Şewitandina Ala Kurdistanê û bêdengiya aliyên siyasî!

Şewitandina Ala Kurdistanê û bêdengiya aliyên siyasî!

Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDKS) diyar kir ku şeva borî grûpeke çekdar ofîsa partiya wan a li bajarê Qamişlo şewitandiye.

Di heman demê de li bajarokê Tirbespiyê jî grûpeke çekdar Alaya Kurdistanê ya li ser banê nivîsgeha PDKSyê şewitand.

PDKSyê da zanîn ku çekdarên ser bi PYDyê ve ofîsa wan a Qamişloyê û Alaya Kurdistanê ya li ser banê nivîsgeha wan a Tirbespiyê şewitandine.

Ev ne cara ewile ku, çekdarên PKKê li dijê,ENKSê,PDKSê û partiyên di nava ENKSê de cih digrin êrîşan dikin,ofîsên wan dişewitînin û sivikahiyê bi Alaya Kurdistanê dikin.

Lê her carê ev êrîşên çekdarên PKKê bi nûçeyekî yan jî bi daxûyaniyeke şermezariyê tê derbaskirin. Di rastiya xwe de, hate îspatkirin ku, heta PYD,HSD û her rêxistinek li rojavayê Kurdistanê siyaseta PKKê rêve dibe tu cara ne li gel ENKSê û ne jî li gel partiyek din Kurdistanî hevkariyekî nake.

Bi dehê caran hevkarî hatine îmzekirin lê li ser kaxizê maye. Rewşa PKKê li rojavayê Kurdistanê kifşe ,siyaseta ku rêve dibin vekiriye û yek armanca wan a sereke heye; Li rojavayê Kurdistanê Kurda nehêlin,deverê bikin heremek bi temamî nişteciyên Ereb bibe piranî û deverê wek Kurdistan ji holê rakin. Tu doza wan ji bo Kurdistanê û Kurdeyatiyê tuneye.

Eger welatekî, yan jî deverekî bilindkirina Ala Kurdistanê qedexe be,gelo dê pêşerojêde ewên ku vê Alê qedexe dikin , dê ji bo Kurd û Kurdistanê çi armanca wan hebe?

Berê xwe bidinê gelek partî û aliyên siyasî van êrîşên çekdarên PKKê şermezar jî nakin. Lê mixabin ne ENKS û nejî PDKS dozaê li wan aliyên siyasî nakin ku, ji bo çi hun êrîşên PKKê li dijî niştimanperwerên Kurd û li dijê nirxên Kurdistanî şermezar nakin? Gerek ev bibe pîvanek ji bo pêwendiyên ENKSê û PDKSê.

Dema leşkerek Tirk yan jî kesek nijadperest sivikatiyê bi Ala Kurdistanê dike,aliyên siyasî dikevin rêzê û daxûyaniyên şermezariyê radigihînin, di medya civakî de bi rojan weneyên wan belavdikin û nirxandina dikin. Lê PKK li Qamîşlo û deverên din li rojavayê Kurdistanê Ala Kurdistanê dişewitîne û kesek deng nake. Gelo çi cewazî di navbera nijadperestên Ala Kurdistanê dişewitinin û çeteyên PKKê de heman tiştê dikin heye? Eger bersiva vê pirsê hebe ji xwe hertişt temam e. Lê mixabin li ba piraniya rêxistinên Kurda bersiva vê pirsê tuneye.

Heta ku gelemperî Kurd siyaseta PKKê nasnekin ê li himber vê siyasetê ne xwedî helwestbin ew nikarin gavekî berûpêş ve bavêjin û doza destxistina mafên rewa yên neteweyê Kurd de gavekî pêş bikevin. Eger taybetî partiyên siyasî heta wek vê gavê PKK nasnekiribin di jiyana xwe hemûyê de PKK nasnakin û li himber wan nabin xwedî helwestek rasteqênî.

Di vê mijarê de gelek tişt hene bên gotin. Li baş bizanin ku, li rojavayê Kurdistanê PKKê agirek pêxistiye û di vî agirî de bi tenê Kurd dişewitin. Tunekirina Kurda li rojava erka sereke ya PKKê ye.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş