Bê exlaqîya Salih Muslim nikare dastanên pêşmergeyan li Kobanê tomar kirîn binuximîne

Bê exlaqîya Salih Muslim nikare dastanên pêşmergeyan li Kobanê tomar kirîn binuximîne

Memet Mêrdînî

PKK’e bi tev rêxistin û partiyên ser bi xwe ve bi awayekî bê exlaqe ku ger kesek bixwaze di nava refên wan de bibe berpirsyar, fermandar yan jî kesekî diyar, çi bixwaze çi nexaze divê tev aliyên exlaqî yên xwe ji bîr bike û ji exlaq dûr bikeve û derewan bi berdewamî bike. Ji boy îspata vê yekê jî her kes dikare li çapemeniya PKK’ê binêre, her ku tu bêtir li çapemeniya PKK’ê binerî wê bêtir hîn bibî ev PKK’e partiyeke dije Kurd e û darê di destê dewletên kolonyalîst de ye ji boy xapandina kurdan û wendakirina destkeftiyên wan, roj naçe PKK’e di çapemeniya xwe de derew û bê exlaqiyan neke, ev derew û bê exlaqî çi bi navên nediyar bên kirin û nivîsandin, çi jî bi rêya berpirsên wê yên weke Kalkan, Qarayilan, Bayik û hwd… Yan jî kesekî nesalih yê weke Salih Muslim bê kirin, ti ferq nake.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD’ê) Salih Muslim di salvegera êrişa dagîrkeriyêya 25 Hezîranê de ku li ser Kobanê hate kirin ji ANF’ê ya PKK’ê re axivî, ew di hevdîtineke vîdeoyî de derket û 25 deqîqeyan bê sekinîn axivî, bas li kevir û dar û çûkên Kobaniyê û rola wan di rizgarkirina Kobaniyê de kir, lê bêy ku şerm û fedî bike, bêy ku exlaqê kurdan li ber çav bigire pirr bi rû qayîmî rola pêşmergeyên Kurdistanê di rizgarkirina Kobaniyê de bi ti awa bas nekir, ev ne cara yekeme berpirsên PKK’ê dixwazin rola pêşmergeyên Kurdistanê di rizgarkirina Kobaniyê de biveşêrin û xwe weke şêrên meydanê nîşan bidin, pêş niha jî çendîn caran ev yek kiriye, ji ber ku PKK’ê tev berpirs û kadroyên xwe agehdar kirine ku bi ti awa nabe bi başî basî pêşmergeyên Kurdistanê bikin, berevajî vê yekê wê bi tundî werin cezakirin.

Ji xwe bêy ku pêwîstiya kurdan bi gotinên berpirsên PKK’ê hebe, her kes baş dizane ku di azadkirina Kobanê de rola pêşmergeyên Kurdistanê roleke sereke û herî girîng bû, bi awayekî ku mirov dikare bibêje ger pêşmergeyên Kurdistanê derbasî Kobaniyê nebûban bi ti awa Kobaniyê ji destê DAIŞê rizgar nedibû. Herwiha vê yekê hêviya ji bo destpêkirineke nûjen û hevkariya navbera rêxistinan de jî xort kir. Lê Salihê ne Salih û yên weke wî, vê yekê ji xwe û partiya xwe re xeterî dibînin, loma bi vî awa li dijî pêşmergeyan disekinin û rojane di çapemeniya xwe de êrîşî ser pêşmerge dikin.

Salihê ne Salih basî “Biratiya Gelan” ku di esas de mirov dikare weke “xulamtiya kurdan ji Tirk, Ereb û Eceman re” bi nav bike, dike, basî demokratîzekirina dewletên dagirker jî dike, lê belê ji boy ku biratiya di nêvbera kurdan de çênebe û ya heyî jî were hilweşandin basî rola pêşmergeyan di rizgarkirina Kobaniyê de nake.

Haydî em li dîrokê vegerin û li bîra xwe û Salih Muslim û tev berpirsên PKK’ê yên “ne Salih” bînin ka Kobaniyê çewa rizgar bû û rola pêşmergeyan di rizgarkirina Kobaniyê de çi bû. Di 22 Cotmeha 2014’an de li ser fermana Serok Barzanî bi proje biryara hejmar 28 biryar hat dayîn ku pêşmerge ji boy rizgarkirina Kobaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê û piştre Kobaniyê bibin, di 28 Cotmeha heman sal de yekemîn hêza pêşmerge ku ji 150 pêşmergeyan pêk dihat bi çekên xwe yên gran ve di nava sînorê dewleta dagirker a Tirkiyê derbasî Rojava Kurdistanê bûn, ev yekem car bû ku hêzeke Kurdan bi awayekî fermî li ser axa yek ji mezintirîn dujminên kurdan re derbasî parçeyeke din bibe ji boy alîkarîkirina birayên xwe, dema pêşmerge derbasî Kobaniyê bûn bi tenê 20% ya Kobaniyê di destê şervanan de mabû, DAIŞê 80% ya vî bajarê kurdan dagîr kiribû.

Çûna pêşmergeyan ji aliyekî ve bû sedema bilindkirina morala şervanan û ji aliyekê din ve bi gihiştina pêşmergeyan û çekên wan yên giran her tişt hat guherîn, şervan ji rewşa bergiriyê ketin rewşa êrîş birinê, pêşmergeyan wek hêzeke piştevanî dest bi topbaran kirina navendên terorîstan kir û di demeke herî kêm de, karîn çeteyên DAIŞê paşde bibin û bajarê Kobanê ji ketinê biparêzin.

Pêşmergeyên Azadiya Kurdistanê di dema 25 rojan da karîn 65% ji xaka bajarê Kobanê ji dest DAIŞê rizgar bikin, di dema 45 rojan de jî bêtir ji 85% ji wê rûbera di dest terorîstan de rizgar kirin, li dawiyê bi berxwedaneke bê hempa ku 7 mehan dom kir pêşmergeyan mohra rizgariyê li bajar xist û vegerîn Kurdistana azad.

A min di derbara pêşmergeyên Kurdistanê û rizgarkirina Kobaniyê ji dest DAIŞê bas kirî bi tenê dilopeke ji wê behra canfîdayî û xebata van lehangan ji boy rizgarkirina vî bajarê Rojava Kurdistanê ku niha berpirsên PKK’ê bi “Bakur Rojhilatê Sûriyê” bi nav dikin, encam dayî.

Li dawiyê ji “Salih”ê ne Salih re dibêjim, gotineke kurdî heye ku dibêje, “bi bêjîngê rê li tîşkên rojê nayê girtin”, loma tu û partiya xwe jî nikarin bi basnekirina rola pêşmergeyên Kurdistanê di rizgarkirina Kobaniyê de vê rastî binuximînin û di mejîkê kurdan de bidin jibîrkirin.

Pustên heman beş