Şaredariya Amedê, destûr neda konsera Dosso-Dossî yê Kurd, lêbelê salona kongreya şaredarîyê da Hadîse, çima?

dossodoss-net

Hunermenda popa Tirk Hadîse di 23 ê Gulanê de li Amedê konserek da. Konser li navenda çand û kongreyê ya Sezaî Qarakoç a girêdayî Şaredariya Amedê pêk hat. Ya ku şaredariya Amedê destûr neda konsera Dossî Dossî yê Kurd û lê destûr da Hedîse Tirk. Ev yek bû cihê niqaşê.

Di konsera Hedîse de mîhrîcana ku dê Dossî Dossî di 19 ê Gulanê de li dar bixista, lê ji aliyê şaredarên nû yên Partiya DEMê ve hatibû betalkirin. Koma DossoDossi ku li bajarên Kurdan ên wek Agirî û Cizîrê tevlîbûnên mezin ên mûzîkê li dar dixe û ji bû danasîna bajarên Kurdan kedek mezin dide.

Hikmet Eraslanê bi Dosso Dossi tê nasîn Kurde û xelkê Bazîdê ye.  li Bakurê Kurdistanê gelek xebatên çandî û hûnerî pêk anîye. Hunermendên Kurd û yên biyanî beşdarî konserên wî dibin. Kesên ku beşdarî konserê dibin bi performansa sahnê ya rengîn demên pirr bi coş derbas dikin. Lê ji destpêka konseran ve rastî rexneyên kesên nêzîkî PKKê hat. Sedemên van rexneyên PKKê ne çandî ne, siyasî ne. Gruba Dosso Dossî weke hişmendî nêzîkî Kurdan bû, lê tu pêwendiya wê bi PKKê re tunebû û PKKe jî, ji bilî xwe tu grûp-pêkhateyên Bakurê Kurdistanê qebûl nake. Van grupan weke sîxur pênase dike, dijatîya wan dike, şahî yên wan asteng û betal dike û ji wan re arêşeya derdixî ne.

Xala balkêş ew e ku PKKe vê yekê tenê li Bakurê Kurdistanê li Kurdan dike. Her cure hunermendên Tirk û kesên din tên li Kurdistanê çalakiyan li dar dixin konseran didin. Lê PKKe ji xeynî xwe wenake ku tu layenekî Kurdistanî li Bakûr xebatên çand û hûnerî bi çi awayî qebûl nake.  

Di vê çarçoveyê de festîvala Dosso Dossi ji aliyê Şaredariya Amedê ve hat qedexekirin. Piştî bertekên li ser medyaya civakî, Şaredariya Amedê ragihand ku ji ber “sedemên aborî” destûr neda ye, lê ev yek tenê ji bo bertekan bêdeng bike kir. Ji ber ku şîrketa Dosso Dossî heta niha di ti festîvalên xwe de ji şaredariyê budce nexwastiye û hemû konser belaş li dar xistine.

Şaredariya DEM Partiyê ya Amedê, konsera Hedîse ya Tirk qebûl kir, lê konsera Dosso Dossî qebûl nekir. Şaredarîyê bi vê helwesta xwe rastî zîhniyeta xwe û cudakariya xwe li dijî Kurdan derxist holê.

Jêdera vê zîhniyetê helbet PKKe ye. be daxewe ev helwesta PKKê ya ku ji hemû derdorên Tirk re vekirî û tenê ji Kurdan re girtî mirovî di êşîne.  Li Iraqê ji Heşdî Şeibî erê, lê ji Pêşmerge re na; li Rojava ji çepê Tirk, Ereb û Rêjimê re erê lê ji PDK-S û pêkhateyên Kurdan re na. Li îranê jî ji Îtlaat û Farisan re erê lê ji PDK-Î-PAK ê re naa. Ev hişmendîya PKKê ya dij-Kurd li ser hemû kar û xebatên wê sirayet kirî ye. Cîhana çand û hunerê jî behra xwe ji vê helwesta PKKê girtiye. Li Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê ji kesê ku ne bêjin “Bijî Serok Apo” re cih nayê dayîn. Her çiqas ji ber sedemên berjewendî perstîya partîya xwe rêjekî kêm yên parçeyên din re beden bibine jî ev yek tenê li gorî pêwîstiyên PKKê ye loma xwe ker dike.

Em dikarin jî vê şêwazê PKKê re bibêjin faşîzma nerm.

Pustên heman beş