PKK’ê qebûl nekir ku herêmê radestî pêşmergeyan bike lê îro leşkerê Tirk bê ku kesek guleyekê berdê li gundê Kêste digere

PKK’ê qebûl nekir ku herêmê radestî pêşmergeyan bike lê îro leşkerê Tirk bê ku kesek guleyekê berdê li gundê Kêste digere

Leşkerên Tirk li herêma Berwarî Bala dest bi êrîşeke nû kirin. Li derdora gundê Kêste digere, zend û milên xwe dihejîne, di navbera gundên Babirê û Belizane de binkeyên kontrolê danîne. Berwarî Bala, ev xaka di hembêza Behdînan de, ku gund û zozanên herî xweş ên Kurdistanê lê ne, ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin. Xelkê deverê acize, ciwanên Kurd duh bi şev li gundê Kêste ala Kurdistanê bilindkirin.

PKK berpirse ji leşkerên Tirk yên li Berwarî Bala

PKK, HPG û hemû pêkhateyên wê ku bi salan ji vê herêmê re dibêjin “Herêmên parastina medya, qadên gerîla” dengê xwe dernaxin, yek guleyê jî naavêjin leşkerê Tirk. Ma ne hûn bûn we digot, ev der “herêmên gerîlane, qadên Parastina Medyane” lê îro yek fîşekê jî hûn nikarin biteqînin. Ma ne hûn bûn we digot em ji bo parastina xelkê li virîn? pa ka hûn? Tirk hatin we jî bazda çiyayê Gare. Bê ku KCK’e ji vê rewşa tê de şerm bike bang li “Gelê Başûrê Kurdistanê” dike û dibêje li dijî dagirkeriyê serî hildin. Ev helwesta PKK’ê xiyanet, bêrûmetî û newêrekî ye. Di sala 1985’an de dema Mahsûm Qorkmaz hê dijiya PKK’e li vî gundî bû. Piştî salên 1990î li derdora vî gundî bi dehan kamp hatin avakirin û her kesê ku diçû wî gundî di binkeyê kontrolê ya PKK’ê re derbas dibû. PKK ew girê ku 30 salan di destê xwe de girtibû, bêyî ku 30 saetan biparêze radestî Hêzên Çekdar ên Tirk kir û revîya. Ev rastî ya herêmê ye.

PKK’ê nexwest Pêşmergê Kurdistanê zinarê Kêste bigire

Di 23 ê Nîsana 2021’an de artêşa Tirk li herêma Berwarî Bala û Metîna operasyonek dabû destpêkirin. Di saetên ewil ên operasyonê de ku zinarê Kêste, dola Zendure, Hiror heta Serî Zêrî girt. Sînorê Qeşûra û Berwarî jorî ji hev hat qutkirin. Hêj operasyonê destpê nekirî Hêzên Pêşmerge peyamek ji PKK’ê re şandibû û gotibûn “Ji herêmê dûr bikevin da ku werin em bi cih bibin, da ku artêşa Tirk neyê.” Lê PKK’ê çi kir? got “Em ê hatina Pêşmerge weke îlana şer bihesibînin” û hatina Pêşmerge red kir. Çi bû, PKK ku hêzên pêşmerge qebûl nekir, ew navçe ji artêşa Tirk re hişt. Dema ku hêzên Pêşmerge nekarîn bigihin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Hêzên pasewanên Sînor ê Iraqê kir ku bên herêmê bi cih bibin. Di Gulana 2021’ê de li Kela Qumriye bi cih bûn. Eger Hikûmeta Kurdistanê ev gav neavêta, niha li Kela Qumriye artêşa Tirk hebû. Îcar heger îro li Berwarî jorî ala Tirka an jî ala Iraqê hebe, PKK sebebe û berpirsiyar e.

Eger pêşmerge biçûya gundê Kêste, da PKK bi mayîn û mûşekan êrişî Pêşmergeyan bike û bi dehan pêşmergeyan şehîd bike. Lê PKK yek gule jî bernade leşkerê Tirk.

Leşkerên Tirk ne ji Duhokê û ne jî ji Amêdiyê neçûne qada operasyonê

Çapemeniya PKK û hin nivîskarên wê wisa nîşan didin ku leşker ji deriyê sînor ê Xabûrê derbas dibin, ji Duhok, Amediyê derbas dibin û diçin Kêste, Şêladizê û nizarê Metînî. Tiştekî wiha tune. Ev leşker ji xeta sînor a ku PKK’ê daye Tirkiyeyê tên qada operasyonê. Ev leşker li ser rêya Qûleban,Elkê û Çelê derbas dibin. Ji wir belavî herêmê dibe. Cihên ku ev rêyên dualî lê hatine çêkirin û herêmên ku hêzên çekdar ên Tirkiyê baregehên daîmî lê çêkirine, hemû di destê PKK’ê de bûn û ew jî ji Hêzên Çekdar ên Tirkiyê re hiştin.

Tunêlên şer yên Murad Qarayilan li ku ne?

Kesê destê Qarayilan negirtîye heger bixwaze operasyonê bisekinîne bila bifermo. Bila biçe zozanên Colemêrgê, Deşta Faraşînê û li rêyên tên Başûr kemînan deyne û pêşiya operasyonê bigire. Heke te nekarî wisa bikî, qed çi nebe li gundê Arûş û aşûtê rêgirîyê li dijminî bike. Lê belê çeperê şer yê Qarayilan ekranên(şaşe) TV’yê ne. Qarayilan li ser TV’yê ket û cuta ji dijminî nahêle. Lê yek ji wan nake, tenê dibêje bila gelê Başûrê Kurdistanê li dijî kolonyalîzmê têbikoşe. PKK’eya ku ji bo dijî kolonyalîzmê şer bike, ji bo vê yekê çek hilgirt, lê niha dibêje bila gel şer bike. Gelê Bakurê Kurdistanê 40 sal in li pêşberî PKK’ê têdikoşe, niha jî PKK dixwaze li pişt gelê Başûrê Kurdistanê xwe veşêre.  

Bila PKK bifermot li pêş şer bike. Ka Qarayilanê ku digot me kelên bin erd avakirine? ka te digot şerê tunêla wê serkeftinê bîne? Hemû derewên Qarayilan eşkere bûn ku tunel cihê xwe veşartin û mişk kuştinê ne. Şervanên tunelê li ku ne, çima leşkerên Tirk nadin sekinandin? Divê yek rabe bibêje Qarayilan ey fermandarê bêşerm, te û partiya te 30 sal in çiyayên Metîna û Berwarî Jorî kontrol dikir, gelo çima tu naparêzî.

Bayik, Qarayilan û rêveberiya PKK-KCK’ê berpirsyar in Ji windakirina destkeftiyên Kurdan

KCK’ê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku PDK ji xwîna kur û keçên Kurdan berpirsyar e. Îcar kî berpirsiyarê Efrîn û Serê Kaniyê ye? Ger îro leşkerên Tirk li Berwarî jorî, Kêste, Kanîmasê, Sînya, Kurê Jaro, Sora Sigêrê bi aramî digerin, ma ne PKK berpirsyar e. Ti eleqeya vê bi Barzanî û PDK’ê re nîne.

PKK’ê tenê ji bo dirêjkirina temenê partiya xwe Kurd û axa Kurdan radestî dagirkeran kir.

Helwesta PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê, helwesteke ku destkeftiyên gelê Başûrê Kurdistanê li ser tepsiyeke zêr pêşkêşî artêşa Tirk dike, helwesteke îxanetê ye.

Pustên heman beş