Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna dijî PKKê/KCKê da ji bo 19 gumanbaran biryara binçavkirinê da.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê di lêpirsîna ku Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê da ji bo 19 gumanbaran ku hat tesbîtkirin ji bo PKKê/KCKê fealiyetê diajon, di nava qaşo pêkhateya ciwanan a PKKê da cih digirin û bi navê “Meclisa Xwendekarên Demokratîk” tevdigerin biryara binçavkirinê hat dayin.
Ekîbên Rêveberiya Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Wîlayetê ya Enqereyê ji bo girtina gumanbaran xebatên xwe didomînin.