PKK’ê bi şaşî şiroveya mirovê kurd û pirsgirêka kurdî kiriye..

PKK’ê bi şaşî şiroveya mirovê kurd û pirsgirêka kurdî kiriye..

Simko Ebdulezîz

Beşa sêyemîn: kuştina wilatparêzên kurd ji aliyê PKK’ê ve

Di beşa pêşîn de me got ku hiş armancê diyar dike û armanc rêyê berçav dike û rê reftarê diyar dike.

Dema Evdila bi ava markisîyetê hatiye avdan û bi pergala sosyalîstê mendehoş û daxbar bûyî, ev sîstem kir berê binyatê yê avakirina Partiya Karkeran û kadroyên vê partiyê bûne karkerên encamdana vê rêbazê û hizir û keda kirêkaran xiste ser hizir û keda cotkaran, yanî kargeh giringtire ji axê, mirovê karker bi kargehê ve tê girêdan û mirovê cotkar bi axê ve tê girêdan.

Dema Evdila lêkolîn li ser civaka kurdî kirî bi hemû rûyên xwe ve (Dîrokî, civakî, çandî, aborî), gihişt wê biryarê ku pêdiviye berî her karekê ew û partiya wî dest bi şoreşeke navxweyî bikin û di vê şoreşê de mirovê Kurdistanî ji rûyê armancê ve biguheîne, anku ji armanca cotkariyê ber bi armanca kirêkariyê ve bibe, yanjî dikarîn bibêjîn ji armanca parastina axê ber bi armanca parastin û geşekirina kargehê ve bibe, ji boy cîbicîkirina vê şoreşê pêdivî bi danîna bernameyekê bû.

Ev bû ku pêş ku kongireya xwe saz bikin bernameyek hat rêxistin, di vê bernameyê de bi şêweyek nihênî ketin kar û çalakiya ji bo encamdana van karan di nava civaka kurdî de:

  1. Hemû hêza xwe bikar anî ku bi rêya simînar û belavokan ji gelê Kurd re bide qebûlkirin ku şoreşên kurdî (Şorşa Şêx Seîd Pîran, şoreşa Seyîd Reza…hwd) yên ku pêş PKK’ê hatine encamdan şoreşên kevneşopî ne û rêberên van şoreşan kirêgirtiyên dewletên kolonyalîzm in.

  2. Danîn û cîbicîkirina bernameyeke rêxistî ji boy ji holê rakirina kesên xwedî hizrên netewî ku di nava civaka kurdî de bûne cihê rêz û teqdîrê.

  3. Dirustkirin û zêdekirina nakokiyan di nava Eşîrên kurdan de û pirr caran PKK’ê nakokî dirustkirin û paldane ser Eşîretekê heyanî Eşîra din li himber wê eşîrê raweste, PKK’ê nakokîyên di nêvbera Eşîrên di esas de nakokî bi hev du re heyî zêdetir dikir, armanc ji van karan ev bû ku civaka kurdî ji yekgirtinê ber bi jêkvekirinê bibin û ew bibin hêzek sereke di cvaka kurdî de û kontrola hemû civakê bikin, ji ber ku têgehek Markisî heye dibêje, rêkxistin hertim dikarin li ser tevlîheviyan serdest bibin.

  4. Piştî ku şoreşên kurdî li Bakurê Kurdistanê rastî şikestinê hatîn, hejmareke rewşenbîr û welatparêzên kurdan çendîn partiyên siyasî yên netewî damezrandibûn û armanca wan rizgarkirina mirovê kurd û axa Kurdistanê bûn, Evdila û partiya wî bername dana ji boy jinavbirina van partiyan bi rêya kuştina rêveberên wan partiyan û bi vî awa ew partiyên kurdî terabera kirin û hejmareke mezin a wan rewşenbîr û welatparêzên kuştin.

  5. Çendîn şerên navxwe li dijî wan kurdên weke wan nafikirin encamdan, bi taybetî li dijî partiyên siyasî yên netewî .

  6. Dema derbeya sala 1980 li Tirkiyê hatiye encamdayîn, hejmareke zêde ya kurdan jî hatin desteserkirin û ketine di zindanan de, di van zindanan de du cureyên zindaniyên kurd peyda bûn, curek jê bûne îtîrafçî û curê din jî bûne berxwedêr.

Evdila û partiya xwe li himber van zîndaniyan bi vî awa tev geriyan:

– jiyan name û berxwedana kesên li ber xwe dayî kir matiryalên pirupagindayê ji boy mezinkirina partiya xwe.

– Zindaniyên îtîrafçî piştî di zindanê de derketîn, ji aliyê Evdila Ocalan ve hatin xelat kirin û berpirsatiyên bilind di nava PKK’ê de bi wan dan.

– Dema zindaniyên berxwedêr ji zindanê derketîn, Evdila û partiya wî ew şoreşger bi xayîn û îtîrafçî dane nasandin, di encama vê yekê de hejmareke herî zêde a van lehengan li Dola Beqa û Lolanê ji aliyê PKK’ê û bi telîmatên rasterast yên Evdila hatin kuştin û yên mayî jî ji tirsa heman çarenivîsê heyanî niha nikarin bi azadî hatin û çûnê bikin û weke mirovên normal debara jiyana xwe bikin.

 

Pustên heman beş