BARZANÎ KÎ NE???

BARZANÎ KÎ NE???

Bûbê Eser

Bi qasî zanîn û kanîna xwe, ez hinekî li ser rêbaza pîroz sekînim ku divê kurd wê ji ber bikin. Divê partî û rêxistinên bi armanca azadiya Kurdistanê derketine an wê derkevin ser rêya azadiyê, pêwîste berî her tiştî vê rêbazê baş nas bikin. Piştî naskirinê jî divê wan xalên wê di jiyanê de û di nava kurdan de pêk bîne da ku Kurd jî bibin xwedî dewleta xwe.

Îcar min xwest piştî bi kurtasî nasandina rêbaza pîroz, em hinekî vegerin û bizanibin wan kes û kesayetiyên ev rêbaz ji bona me danîne kî ne? Ji bona mirov rêbazê baş nas bike divê mirov kesên hîmên vê rêbazê danîne jî nas bike. Kar û xebatên wan bide nasîn. Loma ji niha û pê de ez ê êdî hinekî li ser Barzaniyan kar û xebatên ji bona kurdan kirine, vekim.

Barzanî kî ne???

Hûn ya rastî bixwazin kurdên ku Barzaniyan nasnekin nemanin û piraniya kurdan jî wê rêbaza pîroz dizanin û dinasin. Kar û xebatên Barzaniyan ji bona gelê xwe kirinin bi zelalî û eşkereyî tê zanîn. Çi dema Barzanî tê bi navkirin kar û xebatên ji bona azadiya kurdistanê tê bîra mirovan . Her weha dema mirov dibêje Kurdistan, yek ser Barzanî dikevin bîra me re. Ji ber ku di dîroka Barzaniyan de serîhildan û berxwedana ji bona gelê  xwe kirine cihekî teybetî digire. Her wê ev teybetî heta ku cihan hebe, dê cihê xwe di dilê her kurdekî de biparêze.

Lewra jî Barzaniyan di dilê piraniya kurdan de cihekî xwe yê pîroz û teybet heye. Ji ber vê ye ku dagirkerên welatê me tim xwestine ku wê teybetmendiyê ji dilê kurdan derxe. Ji ber vê bû ku wan şer û pevçûn li hember Barzaniyan dikirin. Gelek ji wan kuştin. Hin li sêdarê xistin, hin di zindananda rizandin. Û taliya talî jî bi giştî 8000 zilamên wan enfal kirin. Lê dijminan û hevalbendên wan tu caran jî nikarîbûn Barzaniyan biqedînin, tune û bêdeng bikin.

Loma jî Barzaniyan di her maleke kurdan de hêlina xwe danîbûn û di wê hêlînê de ji bona doz û dawaya kurdan, ji bona azadiya kudistanê dersên perwerdayiyê didan gelê xwe, heval, hogir û endamên xwe. Kesên ku ew perwerdeyî digirtin bi rûhiyeta xwe ya kurdanî dihesiyan û dijiyan û şerê azadiya gelê xwe bê tirs dikirin. Ji ber ku kesên bi wê rêbazê mezin bibin û bi wê perwerdeyiyê bêne perwerdekirin, wê gavê bi aqiliyeta xwe, bi bîr û bawriyên kurdewarî mezin dibin. Ji bona vê ye ku Barzaniyan tim tirs dixist dilê dagirkeran loma jî ew ji dagirkeran û hevalbendin wan re bûbûn xeter. Vê xeterê heta ku başûrê Kurdistanê azad bû berdewam kir…

Barzanî kî ne? Barzanî ne eşîrek e. Ew ji konfederasyona heft eşîran pêk hatiye û Barzan bi xwe jî navê gundekî ye. Barzanî û binemala Barzaniyan ku şêxên neqşîbendî bûn û serokatiya dînî û neteweyî kirine û ji ber edalet û wekheviya di nava wan de , eşîrên din xwe dane dora wan û konferasyonek çêkirine û ew konfederasyon bi navê Barzaniyan tê zanîn. Lewra jî devera Barzan ji bona Barzaniyan û kurdan tim bûye weke sîwanekê ku hemûyan di bin wê de yekîtiya xwe pêk anîne. Ew dever bûye weke keleheke kurdperweran ku tim nerazîbûna xwe li dij hemû rejîmên Iraqê û hemû dagirkeran diyar kirî ye.

Dema ku mirov bala xwe dide dîrokê, tê dîtin ku dagirkerên Kurdistanê yên her çar perçan tim jî li gel hev û bi hevre xwestine vê konfederayonê ango Barzaniyan ji holê rakin. Bi taybetî Seddam xwestibû devera Barzan binav bike û hemû Barzaniyan jî ji wir koçebar bike, bikuje, enfal bike. Loma jî Seddam bawer dikir ku dema ew Barzaniyan biqedîne wê tekoşîna gelê kurd jî bi dawî bibê. Di vê nerîne xwe de bi heq bû. Ji ber ku daxwaza Barzaniyan û bi teybetî ya nemir Barzanî ew bû ku welatê xwe ji bin destê dagirkeran azad bike. Loma jî qet nesekinî, teslîm nebû, heta taliya jiyana xwe ji bona gelê xwe ji bona xelkê xwe di nava tekoşîna ji bona azadiya welatê xwe de kar û xizmeta gelê xwe kir.

Seddam bi hêrseke gelekî mezin xwest Barzaniyan biqedîne. Ji ber vê wî di 31.07.1983an de biryara jenosîda Barzaniya da û 8000 zilamên Barzaniya ji nava malbatên wan derxist û bir cihekî ne diyar. Lê wî bi wê kiryarê ne tenê 8000 Barzanî binax kir… Saddam bi temamî 182.000 kurd enfal kirin. Ew jenosîdek bû ku divê em vê weha li qelemê bidin.

Loma jî divê îro li seranserê cihanê hemû kurd xwedî li wê tekoşîna wan derkevin. Hemû di dadgehên navneteweyî de ji bona vê weke bûyereke jenosidê bidin qebûl kirin kar û xebatê bikin.

Dijmin çiqasî ji Barzaniyan aciz bûn, divê em jî ewqasî ji wan û ji wê rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir daniye hez bikin. Hezkirina Barzaniya tê wateya xwedî li welatê xwe derketandinê. Ji ber ku Barzaniyê nemir bi teqandina guleya şoreşa îlonê bêdengiya kurdan û tirs li ser wan rakir û da zanîn ku wê tu caran kurd nemirin, wê her bijîn, heta ku welatê xwe azad bikim. Dewlereke kurdî ya serbixwe ragihînin wê  berxwedana Barzaniyan her berdewam be…

Pustên heman beş