Wateya wê çi ye ku PKK’e navên Kurdên di nav Hêzên pasewanên Sînor ê Iraqê de belav kiriye?

Wateya wê çi ye ku PKK’e navên Kurdên di nav Hêzên pasewanên Sînor ê Iraqê de belav kiriye?

Ragihandina PKK’ê duh di malpera xwe de nûçeyek belav kir û tê de lîsteya navên kurdên di nav Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê de belav kir. Û bi vê lîsteya navên ku bi dest xistibû hewl da ku propagandaya xwe bike û PDK’ê tawanbar bike. PKK Ji bo ku nûçeya xwe rast nişan bide, vîdyoya 4 sal berê ya li nêzî Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê hatiye kişand ku tê de ev hêz mijûlî meşa leşkerî ne parve kir û ragihand ew dîmen bûye cihê gumanê di nav gel de. Lê belê dema ew wêne hatin kişandin Kurdan 200 metre wêdatir dilsozî û bextewerîya xwe nîşanî pêşmergê Kurdistanê dida.

Pasewanên Sînor ê Iraqê ji kê pêk tê?

Dewleta Iraqê di nava hêzên xwe yên leşkerî de ji bo parastina sînoran xwedî hêzeke leşkerî a cuda ye û ev hêz jî weke Pasewanên Sînor ên Iraqê tên pênasekirin. Hêzên pasewanên Kurdistanê jî pêkhateyeke ku bi hemahengî ligel Wezareta Pêşmerge tevdigere û hêzên parastina Kurdistanê ji kurdan pêk tên.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtina li pêşiya PKK û leşkerên Tirkiyê ku di nava hemahengî û hevgirtinê tevdigerin, ji bo parastina xelkê sivîl, daxwaz kir ku hêzên pasewanên sînor ber bi deverên nakok ve biçin. Pasewanên sînor bi taybetî li Heftanîn, Metîna û Şêladizê li gelek cihan bi cih bûne. Vê hewlê rehetiyeke mezin da gel, lê plan û armancên PKK’ê asteng kir. Ji ber vê yekê jî ev du sal in PKK hewl dide hêza pasewanên sînor manîpule bike.

PKK lîsteya navê pêşmergeyan ji kê girtiye?

Çapemeniya PKK’ê bi weşandina lîsteya navan îdia dike ku nûçeyên taybet û girîng çêkirine û her çend kesên ku bi mijarê nizanin bi van nûçeyan tên manîpulekirin jî, lê belê rastî ne wisa ye. Ji ber ku peydakirina wan lîsteyan ji aliyê PKK’ê ve tenê îspata wê pêwendiya veşartî, qirêj û dij-kurd e ku vê partiya xayîn bi Iraqê re heye. Dewleta Iraqê ji ber ku PKK’ê wek cehşên xwe, yanî alîgirê hikûmetê dibîne û bi kar tîne ev agahî da PKK’ê.

PKK di çarçoveya hevkariya xwe ya bi pêkhateyên dij-kurd, şîe yên di nav dewleta Iraqê de tevdigere, ango PKK çekeke ku li dijî kurdan di destê dewleta Iraqê û şîeyên şovenîst tê bikar anîn. Ji bo vê jî ev pêkhate ne tenê lîsteya navan didin PKK’ê, gelek agahî û amûran jî didin wan, wek çek, mûçe, destûra bikaranîna balafirgehan û hwd ku li dijî Kurdan bikar bînin.

PKK’ê ev nav wiha bi dest xistin e.  Herwiha Hêzên Pêşmerge û Hêzên Sînor ê Iraqê jî li ser erka fermî ne. Yek ji wan navên kod bikar naynin, ew hemî mirovên bi navnîşan, eşîr, rêz û malbat in. Bi çi awayî kesek hewce nabîne ku xwe veşêre. PKK bi vê manîpulasyonê hêzên Pêşmerge li ber çavên xwe wek hêzeke neqanûnî nîşan dide.

PKK ji dijminên Kurd û Barzaniyan alîkarî distîne

Hemû Xebatkarên çapemeniya PKK’ê ji kadroyên îdeolojîk û bi saziyên îstîxbaratê re têkildar pêk tên. Ji bo vê jî nûçeyên ku didin, nûçeyên qirêj û sexte yên li gorî ajandeya veşartî ya PKK’ê ne.

Mînak, vîdyoya Pêşmerge ku di nûçeyên derbarê hêzên pasewanên sînorî yên Iraqê de hatiye weşandin, çend sal berê hatiye kişandin û meşeke leşkerî li derdora kampên wan ên perwerde û rahênanê nîşan dide. Hêzên Pêşmerge ji aliyê yasayî ve fermî ne. Xwedî mêjûyeke dêrîn û tecrûbekî berz e. ji xelkê herêmê teşkil bûne. Di şerê li dijî DAIŞ ê de bi sedan şehîd dan. Niha jî amadekariya parastina ax û al û niştimanê xwe li hember dijminan dike. Her çend PKK li kêleka dijminên Kurdistanê ye û ji wan zêdetir êrişî Kurdistanê û Pêşmergeyan dike, lê heta niha jî Pêşmerge helwesta xwe ya berpirsyar û aram berdewam kiriye.

Lê PKK’e her tim dixwaze layengirên xwe bi nûçeyên derew manîpule û zemîneya şerekî li dijî pêşmergeyên Kurdistanê ava bike.

Gelê Kurdistanê ji nêz ve Iraqperestiya PKK’ê dibîne û baş dizane ku PKK hêza Iraqê ya îhtîyad e. PKK bi stratejîya xwe ya sîyasî yêkbûna axa Iraqê diparêze. di bin navê dîplomasiyê de, li ku derê dijminekî Kurd û Barzanî hebe, ji wan rica dike ku arîkarî bidin wan da ku li dijî Barzanîyan şer bike.

Pustên heman beş