Roja Şehîdên PKK’ê û Şanoya Şehîdan

Roja Şehîdên PKK’ê û Şanoya Şehîdan

Her çiqas feraseta şehîd û şehadetê bi Îslamê derketibe holê jî, gel kesên ku di şerên xwe yên serxwebûnê de jîyana xwe ji dest didin wek şehîd îlan dikin. Yanî kesên ku ji bo doza pîroz-civakî hatine gîyanê xwe dane, li gorî nirxên hemû komên civakî şehîd tên hesibandin. Têgîna şehadetê di mejiyê gelên Rojhilata Navîn de pîroz e û nîqaşkirina li ser şehîdan weke kufrê tê dîtin. Gelek caran civak li dora vê têgehê motîve dibe an jî bi vê têgînê tê xapandin. 

Têgîna şehadetê têgeheke girîng e di nav miletê kurd de. Ji ber ku Kurdistanê welatekî dagirkirî ye hemû hewlên li dijî dagirkerî yê cangorîyan bi xwe ve tîne. Lewra jî di hemû cureyên berxedana li dijî dagirkerîyê de kesê canê xwe ji dest didin weke şehîd tê pênasekirin. Lê weke li tevahiya Rojhilata Navîn di nava Kurdan de jî kesên ku pîrozîya şehadetê îstismar dikin û bi feraseta şehîdan civakê îstismar dikin hene û PKK pêşengiya vê îstîsmarê dike.

PKK’ê meha Gulanê wekî ‘Meha Şehîdan’ û 18 ê Gulanê jî weke ‘Roja Şehîdan’ îlan kir.  Ji ber ku 18 ê Gulanê roja yek kuştina yek ji endamên destpêkê yên grûpa îdeolojîk anku Heqî Qarer e. Ji bo PKK’ê şehîd îstîsmarkirin qada sûdmendîyeke mezin e. Di PKK’ê de pîvana şehadetê nîne. PKK kengî bixwaze kê bixwaze wek şehîd qebûl dike, kengê bixwaze şehîdî wek xayîn-ajan jî îlan dike. Hinek fermandarên xwe dikuje payre wan weke Şehîd îlan dike.  Tenê di sedsala 20 an de nîv milyon Kurd şehîd ketine, PKK tenê şehîdên xwe weke şehîd qebûl dike û dibêje şehîdê min ji hemû şehîdan bi rûmet tir e. weke “şehîdê şehîdan” bi nav dike.

Hûn dibînin û dizanin, di van salên dawî de, PKK vîdyoyên keç û xortên kurd ên ciwan ên ku di temenê zarokatiyê de dide kuştin perve dike û li ser wan lorîka distêre. wan dişîne şerê xendek û tunelan dizane ku ew ê misoger bimirin. Vîdyoyên van ciwanan ên dema hatin şehîd kirin parve dike û li ser wan şanoyên sîyasî-rêxistinî dinivîse. Di rastiyê de li hemberî kesên ku PKK’ê rexne dikin, şehîd çeka herî mezin e di destê PKK’ê de. Ji bo bêdengkirina mirovan pêwîstiya PKK’ê bi şehîdan heye. Dema ku şehîd nebin PKK jî weke tevgerên dine û bê mijara îstîsmarê dimîne. Ya ku wê cuda dike, şehîdên wê ne. Ji ber vê yekê jî PKK feraseta şehîd ji bo berjewendiyên rêxistina xwe bikar tîne, ne ji bo xeteke welatparêzî-netewprewerî û azadîxwazî.

Lê belê PKK’ê Heqî Qarer ji we re kir navenda têgîneya şehadetê. Ev helwesta PKK’ê bêrêzîyekî mezin e li dijî Heqî Qarer û gelê Kurd. Ya yekem, nîşandana kesekî tirk wek pêşeng ji bo şehîdên kurdan, beşek ji siyaseta Ocalan a fedakirina kurdan ji bo avakirina Komara Tirkiyê. di dîrokê de her tişt ji destê Kurdan hatiye girtin û ew mehkûmî kolonyalîzmê bûne. Çima li ser xeta tirkan bimire, ma qed kurd tunebûn? Gava em dibêjin Heqî Qarer wek pêşengê Şehîdan pênasekirin xelete ew yek nayê wateya ku Heqî kesekî xerab an jî ajan bû, nexêr.  Pêşeng kirina Haqî qarer li ser vê bingehê ye ku dixwazin Kurdayetiyê bikin dûvika sîstema Tirkiyeyê.

Hata Qarer keseke ku li dijî Ocalan helwest girtiye. Yê ku Haqî Qarer kuştî jî her PKK bi xwe ye. Kesên ku dixwazin hûrguliyên vê mijarê bixwînin dikarin vê gotarê bixwînin:

Qarer ji ber ku li dijî Ocalan helwest girt û rexne lê xwar û têkiliya Ocalan bi dewleta Tirk re didît, ji aliyê PKK’ê ve hat kuştin. Ger em dîrokê rast bixwînin, dê bibînin ku bi dehan kes dibêjin Ocelan Haqî daye kuştin. Ji xwe wan rexnegiran jî Kamer Ozkan bû. yek ji 5 kesên pêşeng ên PKK’ê bû, wê demê li dijî Ocelan helwest nîşan da xwe ji PKK’ê dûr xist, lê PKK’ê ew di sala 1993’an de bi komplu li Dêrsimê kuşt.

Yekemîn şanoya herî mezin a PKK’ê kuştina Haqî Qarer bû. Ew da kuştin, piştre êrîşî rêxistina bi navê Beş Parcecî-Sterka Sor kir. Bi îdiaya ku tola Haqî hiltîne, ev rêxistinên Kurd weke ajan îlan kir û ji ber vê sedemê serokê vê rêxistinê Elaaddîn Kaplan şehîd kir. Ne Sterka Sor û ne jî Elaaddin Kaplan ajan bûn. Kesên ku Elaaddîn nas dikin dibêjin ku Elaaddin mirvekî feqîr û jar bû.  Yanî PKK’ê ew kurdê belengaz wek ajan îlan kir da ku vê cînayeta xwe veşêre. Kurteya dîroka PKK’ê ya 40 salî ev e: despêkê bikuje payre şehîd îlan bike paşê rabin û bi navê tolvekirnê êrîşî Kurdan bikin.

Ji ber vê rastîya PKK’ê em şehîdan tenzih dikin, lê mixabin Şehîd bo PKK’ê bûye dergehê îstîsmar û rant ê. Roj û meha şehîdan tenê şanoye ke PKK digerîne.

Pustên heman beş