Di rêbazê de dezgehên neteweyî!!!

Di rêbazê de Îdrîs Barzanî!!!

Bûbê Eser

Miletek bi dam û dezgehên xwe dibe dewlet. Bi hêz û qaweta xwe dibe navdar. Bi demokrasî û însanetiya xwe dibe mirovhêz.

Piştî danîna rêbaza pîroz û pêkanîna xalên wê yên ji bona azadiya Kurdistanê, em Kurd jî li başûrê Kurdistanê kirine xwedî dewleta xwe. Ev dewleta me bi dam û dezgehên xwe yên fermi heye. Ev dewleta me li gor îmkanên xwe bi alîkariya brayên xwe yên perçên din ve radibe û çi ji destê wê tê, kirî ye û dike.

Her dewleteke li cîhanê xwediyê xwe û hin dezgehên însanî ne ku bi rê û saya wê destên xwe yên alîkariyê dighêjîne kesên pêwîstiya wan jê hebin. Di erdhêja ku 6.2.2023an ku li bakur û rojavayê Kurdistanê pêk hatibû, bi  hemî kêm îmkanên xwe Dezgeha Xêrwaziya Barzanî bi alîkariya brayên xwe ve rabû bû. Ji ber vê ye divê em jî ji vê dezgeha pîroz re bibin alîkar û bi xwedî lêderketandinê em wê bikin dezgeheke cîhanî.

Ji bona ku em jî di qada navdewletî de bibin xwedî dezgeheke mezin û bi hêz, divê li seransera dinyê ji kê çi qediya alîkariya DEZGEHA XÊRXWAZIYA BARZANÎ bikin. Ji bona ku em vê jî bikin weke Xaça sor ya navneteweyî, em vê bikin weke Amnestiya cîhanî.

Divê êdî em bi hêz, qawet û bi saya dezgehên xwe, bi kar û alîkariyên xwe, xwe bidin îspatkirin ku em jî weke her miletekî xwedî dam û dezgehên xwe yên fermi û nav neteweyî û cîhanî ne. Ji ber ku avakirin û xwedî li dam û dezgehên neteweyî derketandin, xalek ji xala rêbaza pîroz e.

Îro em Kurd li başûrê welatê xwe xwedî dewleta xwe ne. Ew dewlet jî xwedî dam û dezgehên xwe ye. Yanî êdî kurd ne bê xwedî ne. Ji ber ku asasê rêbazê li ser vê hatiye hûnandin. Lewra roj bi roj li başûrê kurdistanê vekirin ango avakirina dezgehên sivîl geştir û berfirehtir dibe. Ji ber ku hebûna dezgehên neteweyî, nigekî dewletbûnê ye. Ji ber vê ye ku ev jî weke xalekê di rêbazê de cihê xwe girtiye.

Helbet ev dewleta me ya hê jî  weke nîvdewlet e, bi rêya dezgehên xwe yên fermî, dê xwe bike dewleteke serbixwe.  Ew ê bi alîkariya brayê xwe, kurdên perçên din ve jî raba û  alîkariya wan bike.

Me dît, em dizanin ku di kareseta erdhêja nedîtî ya li bakur û rojavayê kurdistanê pêk hatibû, bê çawa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî bi alîkariya brayê xwe ve rabû û radibe. Vê dezgeha pîroz berî alîkariya dagirkeran bi alîkarî û xebata xwe, xwe gihişt brayê xwe. Kesên birîndar ji bin kavilan derxist û ji nû de jiyan da gelekan ji wan.

Carekê binerên û bibînin ku Barzaniyên li ser rêbaza pîroz hê nîv dewlet e. Bi vê nîvdewletbûna xwe jî bi alîkariya her sê perçên din ya brayê xwe yên kurd ve radibe. Ji bona alîkariya wan çi ji destê wê tê, dike. Ji ber ku dema tu bibe xwedî rêbazekê ew rêbaz jî dê bi alîkariya hemî brayên xwe yên kurdistanî ve rabe.

Divê kurd bizanibin û bibînin ku bê damezrandina dezgehên sivîl çiqasî girîn e. Ji bona vê girîngiyê ye ku ev jî weke xaleke girîng di rêbazê de cihê xwe girtiye. Loma divê kurd binerên û bibînin ku di wê keraset û erdhêja ku li bakur û rojavayê Kurdistanê pêk hatibû Dezgeha Xêrwaziya Barzanî bê çendîn alîkarî û anbulans ji brayên xwe re şandibû. Binerin û bibînin, bê ku wextê derbas bike, vê dezgeha pîroz bi hemî îmkan û hêza xwe ya nîvdewletî alîkariya brayê xwe kir û dike.

Gelo wan partî û kesên dijminatiya vê rêbaza pîroz û Barzaniyan dikin, ka heta niha ji gelê xwe re çi kirin û wê bikin? Ferqa Kurdistanîbûnê û hebûna rêbazê ev e. Divê êdî kurdên me vê baş bizanibin û fêr bibin ku dost û bra di rewşên dijwar de bi alîkariyên xwe têne nasîn.

Divê êdî kurd bi çavên xwe ferqa rêbaz û bê rêbazbûnê bibînin. Dema ev hate dîtin wê gavê her kurdekî ji welatê xwe hez dike, dê xwedî li rêbaz û dezgehên sivîl derkevin. Piştgirî û alîkariya başûrê Kurdistanê bikin da ku wir zû bighêje serxwebûna xwe. Ji ber ku bê dewletî mirin e.

Pustên heman beş