5 Çekdarên PKKê li Xwakurkê ketin ber êrîşa balafiran

Xwakurk-pkk-5-net

Balafirên şer yên dewleta Tirk 5 çekdarên PKKê li devera Xakurkê ya li Başûrê Kurdistanê kuştin, 3 rojan berê jî 15 çekdarên din li heman deverê kuştbûn.

Ajansa Anadolu duh roja çarşemî 1\5\2024ê belav kir ku bi operasyona asmanî 5 çekdarên PKKê li herêma Xwakurkê ya li l Başûrê Kurdistanê hatin kuştin.

Di vê derbarê de wezareta berevaniyê ya Tirkiyê daxuyanî da û got ku operasyonên wan yên li dijî terorê bi biryadarî wê bidomin.

Wezareta berevaniyê roja duşemî 29 nîsanê jî kuştina 15 çekdarên PKKê li devera Xwakurkî ragihandbû û PKKê hêjan ti daxuyanî derbarê wendakirina 20 çekdarên xwe ne dane.

Pustên heman beş