PKK û DAIŞ li Şengalê

PKK û DAIŞ li Şengalê

PKK ji Êzîdîyan çi dixwaze?

Bê şik Kurdên Êzîdî beşek ji dîroka me ya kevnar in û kurdên xwecihî ne. Hewl didin bi her awayî nasnameya xwe ya Kurdayetiyê biparêzin. Ji bo vê jî rastî gelek astengiyên mezin hatin, lê dev ji nasnameya bernedan û hêj parastina nasnameya xwe ya resen dikin. Lê piştî tunebûna DAIŞê li Şengalê, Êzîdî hê jî bi destê alternatîfa DAIŞê ku PKK ye de nava êşê giran de dijîn.

Di nava 10 salên ku PKK li Şengalê ye, ji xeynî wêrankirinê tiştek nedaye Êzîdîyan. Êzîdî di karesateke mezin re derbas bûne û di nav birîneke mezin a ku nehatî dermankirin de dijîn. Lê PKK roj bi roj birîna Êzîdîyan girantir dike û hewl dide bi awayên curbecur komkujiyên zêdetir bîne serê wan.

Heta niha li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, PKKê zêdetirî 500 xort û keçên Êzîdî revandine, li herêmên di bin kontrola xwe de li Metîna, Gare û Zapê wan perwerde dike û piştre jî ji bo biratiya gelan wan dide kuştin. Yên ku îro li Şengalê di bin navê YBŞê de çekdarên PKKê ne, nîvê van ew Ereb in ku di sala 2014an de bi DAIŞê re Êzîdîyan qetil kirin. Sedema sereke ya ku Êzîdî piştî 10 salan hîn jî nikarin vegerin warê xwe, hebûna terorîstên PKK û milîsên din ên çekdar li herêmê ye.

Lê armanca sereke ya hebûna terorîstên PKK li Şengalê ew e ku Êzîdîyan ji Kurdan cuda bikin û ji bo vê yekê jî hewlên curbicur didin. Yên ku di van rojên dawî de li parlamentoya Iraqê kampanyayek ji bo naskirina Êzîdîyan wek neteweyeke serbixwe dane destpêkirin, kesên PKK û Heşdî Şebî ne, ku berê tev Baasî bûn. Ew jî ji 200 kesan kêmtir in. Lê li pişt wan kesayetên Şiîe hene ku bi şev û roj li Bexdayê dijminatiya Kurdistanê dikin. Hinek berpirsên YNKê yên Mûsilê jî di nav vê lîstikê de ne. Lê belê daxuyaniya Meclîsa Rûhanî ya Êzîdîyan û kesayetên Êzîdî yên cîhanê ev xeyala PKKê pûç kirin.

Mesele ya cewherî livir ew e ku ger çareserî neyê dîtin PKK dê di pêşerojê de planên din ên xeternak li dijî Êzîdîyan amade bike. Tenê armanca hebûna PKKê ya li Şengalê ew e ku bi qedera Êzîdîyan re bilîze û wan ji Kurdan dûr bixe. Stratejiya vê planê zanîngeha Êrîvanê ya Ermenîstanê ye û hemû dagirkerên Kurdistanê jî tê de beşdar in.

PKK çima li Şengalê ye?

Dema ku PKK li cihekî bi cih dibe, bi rêgez û plansaziyên qayîm diçe wir û ajandeyên ku jê re hatine diyarkirin pêk tîne. Her çendî gelek caran sedemên hebûna PKKê li Şengalê di warê siyasî û leşkerî de hatibe axaftin jî, lê hebûna PKKê li Şengalê ji van gotûbêjan gelek kûrtir e. PKK wek rêxistineke taşeron ya dagirkerên Kurdistanê li ku tê wezîfedarkirin wê bi dilsozî erka xwe pêk bîne.

Şengal herêmeke stratejîk e, di warê leşkerî û sînor de xwedî girîngiyeke taybet e. Bi taybetî ku Iraq û Sûriyê bi hev ve girêdide. Îran ji mêj ve xewna kontrolkirina herêmê bi kartên curbecur ên siyasî û leşkerî bi taybet bi rêya milîsan dibîne, lê heta niha bi ser neketiye. Armanca Îranê ew e ku di rêya Şengalê re xwe bigihîne sînorê Rebîa û ji wir jî alîkariya darayî û lojîstîkî bide çekdarên xeta Hîlala Şiî li Sûriyê, Lubnan û Yemenê. Ji ber vê yekê beriya ku di sala 2014an de Şengal ji aliyê DAÎŞê were dagirkirin, li Suriye PKK hatibû erkdar kirin da ku piştî êrîşa DAIŞê were herêmê û li wir bi cih bibe. Ji ber ku haya Îranê ji vê plana DAIŞê beriya her kesî hebû. Belgeya herî zelal jî ew e ku DAIŞê ne li hundir û ne jî li derve yek êrîşeke leşkerî li dijî Îranê pêk neaniye. Di yek xetê de Îran hedef negirtiye. Reva artêşa Iraqê ji van herêman û hiştina wan ji bo DAIŞê jî di çarçoveya vê planê de bû. Îran yek ji wan welatan e ku li pişt DAIŞê ye, lê bi awayekî veşartî û taktîkî.

Aliyekî din ê hebûna PKKê ya li Şengalê plana Ermenîstanê ya cuda kirina Êzidiyan ji neteweya Kurd û çêkirina pevçûneke mezin e. Ermenistan bi salan e hewl dide Êzîdîyan ji Kurdan dûr bixe û wan wek ne Kurd û miletekî cuda nîşan bide. Ev plana ku dibêje Êzîdî ne Kurd in, di esasê xwe de planeke ermeniyan e û demeke dirêj e li herêmên di bin erdnigarîya Kurdistana Sor de tê meşandin. Beriya ku PKK rêxistina terorîstî ya Tirkiye, Îran û Sûriyeyê be rêxistineke terorîstî ya Ermeniyan e û berdewama rêxistina terorîstî ya Assala ye. Mejî û stratejiya PKKê mejî û stratejîya zanîngeha Êrîvanê ye. Serkirdeyên PKK jî bi piranî Ermenî ne. Ji ber wê jî ji ber ku dagirker PKKê bi hev re bi kar tînin, Ermenîstan jî li Şengalê ji bo cudakirina Êzîdîyan ji neteweya Kurd PKKê erkdar kir. Ev hewla ku di van rojên dawî de li parlamentoya Iraqê bi rêya çend kesan hat kirin, di çarçoveya vê planê de ye.

Ger hûn dixwazin stratejiya hebûna PKKê bizanibin, divê beriya her tiştî Ermeniyan baş nas bikin.

Sedemeke din a hebûna PKKê li Şengalê daxwazên dewleta Tirk a dagirker ji PKK’ê ye. Bi salan e PKK artêşa Tirk dikişîne Kurdistanê û cihên stratejîk radestî dewleta Tirk dike. Li kuderê PKK bi cih bibe, di dawiyê de Tirkiye wê bi hinceta terorê êrîş bike û dagir bike. Ev stratejî di eslê xwe de li Enqereyê hat pêşxistin û PKK jî avakirina vê stratejiyê hêsan dike. Ger em li sînorê Başûr û Bakûrê Kurdistanê binêrin, ew cihên ku berê PKK lê hebûn, niha piraniya wan di destê dewleta Tirk de ne. PKK bêyî şer ev herêm ji artêşa Tirk re hiştine. PKK wek rêxistineke taşeron bi dilsozî erka xwe ya ji bo xwediyên xwe pêk tîne. Di mijara Şengalê de jî heman armancê PKKê heye û rê li ber artêşa Tirkiyê vedike ku li Şengalê operasyonên leşkerî pêk bîne û bi behaneya terorê derbasî Şengalê bibe. Berê jî dewleta Tirk gelek caran bi balafirên keşfê êrîşî Şengalê kir û xelk qetil kir. Yên ku derbarê kes û wesayîtên bombebarkirî yên li Şengalê de agahî didin Tirkiyeyê dîsa fermandar û rêveberên PKK’ê ne. Ji ber ku di nav PKKê de ji 5 kesan 3 kes endamên MÎTa Tirkiyê ne.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan çendîn caran gotiye, îhtimal heye di pêşerojê de bi hinceta terorê operasyoneke leşkerî li ser Şengalê pêk bînin.

Aliyê çarem ê hebûna PKKê li Şingalê girêdayî plana hikûmeta Iraqê ye ku artêşê vegerîne van deveran. Iraq bi rêya milîsan derbasî Şengalê bûye û PKK jî di bin navê YBŞê de bûye beşek ji hêzên leşkerî yên milîsan. Hikûmeta Iraqê hîn jî di bin serweriya Îranê de ye û ya ku li Iraqê biryarê dide Tehran e. Cîbicîkirina peymana Şengalê jî bi vê mijarê ve girêdayî ye. Ji ber ku Îran naxwaze PKK li Şengalê derkeve. Ger PKK li wir nebe nikare planên xwe pêk bîne û wê têk biçe.

Berê jî gelek caran serkirdeyên YBŞê yên Şengalê di televizyonên ser bi PKKê de axivîn û bi eşkere amaje bi wê yekê kiribûn, ku eger ne PKK li van deveran bûya, hikûmeta Iraqê nedikarî vegere Şengalê û ala Iraqê bilind bike. Heta ku PKK derbasî Şengalê nebibû, li Şengalê tenê Pêşmerge û ala Kurdistanê hebûn.

Her şervanekî YBŞê mehane 500 dolar mûçe ji Heşdî Şebî distîne. Di dema hatina DAIŞê de ji bo Şengalê, Ereb ên ku bi çeteyên DAIŞê re Êzîdîyan qetil kirin, niha piranî PKKyî ne û endamên YBŞê ne. Yanî PKK penageha wan terorîstan e ku berê Êzîdîyan qetil kirin.

Bi vî awayî em digihêjin wê encamê ku PKK ji ber çar sedeman li Şengalê ye:

1-vekirina rê li ber berfirehkirina Xeta Hîlala Şiî ya bi serkêşiya Îranê.

2-bi cih anîna plana Ermeniyan a ji bo veqetandina Êzîdîyan ji Kurdan.

3-rê vekirin ji bo dewleta Tirk da ku di bin navê terorê de têkeve Şengalê û dagir bike.

4-alîkariya hikûmeta Iraqê bike ji bo vegerandina artêşa Iraqê ji bo van deveran.

PKK û DAIŞ, komkujiya gundê Koço

Di sala 2014an de dema DAIŞê êrîşî sînorê Şengalê kir, bi alîkariya PKKê li gundê Koço komkujiya herî mezin li dijî Êzîdîyan pêk anî.

Dema DAIŞê êrişî Şengalê kir, nêzîkî 4 hezar Kurdên Êzîdî û Misilman li gundê Koço asê mabûn û nekarîn birevin.

Wê demê şandeke leşkerî bi serokatiya serleşkerê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî çû cem Amerîkiyan.

Babekir Zêbarî ji şandeya Amerîkiyan re dibêje: ger wan rizgar nekin wê komkujiyeke mezin pêk were.

Amerîkiyan ji Babekir Zêbarî re dibêjin: em dikarin derdora gund bombebaran bikin, eger em van xalan bombebaran bikin dê DAIŞ vekişe û derkeve.

Ji bo wê mebestê jî piştî wê yekê Amerîkiyan çûne Çiyayê Şengalê bo çavdêriyê û bombardumankirina DAIŞê.

Di wê demê de Amerîkiyan dixwestin biçin gundê Koço û xelkê rizgar bikin, lê gerîlayên PKKê hatin wir, alayên xwe bilind kirin, komîteya leşkerî ya Amerîkayê dan ber keviran û nehiştin derbasî gund bibin. Piştre komîteya leşkerî ya Amerîkayê vedigerin û ji Babekir Zêbarî re dibêjin: Çima we ji me re negot ku terorîst li wir hene?

Babekir Zêbarî dibêje: Terorîstê çi?

Emerîkî dibêjin: erê terorîst hene û em dane ber keviran.

Amerîkiyan ji ber astengiya terorîstên PKKê nexwestin xelkê gundê Koço ji destê DAIŞê rizgar bikin.

Piştî vê yekê DAIŞê êrîşî gund kir û komkujiya herî mezin li gund pêk anî. Zêdeyî 1300 kes kuştin û winda kirin.

Berpirsiyarê sereke yê vê qetlîamê PKK ye ku bi zanetî nehişt ku Amerîkiyan gundiyan rizgar bikin û alîkariya DAIŞê kir ku xelkê komkujî bikin.

Gundê Koço 18 kîlometre dûrî navenda Şengalê ye. Piraniya xelkê wira Kurdên Êzîdî û Misilmanên ji eşîra Mentik bûn.

Peymana Şengalê û astengî

Di sala 2020ê de rêkeftina Şengalê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin. Li gorî peymanê divê hemû hêzên çekdar ji Şengalê derkevin û desthilatdariya leşkerî ya li bajêr radestî polîsên herêmê bê kirin. Peyman bi rizamendiya UNAMI û hevpeymanan pêk hat.

Lê belê heta niha peyman nehatiye cîbicîkirin û li şûna xwe ye. Cîbicî nebûna rêkeftinê pirsgirêkan kûrtir kiriye û bûye astengiyek mezin li pêşiya vegera xelkê Şengalê. Di heman demê de, sûdmendên sereke yên cîbicî nebûna vê rêkeftinê terorîstên PKK û milîsên çekdar ên girêdayi Îranê ne. Ji ber ku li herêmê revandin, kuştin û çekdarkirina zarokên ji 18 salî biçûktir didomînin. Hebûna PKKê li Şengalê metirsiya herî mezin li ser Êzîdîyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku PKK ji bo pêkanîna xwesteka dagirkeran li Şengalê ye û dixwaze ku qirkirineke din li ser Êzîdîyan pêk bîne. Îran ku li Iraqê hêza herî mezin e, rê nade ku ev peyman were cîbicîkirin. Ji ber ku derketina PKK û milîsên din li Şengalê, berî her tiştî şikestineke mezin a Îranê û têkbirina plana Tehranê ye.

Eger cîbicî nebûna rêkeftinê berdewam be, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê mijarê bigihîne Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayişa Navdewletî. PKK rêxistineke terorîst a navneteweyî ye û li ser jiyana şêneyên herêmê xeterî ye. Lewma divê ev pirsgirêk bi qanûnên navneteweyî bê çareserkirin û Êzîdî vegerin warê xwe.

Heta ku teror û terorîst li herêmê hebin, aramî çênabe.

Dilovan Ali

Pustên heman beş