Êzdî êzdîne..!

Beşa duyemîn

Simko Ebdulezîzî

Beşa duyemîn

Heyanî hest û hizr û zimanê kurdî hebe, wê cîyopoletîka Tirkiyê, Îran, Îraq, Sûriyê û Rûsyayê di metirsiyê da be, ev yek bûye mijara sereke ya vekolerên siyasî û saziyên îstixbaratî yên van dewletan û berdewam civînan di derbara çewaniya berhingarbûna vê metirsiyê lidar dixin.

Qonaxa yekemîn ya berhingariya wan:

Paş şerê cîhanî yê yekemîn û duyemîn û dirustbûna dewletên (Îraq, Sûriya, Îran), van dewletan bi awayekî berdewam civîn lidar dixistin ji boy çewaniya berhingarbûna pirsgirêka kurdî di nava welatên xwe de, wan biryar dan bi rêyên leşkerî û li gor destûrê bingehîn yên welatên xwe li dijî kurdan bisekinin, di encam de tev cureyên çekî li dijî kurdan bikaranîn, bi awayekî pirr hov li dijî kurdan sekinîn, çekên qedexekirî yên weke çekên kîmyewî li dijî kurdan bikar anîn, li hember vê dijminkarîya wan gelê kurd zêdetir li ber xwe da û kurd bûna xwe parast, rola rêxistinên siyasî di nava wan de zêdetir bû û şoreşên netewî di nava kurdan de ber bi zêdebûnê ve çûn, di vê rêyê de hejmareke zêde ya kurdan xwe kirin cangorî ji boy welatê xwe û kurdan zindanên ku cîhên êşkenceyê bûn ji xwe re kirin mezintirîn xwendingehên geşekirina hizra netewî.

Ango bernameya ku saziyên îstixbaratî yên dewletên kolonyalîst ên Kurdistanê ji boy tunekirina kurdan danîn ti encameke dilxweşker ji wan re neanî.

Qonaxa duyemîn ya berhingariya wan:

Paş ku di qonaxa yekemîn de rastî şikestinê hatin, ber bi qonaxa duyemîn ve çûn, di vê qonaxê de biryar hat dayîn ku li şûna hêza req bi hêza nerm û bi şêwazên cuda cuda weke rêyên siyasî û perwerdeyî li dijî kurdan tev bigerin.

Di vê qonaxê de, dewleta tirk hemû hêza xwe bikar anî ku kurdan weke Tirkên çiyayî bide naskirin, Îranê jî hewl da bi jêk cuda kirina kurdan weke yek netewe bi hinceta hebûna hin devokên cuda di nêvbera wan de nakokiyan dirust bike, ez dikarim bibêjim ku heyanî radeyekê Îran di vê pirojeya xwe de serket.

Ji aliyê xwe ve dewleta Îraqê di destpêkê de ragihand ku kurd Cinin (Ecne)ne û çendîn gotinên çêkirî yên îslamê ji boy îspata vê axavtina xwe anîn, pey re bi biryarekî gotin Êzidî Ereb in û li herêmên Êzidiyan (Cil, Ziman û Perwerde) bi cultura Erebî li ser wan sepandin, ji aliyekî din ve di nava civaka Ereb de û bi taybetî li başûrê Îraqê wisa belav kir ku kurd mirovan dixwen û serê mirovan ji laşê wan cuda dikin, ev derew bi awayekî belav dikir ku hejmarek zêde ji Ereban yên ku kurd bi başî nas nedikirin ji kurdan pirr ditirsiyan û ew wêrekî nedikir werin cîhên kurd lê jiyan dikin.

Dewleta Sûriyê jî biryarek derxist û tê de ragihand, kurdên li Sûriyê jiyan dikin qereçin û ew ji mafê hebûna (nasname, xwendin, mulkdariyê û hwd…) bê par kirin.

Her wiha Îranê bi hevkariya bi Ermenistanê re hewl da Êzidiyan weke neteweyeke serbixwe û cuda ji kurdan bidin naskirin, niha li Ermenistanê Êzidî weke netewe hatine qebûlkirin û ala û hêza xwe ya taybet di çarçoveya Ermenistanê de heye.

Îranê bi alîkariya Tirkiyê bernameyek danî ku Zaza û Laz weke du neteweyên serbixwe bidin naskirin, niha beşekî mezin ji Zazayan xwe weke kurd nas nakin, xwe weke Zaza nas dikin, lê di binekoka xwe de ew Kurd in bi tenê devoka wan cudaye, Zaza û Laz ji aliyê merîfî ve xwe bi Elewî didin naskirin û ev jî bûye palderek ku niha Îran hewl dide wan bi Şîeyan ve girê bide û ev jî derbeyeke stratejîk e ku Îranê li Tirkiyê xistî û di qonaxên dahatî de wê verêja vê derbeyê li ser Tirkiyê xuya bibe.

Bi kurtî û kurtasî, niha saziyên îstixbaratî yên van welatan hêza nerm li hember netewa kurd bikar tînin û cîhê daxê ye ku niha beşekî kurdan çi b zanebûn be yan na yên bûye amûrên cîbicîkirina vê hêzê.

Pustên heman beş