BARZANÎ Û RÊBAZ

Kurdistan Barzanî û rêbaz

Bûbê Eser

Em kurd tim behsa rêbaza Barzanî dikin. Ji vê jî em fêm dikin ku rêbazek ango felsefeyeke ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê ji teref Barzaniyan hatiye amade kirin. Bi amadekirina vê jî hemî şoreş û berxwedanên bi serpreştiya Barzaniyan pêk hatine li gor xalên vê bi rêve çûne û diçin.

Ew Barzaniyên ku ewqasî ji bona me kurdan tekoşîn û berxwedan dane. Ewqasî şoreş kirine. Ew Barzaniyên ku ji bona me kurdan rêbazek ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê pêk anîna, kî ne? Helbet piraniya kurdan û cîhan dizanin ku ew kîne. Lê min dîsa xwest vê jî hinekî vekim.

Hûn ya rastî bixwazin kurdên ku Barzaniyan nasnekin nemanin û piraniya kurdan jî wê rêbaza pîroz dizanin û dinasin. Kar û xebatên Barzaniyan ji bona gelê xwe kirine, bi zelalî û eşkereyî tê zanîn. Çi dema Barzanî tê bi navkirin kar û xebatên ji bona azadiya Kurdistanê tê bîra kurdan . Her weha dema mirov dibêje Kurdistan jî yek ser Barzanî dikevin bîra me re. Ji ber ku di dîroka Barzaniyan de serîhildan û berxwedana ji bona gelê kurd cihekî taybet digire. Her wê ev taybetî heta ku cihan hebe, dê cihê xwe di dilê her kurdekî de biparêze.

Lewra Barzaniyan di dilê piraniya kurdan de cihekî xwe yê pîroz û taybet heye. Ji ber vê ye dagirkerên welatê me tim xwestine ku wê taybetmendiyê ji dilê kurdan derxe. Ji ber vê bû ku wan şer û pevçûn li hember Barzaniyan dikirin. Gelek Barzanî û bi taybetî jî kurd kuştin. Hin li sêdarê xistin, hin di zindanên xwe de rizandin. Û taliya talî jî bi giştî 8000 zilamên Barzaniyan enfal kirin. Lê dijminan û hevalbendên wan tu caran jî nikarîbûn Barzaniyan biqedîne, tune û bêdeng bike.

Ji ber tekoşîn û berxwedana Barzaniyan bû ku wan di her maleke kurdan de hêlina xwe danîbûn û di wê hêlînê de ji bona doz û mafê kurdan, ji bona azadiya kudistanê dersên perwerdahiyê didan gelê xwe, heval, hogir û endamên xwe. Kesên ku ew perwerdahî digirtin, bi rûhiyeta xwe ya kurdistanî dihesiyan, dijiyan û şerê azadiya gelê xwe bê tirs didan û didin.

Ji ber ku ew kesên bi rêbazê mezin bibin û bi wê perwerdahiyê bêne perwerdekirin, wê bi aqiliyeta xwe, bi bîr û bawriyên kurdewarî mezin bibin. Ji bona vê ye ku Barzaniyan tim tirs xistiye û dixe dilê dagirkeran. Loma jî Barzanî tim ji dagirkeran û hevalbendin wan re bû bû xeter. Vê xeterê heta ku başûrê Kurdistanê azad bû berdewam kir.

Piştî azadiya başûrê kurdistanê fêm kirin ku wê nikaribin Barzaniyan ji holê rakin. Bi gotineke din Barzaniyên ku ev sed salin li dij her çar dagirkeran şerê hebûn û nebûna kurdan didan bi ser ketin. Ji ber vê bû ku êdî dagirkeran taktîkên şerê xwe yên li hember Barzaniyan guherîn…

Em vegerin û pirsekê ji xwe bikin bû bêjin, Barzanî kî ne? Barzanî ne eşîrek e. Ew ji konfederasyona heft eşîran pêk hatiye û Barzan bi xwe jî navê gundekî ye. Barzanî û binemala Barzaniyan ku ji terîqeta neqşîbendî bûn û serokatiya dînî û neteweyî kirine. Ji  ber edalet û wekheviya di nava wan de, eşîrên din xwe dane dora wan û konferasyonek çêkirine. Ew konfederasyon bi navê Barzaniyan tê zanîn. Aha Barzanî ev in.

Lewra jî devera Barzan ji bona Barzaniyan û kurdan tim bûye weke sîwanekê ku hemiyan di bin wê de yekîtiya xwe pêk anîne. Ew dever bûye weke keleheke kurdperweran ku tim nerazîbûna xwe li dij rejîmên Iraqê û hemî dagirkeran diyar kirî ye.

Dema ku mirov bala xwe dide dîrokê, tê dîtin ku dagirkerên Kurdistanê yên her çar perçan tim jî li gel hev û bi hevre xwestine vê konfederayonê ango Barzaniyan ji holê rakin. Bi taybetî Seddam xwestibû devera Barzan binav bike û hemû Barzaniyan jî ji wir derxe ango vala bike. Wan bikuje, enfal bike ango bi jenosîdekê wan tune bike.

Dagirkeran û bi taybetî Seddam bawer dikirin ku dema ew Barzaniyan biqedîne wê tekoşîna gelê kurd jî bi dawî bibê. Di vê nerîne xwe de bi heq bûn. Ji ber ku daxwaza Barzaniyan û bi taybetî ya nemir Barzanî ew bû ku welatê xwe ji bin destê dagirkeran azad bike. Ji ber vê jî qet nesekinî, teslîm nebû, heta taliya jiyana xwe, ji bona gelê xwe, ji bona xelkê xwe, di nava tekoşîna ji bona azadiya welatê xwe de kar û xizmeta gelê xwe kir. Bi vê jî rêbazeke ji bona me amade kir. Loma kurd jî dibêjin rêbaza Barzaniyê nemir.

Saddam bi hêrseke mezin xwest Barzaniyan biqedîne. Ji ber vê wî di 31.07.1983an de biryara jenosîda Barzaniya da û 8000 zilamên Barzaniya ji nava malbatên wan derxist û bir cihekî ne diyar. Lê wî bi wê kiryarê ne tenê 8000 Barzanî binax kir. Di eslê xwe de ew gelek heşt hezar bûn. Ji ber ku Barzaniyan dizanîbûn ku dara azadiyê bi xwînê tê avdan. Ji ber wê jî şerê hebûn û nebûna kurdan li gor wê, bê westan li hember her çar dagirkeran bê navber û rawestandin domandin.

Pêwîst e hemî kurd li gel hev di dadgeha navneteweyî de ji bona Enfalkirina miletê kurd û Barzaniyan weke bûyereke jenosîd di qada navneteweyî de bidin qebûl kirin. Kar û xebatê bikin. Dijmin çiqasî ji Barzaniyan aciz bûn, divê em jî ewqasî ji wan û ji wê rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir daniye, hez bikin. Hezkirina Barzaniyan tê wateya xwedî li welatê xwe derketanê.

Lewra Barzaniyan baş fêm kiribûn û dizanîbûn; bê rêbaz milet nikare azad bibe. Ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê wan kurd kirin xwedî rêbazekê. Îro kurd li başûrê Kurdistanê fêkiyên wê rêbazê dixwin…

 

Pustên heman beş