Rastiyên li pişt têgîna “Herêmên Parastina Medya” çi ne?

Rastiyên li pişt têgîna “Herêmên Parastina Medya” çi ne?

Beşa yekem: Qada Parastina Medya çi ye?

Kesên ku çapemeniya PKK ê dişopînin di van salên dawî de gotina Herêmên Parastinê yên Medyayê gelekî zêde dibihîzin. Ew herêmên ku PKK weke herêmên gerîla û carna jî weke herêmên parastina Medya bi nav dike, bi temamî nayê zanîn ku wate û armanca wan çi ne. Di rastiyê de têgeha Herêmên Parastina Medya di nava sîstema Kurdistanê de ti hevwateya wê ya dîrokî, erdnîgarî û sosyolojîk nîne. Têgînên Herêmên Parastinê yên Medya têgeheke sûnî ye û ji bo nixumandina armanceke siyasî ya di encama ajandeya PKK ê ya bi dewletên kolonyalist ên herêmê re (bi taybetî jî Tirkiye) tê bikaranîn.

Ev têgîn bi armanca dorpêçkirina şoreş û dewletbûna Başûrê Kurdistanê hatiye çêkirin. Her çiqas piştî salên 2000 î ev peyv ket rojeva me jî, bingeha wê di salên 1990 î de hat avêtin. Yanî xwedî dîrokekî kevne. Ji bo ku em têgînîya Herêma Parastina Medya rast pênase bikin, pêdivîye ku em li salên 1990  binêrin.

Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê yên sala 1991’an û helwesta dijber a PKK ê

Di sala 1991’an de bi Raperîna Başûrê Kurdistanê re destkeftiyên Pêşmerge û berxwedana gel a bi sedan salan berhem da. Di sala 1992’an de Başûrê Kurdistanê Parlamentoya xwe ava kir.

Ji wê demê û vir ve PKK ê hêza xwe ya sereke derbasî Başûrê Kurdistanê kir û li dijî van destkeftiyan dest bi têkoşîneke leşkerî-siyasî-derûnî û îdeolojîkî kir. Her wiha hêjayî gotinê ye ku helwesta PKK ê ya li dijî destkeftiyên Başûr Kurdistanê ne biryareke wê ya serbixwe ye, bi rênîşandan û piştgiriya leşkerî-siyasî-aborî ya dewleta Tirk, Îran û Iraqê bi hev ve girêdayî ye.

Di sala 1992’an de Evdila Ocalan desthilata başûrê Kurdistanê wekî “Îsraîla duyemîn, paşverû, neteweperestê şûnvemayî” pênasekir û Başûr weke dijmin îlan kir. Ji aliyê leşkerî ve di navbera salên 1992-1999’an de li dijî cephê Kurdistanê yê Başûr dest bi şerê leşkerî kir. Ji bo van êrîşên xwe rewa bikin, hewl dan ku hin saziyên kirêdar li Başûr çêbikin. Bi propagandayê, statû û destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê înkar kir û hewl da ku pêkhateyên xwe yên bê binyat wekî alternatîf nîşan bide. Ger em wan bi rêza dîrokî bi kurtî binivîsin:

1- Di sala 1991’ê de partiyek bi navê PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) damezrand. Ev pêkhateya ku gelek kêm hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê tê de bûn, rêxistineke ji aliyê PKK ê ve dihat birêvebirin. Her wiha hin beşên xwe yên leşkerî ku çi başûrî têde nebûn weke hêza leşkerî ya PAK ê nîşan da. Bi vî awayî xwest ku bibe şirîkê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê. Heke nikaribe bibe şirîk jî di bin navê PAK ê de êrîşî destkeftiyên Başûr bike. lê PAK têk çû. Kesî jî nizanibû kengê hate hilweşandin.

2- PKK ê; Di sala 1993’an de hikûmeta Botan-Behdînan ya şer îlan kir. Ji ber vê yekê hewl da ku wek alternatîfeka Hikûmeta Kurdistanê tevbigere û piştgiriya dewletên kolonyalist ên herêmê werbigire. Di bin vî navî de ji Xaxurkê heta Heftanînê êrîş birin ser Pêşmergê Kurdistanê.

3- Di sala 1993’an de hewl da bi navê “Meclisa Neteweyî” sazîyekî siyasî çêbike û li kampa Zelê bi cih bike û weke hevrikê Hewlêrê bi kar bîne. Ev hewldan jî bi ser neket.

4- Di nîvê salên 90 î de dema ku parlamento û pêkhateyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li cîhanê hatin naskirin û weke muxatabê pirsgirêka Kurd li Ewropayê dihat pêşwazîkirin, bi lez û bez hewl da ku alternatîfekê biafirîne. Di sala 1996’an de Komara Zapê îlan kir. MED TV, televîzyona PKK ê ya wê serdemê, her tim ji raya giştî re digot ku wan erdek rizgar kirî ye. Ocalan di Nîsana 1997’an de li ser vê pêvajoyê wiha gotibû: “ Bihara PKK ê û sala zaferê” Lê belê Komara Zapê yek ji propagandayên kartonî yên PKK ê bû ku Apo li Şamê ava dikirin. Ew jî mîna yên din temen dirêj nebû. Di Gulana 1997’an de bi operasyona Hêzên Çekdar ên PKK ê ji Zapê reviyan. Şikefta parlementoya komara Zapê di du rojan de ket destê leşkerê tirk de. Û kesî careke din behsa Komara Zapê nekir. Van her çar saziyên PKK ê bi propagandayeke mezin dest pê kirin, lê tu kesî nizanîbû dawiya wan çi bû.

5- Ji van saziyan ya pêncemîn Herêmên Parastinê yên Medyayê bûn.

Armanca ragehandina Herêmên Parastina Medya çi bû?

Hilweşîna Rejîma Saddam di sala 2003’an de û bi fermî avakirina Herêma federal a Kurdistanê, hemû hêzên kolonyalist û statukoparêz ên herêmê xistibûn nava lêgerê de. Bê guman ev ew hêzin yên ku PKK ê bikar tînin. Netewperwerîya kurd di nav milletê kurd de wek alternatîveke siyasî geş dibû.  Li Başûrê Kurdistanê şansê dewletbûnê hebû. destkeftên Başûrê Kurdistanê û yekbûna li dora desthilatdariya Herêma Kurdistanê wê rê li ber Kurdan veke û da Kurdan ji bextreşîya sîstema sedsala 20’an ya xerab rizgar bike. Di vê qonaxa krîtîk de Ocalan li Îmraliyê ji bo hişmendîya Kurdan şêlû bike û nehêle Başûrê Kurdistanê bibe xwedî statuya sîyasî-îdarî hinek Têgînên wek Konfederalîzma Demokratîk-a-dewletê (bêdewletî) kirin rojeva gelê Kurd. Herêmên Parastinê yên Medyayê jî yek ji nîşaneyên heman pêvajoyê û heman armancê bûn.

Ocalan derbarê Herêmên Parastina Medya de ev tişt anî ziman: “Eger parlementoya Başûr hebe, divê di pêşengiya hevalên me de weke hêza sêyemîn Parlamentoya me jî bê avakirin, rêveberiyên herêmî bên avakirin, rêveberiyên herêmî bên pêşxistin. Divê hêza xwe ya leşkerî ji nû ve tanzim bikin û li herêmê serdest bin, ger vê bikin dê lîstik(dewletbûna Kurdî) xera bibe. Pêdivî sîstema leşkerî û siyasî baş were sazkirin. Ew dikare ji sê herêmên ku navenda wan li Gare ye were ava kirin. Ev proje ji Tirkiyeyê re jî tê ravekirin. Ev proje ne li dijî berjewendiyên Tirkiyeyê ye.”

Herêmên Parastina Medya herêmên dagirkirî ne

Ocalan di axaftina xwe de bi awayekî pirr vekirî parlementoya Hewlêrê bi “Meclîsa wan” bi nav dike û esas armanca Herêmên Parastina Medya vedibêje. Herêmên Parastina Medya weke çekekê li dijî statû û destkeftiyên Başûrê Kurdistanê hatin bikaranîn. Her cihê ku PKK karîbû kontrol bike, ew der weke qada Parastina Medyayê bi nav dikir. Deverên ku PKK ê dagirkirî ango Xeta Behdînan ku Metîna-Zap û Avaşîn jî di nav de ye û xeta Xaxurke-Xinêre-Garê ku ji Heftanînê dest pê dike, û PKK ji salên 1990 î ve lê bi cih bûye, herêmên sereke yên vê herêmê bûn.

PKK ê ji bilî komeke biçûk marjinal û ne domdar, ti carî nekariye li Başûrê Kurdistanê girseyekê ji xwe re ava bike. Ew girseya YNK ê di xwepêşandanan de wek layengirên xwe nîşan dide. Li ser sînorên di bin kontrola PKK ê de komek qaçaxçî li dora PKK ê kom bûn. Ev bi giştî têkiliyên demkî bûn. Ji ber vê yekê gel li qadên ku jê re dibêjin Herêmên Parastina Medya li hev kom nebû, berevajî vê yekê gel ji van qadên PKK ê reviya.

PKK ê gelek caran ketina wan deverên ku jê re dibêjin Qada Parastina Medya ji xelkê sivîl qedexe kirin. PKK ê ji gundîyên deverê, baca rênçberîyê distand. Ji xelkê di çû zozana serê her pezî bac distand. Xalên xwe danîn nava rez û baxçeyên xelkê deverê. Di nava gundên ava da xweestin tûnêla bikûlin û wir bikin cephê şer. Qada parastina medya tenê têgînî ya çapemeniya PKK ê ye û tenê ew bikartînin.

Beşa Duyem: Gelo herêmên Parastinê yê Medya çi lê hatin?

Pustên heman beş