Eskerên Tirk zarokek û sivîlek bi îşkenceyê qetil kirin

Eskerên-Tirk

Eskerên dewleta Tirk li ser sînor di Çileya îsal 2023an de, 2 kes qetil kirin yek jê zarok û her wiha 2 kes jî birîndar kirin.

Li gorî Rwangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) cendirmeyên Tirk di Çileya îsal 2023an de zarokek û welatiyek qetil kirin û zarokek û mêrek jî birîndar kirin.

Li gorî SOHR’ê,li 5’ê Çileyê welatiyek ji bajarê Cisir El Şexûr ê gundewarê Idlibê bi guleyên cendirmeyan hate kuştin. Her wiha di 7’ê Sibatê de zarokeke ji bajarokê Qestûn ku koçberî bajarokê Etme yê gundewarên Idlibê bûbû, bi guleyên cendirmeyên Tirk li ber mala xwe birîndar bû.

SOHR’ê diyar kir li 13’ê Çileyê ciwanek ji gundewarên bakurê Hemayê ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hate girtin.

Hat ragihandin li 21’ê Çileyê cendirmeyên Tirk îşkence li zarokekî 16 salî yê ji devera Heyalîn a Hemayê kir û ew avêtin korteke ava sar û şevekê tê de hiştin. Di encamê de zarok jiyana xwe ji dest da.

Herwiha li 10’ê Sibatê cendirmeyên Tirk li nêzî kampa Kerama ya li Idlibê li zarokekî 12 salî yê ji koçberên bajarê Kefer Zîta yê gundewarên Hemayê da.

Pustên heman beş