Di nava Kurdan de taybetî li bakurê Kurdistanê ji bo partiyên heyîn heta wek vê gavê nebûne bersiva daxwaziyên xelkê. Ji bo vê jî valehiya siyasî ku çendê salan heyî berdewam dike. Ev jî dibe sedem ku lêgerînên nû çêdibin.
Siyaseta PKKê ya ku ne Kurdistanî bi navê Kurdeyetayiyê rê li tevgera Kurd girtiye. Lê mixabin partî û aliyên siyasî ji derveyê PKKê vê yekê naxwazin bibînin. Ev jî dibe sedem ku pêşve naçin û nikarin berfireh bibin û bi deravek tengde tên û diçin.
Rastiyek heye ku, PKK ji partiyên ku di qada legal de avadike bi tu awayî ne cudaye, vekirî PKK yanî HDP yanî DEM yanî PHD nav gelekin. Lê nawenda biryara van hemû navan Qendile. Heta dema ji wanre pêwist be Ocalan yan jî Demirtaş bi kartînin.
Gelek kesayetên ku di qada navnetewî de jî nav û dengê wan belav bûyin hene. Kesayetek wek Leyla Zana bi fermana Qendil bê deng ma û eve çend salin nekarî rastiya bê dengiya xwe ji xelkêre bêje. PKKê ew ceza kir. Lê niha Leyla ji wan re lazimbû,cardin derêxistin qada siyasî. Dê ev yek heta kengê û kûderê berdewam be nayê zanin. Di vê newrozê de cardin navê Ocalan anîn pêş û behsa çareseriyan kirin.Akibeta her çareseriya ku PKKê re destpê bike Siyaseta ”Xendeka”” ye.
Raste gelek kesayet wek Zana, Turk û Hinek din di nava Siyaseta PKKê de deng dane, lê keşeyeka bingehin ya wan heye ku, ew ne xwedî îrada xwe ne. Wan di wextê xwe de îradeya xwe bi belge radestî Ocalan kirine. Ji bo vê yekê îro îrada wan bivê nevê Qendile.
Di pêvajoya hilbijartinên herêmî de tişta ku anîn serê Selahatîn Demirtaş tê zanîn. Ji xwe gelek cara Qendil Demirtaş bi ne şoreşgerî itham kir û ew gelek pirsan de tawanbar kirin.
Yanî kurtahî Siyaseta PKKê ev e ku,kesayetên di nav wande deng bidin bi awayekî bi heqaretwarî wan bê deng dike. Veca pirs ewe ku, gelo ev kesayetên ne xwedî îradebin, dê çewe bibin pêşengê çareseriyekî ji bo Kurdan.?
Li bakurê Kurdistanê rojane komên nû derdikevin. Gelek komên ciwana hene ku, îdeolojiya wan cuda bê jî bi Ala Kurdistanê ji xwere kirine sembol. Ev yek tenê sedemeke ku, hestên netewî hêdî hêdî vedijene. Ji xwe tişta ku di nava kurdên bakur de PKKê tune kirî yek jî hestên netewî ne.
Di pîrozbahiyên Newrozan de ku di însiyatifa PKKê dihatin li darxistin, Alayên Kurdistanê tek tûk bin jî dihatin bilind kirin. Ji aliyek din di van newrozan de grubek din bal kişan. Kurdên Nasyonalist. Grubek derket holê xwe wek Kurdên Nasyonalist bi nav kirin. Kîne çine geleki nayê zanin,
Di newroza îsal ya Stanbolê de, di navbera hinek gurubande şer derket. Gurubekî êrîşê hinek çepên Tirk ê guruba LGBTİ yan kir. Li ser bûyeran DEMê daxûyaniyek ragihand û got:
“Komêk li qada newrozê êrîşên nîjadperest û zayendîparêz kirin, hewl dan êrîşî saziyên dostên me yên wekî Yekîtiya Têkoşînê û pankartên Denîz Gezmîş ku nirxeke hevpar a hemû şoreşgeran e, bikin. Tevî ku komîteya amadekar û hemû berpirsan hewl dan di cih de bersivê bidin êrîşan û pêşî li êrîşan bigirin jî, lê ji ber şert û mercên fizîkî yên qadê nekarîn mudaxele bikin û pêşî li hemû pirsgirêkan bigirin. Ev êrîş ji aliyê komek dezgehên dewletê ve ku xwe wek kurdên neteweperest bi nav dikin û sembolên Naziyan bikar anîne, hatin kirin. “
DEM gruba ku navê Kurdên nasyonalist xwe kirî, wek aparateka devletê dide nasandin.
Kurdên nasyonalîst kîne?
Ev gurub ji bo xwe serokomarê Komara Mahabat a Kurdistanê Qazî Mihemmed wek pêşeng dibînin û herweha, ew Remzi Nafi ku tê îdia kirin ku sala 1943ê li teşwikkirina Alamanya li dijê Îngilîza li Iraqê şer kiriye û îngiliza ew dîl girtiye, dîtinên wî ji xwere wek rêbaz dibînin.
ROJEVAKURD