Mela Mistefa Barzanî li Batmanê bi konferansekê hat bibîranîn

Mela Mistefa Barzanî li Batmanê bi konferansekê hat bibîranîn

Li Batmanê di 45emîn salvegera koça dawî ya nemir Mela Mistefa Barzanî de, konferansek hat lidarxistin û beşdaran bal kêşandin ku Mela Mistefa Barzanî ji destpêkê heta dawiya jiyana xwe her dem bo xizmeta doza neteweya kurd ked daye.

Li Batmanê ji aliyê PWK ve di Hola Baroya Batmanê ya Tahîr Elçî de konferansek bo bîranîna Mela Mistefa Barzanî hat lidarxistin. Axaftinvanên konferansê amaje kirin ku xwedîlêderketina nirxên neteweyî yên wek Mela Mistefa Barzanî erka her kurdekî ye û divê giringiya rêbaza Barzanî baş bê ravekirin.

Serokê teşkîlata Batmanê ya PWK Ezîz Ozdemîr rêveberiya konferansê kir û di derbarê armanc û bernameya konferansê de ahagdarî da.

Di destpêkê de vîdeoyeke ku ji kurte jîyana Mela Mistefa Barzanî pêk hatibû hate pêşkêş kirin.

Paşê cêgirê serokê giştî yê Partiya Welatparîzên Kurdistanê Mehemet Can Azbay (Cano Amedî), nivîskar û lêkolînerê Kurd Seyid Veroj û sîyasetmedarê kurd Mela Arif Sumerkan di derbarê jiyan, têkoşîn, xebat û rol û girîngîya Mela Mistefa Barzanî yê nemir de axaftin.

Axaftinvanên bernameya bîranîna Mela Mistefa Barzanî bal kişandin ku Mela Mistefa Barzanî ewqasî bi Kurdistanê ve hatibû girêdan ku jiyana wî di heman demê de bûye beşek ji dîroka nêzîka Kurdistanê û piraniya jiyana xwe bo tekoşîna azadiya Kurdistanê xerc kiriye.

Axaftinvanên konferansê bal kişandin ku keda Mela Mistefa Barzanî ronî daye her çar parçeyên Kurdistanê û di her rengek kurdî de şopa wî heye.

Pustên heman beş