50 sal bi ser darvekirina yekemîn şehîda jin a Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê Leyla Qasim û çar hevalên wê re derbas dibin. Îşkenceya hovane ya celladên Beisê, nekarî Leylayê ji helwesta wê ya netewî û niştimanî poşman bike û bi sirûda Ay Raqîb çû ber benê sêdarê.
Leyla Qasim Hesen sala 1952an li gundê Bamîlê yê ser bi bajarê Xaneqînê ve di malbateke Kurdperwer a hejar jidayik bû û sala 1958an çû ber xwendinê û qonaxa seretayî û navendî li Xaneqînê bidawî kir.
Leyla Qasim di sala 1971an de beşa Civaknasiyê li Kolîja Wêjeyî ya Zankoya Bexdayê xwend û di heman sale de jî di Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de li Bexdayê dest bi xebatê kir.
Zulm û zora rêjîma Beis a Iraqê li ser gelê Kurd, bîr û hizra azadîxwazî û têkoşînê ji bo bidestanîna mafê netewî yê gelê Kurd di dilê Leyla Qasim de dirust kir.
Di Adara 1974an de û piştî destpêkirina êrîşên hikûmeta Iraqê li ser Kurdistanê, Leyla Qasim û 4 hevalên xwe li Bexdayê hatin girtin.
Leyla Qasim nimûneya keça Kurd a çeleng û çavnetirs bû, eşkence û azara hovane ya celadên Beis nekarîn Leyla ji helwestên wê yên netewî vegerîne
Leyla Qasim bi cilê Kurdî û xwendina sirûda netewî Ey Reqîb diçe ber sêdarê. Leyla di dawî çirkeyên jiyana xwe de ji celadên Beis re dibêje: “Piştî bidarvekirina min, bi hezaran Kurd hişyar dibin. Gelek xweşhal û serbilind im ku giyana min fîdayî riya rizgariya Kurdistanê dikim.”
Leyla Qasim dibêje: “Bi vî çilê Kurdî ve, ez dibim bûka Kurdistanê.”
Roja 12ê Gulana 1974an Leyla Qasim û 4 hevalên xwe Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman tên bidarvekirin.
Ew kesên ku piştî mirina wan, jiyana wan ya resteqîne destpê dike kêm in, çavnetirsî û çîroka jiyan û helwesta netewî yên Leyla Qasim, bû sedema geşbûna helwesta netewî li cem bi hezaran ciwanên Kurd.
Çavnetirsiya Leyla Qasim û helwestên wê li kêndira darê bidarvekirinê, dengekî bilind li pişt xwe anî û bi hezaran keçên Kurd li çar perçeyên Kurdistanê bi navê Leyla hatin binavkirin.
Leyla Qasim bû navekî diyar di nava çîrok, dastan û helbestên nivîskarên Kurd de.