Kefa Nîskê…!

Kefa Nîskê...!

Guhertin ji binemayên sereke yên pêşketinê ne, lê belê ne her guhertinek pêşketine, çendîn cureyên guhertinê di siyasetê de hene, lê ji giringtirîn guhertinan em dikarin bêjin didune, yekem guhertinên taktîkîne û girêdayî amûrane û ya duyemîn jî girêdayî armancane.

Di siyasetê de guherînên sitratejîk zû bi zû nayên kirin, guhertin di wê demê de tên kirin ku armanc pirr şaş be yanjî ew armanc hatibe bicîanîn.

Guherînên taktîkî zû bi zû tên kirin, ji ber ku gotineke fîlosofî heye dibêje, dema tu bi rêyekê de diçî ji boy destveanîna armancekê û ew armanc neyê bidestveanîn, pêwîst dike guherînek taktîkî encam bidî, ji ber ku ger sed carên din jî di wê rêya berê de biçî wê rastî heman çarenos bibî û ti destkeftan bi dest naxî, yanî pêwîste tu rêya xwe biguherî, ne wek armancê.

Dema mirov li dîroka PKK’ê dinêre, wisa xuya dibe ku her tim ev partiye armanca xwe diguhere û rêya ku pê de diçe wek xwe dihêle, li virr pirs eve, gelo çima ev partiye berevajî zanistê siyasî tev digere?

Li gor şîrovekirinên akademîk xuya dibe ku PKK’e û serokê wê ne serbixwene, belku ew dardestên dijmina ne, bi taybetî serokê vê partiyê girêdayî hin aliyên ne kurdiye û li gor berjewendiyên wan tev digere, PKK’e jî weke kerê û bêy fikar bi dûv wî ketine û bi rêya ku ew dibêje de diçe.

Çima mîna kerê ne?

Hatiye xuyakirin ku ker ji tev candarên din zêdetir guhdariya xwediyê xwe dike û kedeke mezin dide ji boy ku xwediyê xwe dilxweş bike, yanî armanca kerê eve ku xwediyê xwe razî bike, em dibînin ku kadroyên payebilind yên PKK’ê mîna kerê ne, tev armanca wan eve ku xwediyê xwe razî bikin.

Çima wisa dibêjim? Ji ber ku ger danustandinê ligel piraniya kadroyên PKK’ê de bikîn, ji kadroyê herî jêr heyanî digehe yên herî jor mîna Qarayilan, û jêre bibêjîn: çima hûn xebata siyasî û çekdarî dikin? Bêy yek û du wê bibêjin, em ji boy kurd û Kurdistanê xebatê dikin, ev bersiveke pirr xweşe û kenê têxe ser rûyê her welatparêzekî, ji boy vê jî hejmarek herî zor ya keç û xortên kurdan ji ber vê gotinê tevlî refên wan bûne û dest ji jiyana xwe hilgirtine û bûne gerîla.

Lê belê, dema ji wan kadroyan re dibêjî: gelo hûn nabînin ku stratejiya serokê we bo we danî ti girêdana xwe bi kurd û Kurdistanê ve nîne, ji bilî qonaxa sala 1981 heyanî 1986an? Demildest wê te bi xayîn û paşvero û nezan bi nav bikin.

Stratejîya ku Ocalan ji partî û alîgirên xwe re danî mîna kefa nîskê ye, carna bilind dibe û carna jî nizim dibe, mîna dayîkek neşareza di çêkirina nîskê de, dema nîska nekelî dadine ber zarokên xwe û jê re dibêje, ev nîsk pirr xweşe, zarok jî ji neçarî û ji tirsan de wê nîska nexweş dixwen, PKK’eyî jî mîna wan zarokane, ji tirsan de û bi neçarî ketine bahoza serokê wan çêkirî de, ew dizanin ku xebata wan ti girêdana xwe bi kurd û Kurdistanê re tuneye, lê PKK’eyî bi neçarî wê stratejiyê dipejirînin.

Di beşê duyemîn ji gotara xwe de ezê diyar bikim ka çewa stratejîya serokê PKK’ê mîna kefa nîskê ye.

Pustên heman beş