayeke trafîkê de” miriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku navê wî leşkerî Mustafa Ozkardeş e.

Malbata Mustafa Ozkardeş a li bajarê Kutahyayê yê Tirkiyeyê termê wî wergirt.

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Pustên heman beş