Rayan Kildanî endamên meclîsa parêzgeha Neynewayê dikire

Rayan Kildanî endamên meclîsa parêzgeha Neynewayê dikire

Rayan Kildanî emîndarê giştî yê Bizava Babylon ku yek ji grûpên mîlîşyayên ser bi Heşda Şebî ye berdewame li ser hewlên xwe yên ji boy kirîna endamên encûmena parêzgeha Neynewayê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, Rayan Kildanî di dawî hewla xwe ya ji boy kirîna yek ji endamên lîsta Neynewa El-Muwehede da bi 5 hezar dolar û demançeyekî kariye Sara Moeyed El-Ciborî ji boy nava lîsta Çarçoveya Hemahengî rakêşe û wê bikire, lê belê ji ber givaşên Necim Ciborî parêzgarê berê yê Neynewayê Sara ji vê lihevhatina xwe ya bi Rayan Kildanî re pûşman bûye û pere û demançe ji Rayan Kildanî re vegerandine.

Çavkaniyên Darka Mazî her weha eşkere dikin, Merwan El-Zeyd endamê encûmena parêzgeha Neynewayê ji partiya El-Tecdîd ya ser bi Felah El-Zîdan pêwendî bi lîsteke nêzî Çarçoveya Hemahengiyê kiriye.

Pustên heman beş