Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê pêwendiyên PKK û YNKyê de axivî û got: “Pêwendiyên PKK û YNKyê êdî bûne gefeke ewlehiya niştimanî”.
Hakan Fîdan di bernameyeke televîzyonê de behsa polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê kir û bersiva pirsên rojnamegeran ên derbarê karûbarên derve yên Tirkiyeyê da.
Fîdan amaje bi pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û PKKyê kir û got ku ew pêwendî bûne gefeke ewlehiya niştimanî.
Herwiha Fîdan bangî YNKyê jî kir ku dev ji pêwendiyên li gel PKKyê berde û “pêwendiyên xwe yên dostane wekî di dîrokê de heyî” îro jî li gel Tirkiyeyê bihêz bikin.
Hakan Fîdan îdia kir ku pêwendiyên PKK û YNKyê êdî ne tenê pirsgirêk e ji Tirkiyê re lê gefek e û wisa dewam kir:
“Pêwendî û dilsoziya serkirdayetiya YNKyê li gel PKKyê ava kiriye, ji bo me êdî ji pirsgirêkê zêdetir e û bûye gefeke ewlehiya niştimanî.
Tirkiye bi biryar e ku hemû amûrên polîtîkaya derve yên di destê xwe de bi awayekî koordînekirî bi kar bîne da ku li herêmê îstîqrar pêk were.”