Serketina binketî!

Dem-Parti-Kurd-info
  • Simko Ebdulezîz

Hilbijartinên herêmî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin encam dayîn, di navbera partiyên siyasî de pêşbirkiyeke tund hebû, hevirkên sereke partiya AKPê û partiya CHPê bûn, hevrikiya wan xwedî dîrokek dûr û dirêje, herdu partî netewperist û dije Kurdin, bi t awayî ne amadene mafên normal yên Kurdan qebûl bikin, AKPe desthilate û piranya saziyên dewletê di dest da ne, CHPe jî muxalfete û di vê hilbijartinê de karî beşekî mezin yê şarederîyan dest bixe, lê şaredarîyan ti bandora xwe li ser sitratejîya dewletê tune.

Pisîkolojiya Kurdan li ser esasê berxwedanê ye, ev jî ji encama zext û zordariya dewletên dagirker derketiye holê, Kurdên Bakurê Kurdistanê ji serdema împratoriya Osmanî heta îro nekarîne azad bijîn, ev yek bû sedem ku mirovê Kurd li ser serxwebûna xwe bifkire. Yek ji xalên herî girîng ên ku mirovê Kurd li ser wê israr dike ewe ku hebûna xwe weke Kurd biparêze, wexta fersend jî çêdbe wî Kurdayetiya xwe bê dudilî îlan kiriye.

Xurtbûna hesta Kurdayetiyê di nav Kurdên Bakurê Kurdistanê de, sedem bû ku her kes û şoreşek ku bi navê Kurdayetiyê hatbe kirin, xwe jê bê bar nekirine û roleke mezin têde lîstine û qurbaniyên bê hempa da ne ji şoreşên Şêx Seîd Pîran bigre û heta şoreşên nû.

Piştî ku dewleta Tirk hat ser desthilatdariya demokratîk, her ku li Tirkiyê Kurdek an partiyek xwe berbijar bikra, her çend hesta Kurdayetiyê ya herî hinidk hebe jî, Kurd bê dudilî dengê xwe didan wî kesî an wê partiyê, heger xwe bo xapandinê jî xwe weke Kurd dabne naskirin, hêjaye. Bînin ziman ku Kurd gelek caran rastî xapandinê hatine.

Di hilbijartinên vê dawiyê yên şaredariyên Tirkiyê de, DEM – Partî li ser navê Kurdan kete hilbijartinê de. Em hemû dizanîn ku DEM – baskê siyasî yê partiya karkeran PKKê ye, partiya ku li ser navê Kurdan tevdigere û di heman demê de dev ji doza Kurdan berdaye, wan berê banga serxwebûna Kurdistanê dikir, lê îro ew veguherî demokratîkbûna Tirkiyê. Demokratîkbûna civaka Tirkiyeyê û konfederasyona civakên demokratîk li cîhanê!.

Pirtûkên dawî yên Ebdulah Ocalan û nerîna hemû rêveberên Partiya Karkeran belgene li ser vê axaftina me. Lê tevê vê ji ber ku Partiya DEM ê bi Kurdî bang kir û piranya namzedên wê Kurd bûn û sitran û awazên Kurdî pêşkêş kirin, gelê Kurd li Bakur careke din rêjeyeke gelek baş jê dengên xwe dan DEM – Partiyê, piranya dengderên Kurd bawerîya wan bi sitratejîya DEM – Partiyê tune. Lê çima deng danê?, Denigdayîna Kurdên Bakur bo DEM – Partiyê bo wê vedgere ku Kurd ji Tirkiyê re bibêjin: “Em Kurdin û başûrê Tirkiyê Kurdistane û tim li cem me Bakurê Kurdistanê ye” .

Lê çima serketina mirî?

Raste Kurdên Bakurê Kurdistanê dengên xwe nedan partiyên Tirikparêz û dengê xwe dane partiyên bi Kurdî di axivin, lê carek din wek her car DEM – Partî şaşêtiyek sitratejîk kir, ku xwe kire teref di hevrikîya du partiyên nejad perist de (AKPê û CHPê), Partiya – DEM li bajarên mezin li hemberî AKPê piştgirî da CHPê û CHPe bi ser ket.

Divê ez bibêjim ku raste DEM – Partî di daxuyaniya xwe de gotibû ku emê vê carê rêya sêyemîn bigirin, ev jî nerînek baş bû ku nebe teref li gel aliyekî li dijî aliyekî din, her wiha nerînek başbû ji bo ku em bikarin bibêjin pirsgirêka me li bakur netewî ye, ne pirisgrêka desthilatê ye.

Lê DEM – Partî li gorî vê tevnegerî, xwe daxist aliyekî û eşkere piştgirî da CHPê, ev yêk ji AKPê re gelek baş zelal bû, AKPe niha partiya desthilatdare û dikare li dijî Kurdan gelek gavan bavêje, ya herî nêzîk sîstema qeyûm wek hilbijartinên 2019an, raste sîstema qeyûman karekî ne yasayî ye, lê ji bo desthilata wê dibe yasayî.

Loma jî ez dibêjim serkeftinek mirî pêk hatiye.

Pustên heman beş