Li gundê Guherzê ku tê gotin navenda pevçûnên artêşa Tirk  û PKK’ê ye çi diqewime?

Li gundê Guherzê ku tê gotin navenda pevçûnên artêşa Tirk  û PKK’ê ye çi diqewime?

Duh bi şev topek li nêzî gundê Guherzê yê Nihêlîya ket. Di bûyerê de kuştî û birîndar çênebûn, ziyanên madî çêbûn. Herwiha ji ber ku demsala çandiniyê ye, welatî nikarin biçin nava bîstanên xwe. Îcar çima ev gundê ku hejmareke kêm şênî lê dijîn, bi taybetî di van mehên dawî de bû navenda pevçûnan? Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku gund ji ber tunela PKK’ê di zinarên nêzî gund de hatiye çêkirin tûşî alozîyê bûye.  Her wiha gundî we difikirin ku gerîlayên PKK’ê yên ji Sergelê derketine li derdora gundê Guherzê bi cih bûne.

Darka Mazî beriya salekê ev xeta pevçûn lê hatin veguheztin eşkere kir

Nakokîyên PKK û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê êdî li ser sînorên Bakur û Başûr nemane, lê nêzîkî 80 km di hundirê sînor de rû didin. PKK’ê herêmên ku ji salên 1990 î ve di bin kontrola xwe de bûn berdan. Navenda pevçûna artêşa Tirk û PKK’ê niha li ser rêya giştî ya navbera Amêdiyê-Dêrelok û Şêladizê ya ser bi Duhokê çê dibe.

Malpera Darka Mazî sala bihorî meha Tebaxê de nivîsek “çima pevçûnên PKK-artêşa Tirk li devera Dêrelok-Geliyê Reşave,Guherzê,Berçî zêde bûn?” belavkiri bû. Di nivîsa xwe de me eşkere kiribû ku hem PKK û hem jî hêzên çekdar ên Tirkiyê bi zanebûn nakokiyan gav bi gav ber bi vê deverê dizivirînin û sedemên vê yekê jî vegot in.

Sala borî PKK’ê li vê deverê êrişî hêzên Pêşmerge kiribû

Îsal ji meha Gulanê û pê ve ev herêm bû qada ku lê zêde dengê çekan tê bihîstin. Sala borî hêzên Pêşmerge ev navçe girtibûn û ji bo parastina ewlehiya gund û bendava wê deverê bi cih bibû.

Sala borî jî PKK’ê bi çekan bersiva hewlên Pêşmerge yên bo dûrxistina navçeyê ji şer û pevçûnan dabû lê PKK’ê bi roketan êrişî wesayîta Pêşmerge kiribû. Di wê demê de Fermandarê Giştî yê HPG’ê Murat Qarayilan tevlî televîzyona xwe ya bi navê Stêrk TV bû û bi gotina “Rêyên me digirin” ragihand ku ew ê êrîşî hêzên pêşmerge bikin.

Heger PKK’ê ew navçe bê astengî ji hêzên Pêşmerge re hêlaban, îro sivîlên wê deverê di nava vî şerî de nediman.

Gundê Guherzê dibe qurbanî yê tunela PKK’ê

Çavkaniyên herêmî dibêjin ku 3 sedem hene ku gundê Guherzê bûye hedefa topan. Ya yekem ewe ku di zinarên li aliyê Zapê li ser Guherzê tunelek PKK’ê heye. Li gorî zanyariyan, di dema ku topxaneyên Artêşa Tirkiyê li herêma Metîna devê vê tunelê dixin, gelek caran top li derdora gund dikevin. Tunela ku li nêzî Guherzê ye tunela dawî ya PKK’ê ya li herêmê ye.

Gundiyan diyar kirin ku rêveberiya PKK’ê ya Metîna di vê tunelê de maye û gelek caran telefon û amûran ji bo sewqê û karê rêveberiyê bi kar tine. Ew wesayîtên PKK’ê yên tên û diçin dibin hedefa Firrokeyên Tirka. Hemû êrişên hewayî li ser cografîyek teng tên kirin.

Kesên ji bo pereyan dixebitin gund dixin bin metirsî yê

Sedema duyemîn jî; Tevgera PKK’ê ya li gund û derdora wê ye. Li gorî gundiyan hinek kesên ku bi PKK’ê re bazirganiyê dikin, di berdêla pereyan PKK’ê bi otomobîlên xwe tînin û dibin. Her wiha ev kesên li gundên wekî Guherzê, Berçî û hwd ku ji karê xwarinê û hwd pereyan qezenc dikin, dibin sedem ku gund bibin hedefa artêşa tirk. Li gorî gundi dibêjin, PKK’e ji hin kesan re bi şertê ku wan bibin û bînin wesayîtan ji wan re dikire. Kesên ku tên û diçin gund ji ber ku yekîneyên kûrye, lojîstîk û hwd hene, bi piranî amûrên telefon û înternetê bikar tînin. Ev yek dibe sedema çavdêriya teknîkî û bi çekên wekî balafir, Dron û hwd dibin hedef. Gundî jî ji vê rewşê zirarê dibînin.

PKK’ê Sergelê berda

Di demên dawî de şewatên li gundê Sergelê û derdora wê derketibûn rojevê. Gundê Sergelê herêmeke ku PKK’ê ji sala 2008’an ve û bi taybetî jî piştî sala 2010’an weke navendeke têkiliyê bi kar di anî. Lê PKK di van du salên dawî de gav bi gav ji vê herêmê vekişiya. Bi taybetî artêşa Tirk di deh rojên dawî de li dijî gundê Sergelê operasyonek li dar xist û hêzên HPG’ê herêm bi temamî terikandin.

Niha çekdarên PKK’ê yên Sergelê jî li derdora gundên deverê bi cîh bûne.

Ev hemû jî nîşan didin ku bi giştî li Amêdiyê-Dêrelok-Şêladizê û bi taybetî jî li xeta Sergelê-Guherzê-Berçî wê pevçûn hîn zêdetir bibin. PKK ne li xema gundîya ne ku bibin hedefa dagirkerên tirk.  Hin kesên sivîlên ku ji PKK’ê pereyan qezenc dikin bi heman şêweyê bêberpirsiyarî tevdigerin.  Artêşa tirk xwe ji hedefgirtina sivîlan na de paş. Di vê rewşê de nemimkûne hêzên Pêşmerge jî bikarin parastina gel bikin. Ji bo vê jî divê PKK ji herêmê derkeve û herêmê ji Hêzên Pêşmerge re bihêle. Lê PKK li şûna vê yekê tenê propagandaya reş dike û dibêje, Pêşmerge û artêşa Tirkiyê bi hev re tevdigerin.

Li Bakurê Kurdistanê ji aliyê PKK’ê ve belgê darekê jî naheje, lê mixabin gundên Başûrê Kurdistanê bûne qurbanê şer.

Pustên heman beş