Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê kuştina 10 çekdarên PKKê ragihand

turkey-pkk-pence-kilit-metin-basyan-info

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê di hefteya rabûrî de kuştina 10 çekdarên PKKê îlan kiriye, 2 jê duh roja şemî bûne armanca balafiran.

Li gorî wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ji roja duşemiya rabûrî 11 adara 2024ê ve anku di 6 rojan de, balafirên şer li dijî liv û tevgerên PKKê yên li herêma operasyona pence kilîdê êrîş pêkanîne.

Destnîşan kir, di encama van êrişan de 10 çekdarên rêxistina PKKê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewame. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digre.

Pustên heman beş