Li Mûşê hemû çalakî ji bo 3 rojan hatin qedexekirin

Li Mûşê hemû çalakî ji bo 3 rojan hatin qedexekirin

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji bo 3 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin.

Parêzgariya Mûşê di daxuyaniyekê de ragihand, li parêzgehê heta sê rojan hemû çalakî, civîn, civînên çapemeniyê, xwepêşandan û meş qedexe ye.

Herwiha parêzgariyê daxwaz ji welatiyan kir ku pabendî vê biryarê bibin.

Ev qedexe di demekê de ye, duhî li bajarên Wan, Sêrt, Badlîs û Şirnexê ji bo 15 rojan qedexe hatibû ragihandin.

Îro 4ê Nîsanê, rojbûna rêberê PKKê Abdulla Ocalan e û eger heye li hin bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî bên kirin.

Pustên heman beş