Şêx Abdulselam Barzanî û rêbaz!!!

Barzanî û Helwestên wan

Bûbê Eser

Şêx Abdulselam Barzanî yekem şêx e ku di dem û dewrana xwe de daxwaza serxwebûna kurdistanê kirîye. Yek ji wan zana, jêhatî û têhiştiyê demê bû ku weke filozekî kurd bû. Wî rewşa kurdan û cîhanê  baş zanîbû û li gor wê hîmê rêbazeke ango felsefeyekê ji bona kurdan danî bû.

Ji ber ku ew di wê zanebûnê de bû ku tu milet bê rêbaz ango felsefe, dê  nikaribin azadî û serxwebûna xwe bi dest bixin. Felsefe weke zîncîreke neteweyî ku miletê xwe bi wê girê dide da ku ew fikir û ramana neteweyî di dil û ruhê mirovên miletê wî de geş û xurt be.

Şêx Abdulselam Barzanî baş dizanibû ku kurdên nebin neteweyî dê nikaribin ji bona neteweye xwe kar û xebatên bê berjewendiyên sexsî bikin. Wî dizanîbû ku ev jî girêdayî rêbazekê ye. Lewra ji bona damezrandin an pêkanîna rêbazekê dest bi xebatê dike û hîmê rêbazeke jî ji bona kurdan datîne. Bi vê jî di dem û dewrana xwe de gelek guherandin û şoreşan jî pêk tîne.

Şêx Abdulselam  Barzanî ji bona kurdan asasê rêbazê danî û ew li ser destê şêx Mihemed geş bû. Şêx Ahmed mamosteyekî vê rêbazê bû. Barzaniyê nemir ew di jiyanê de ango bi şoreşa Îlon û Gulanê pêk anî. Nemir Îdrîs Barzanî bi parastina xwe ya leşkerî û dîplomasiya li gor wê demê, xwedîtî li kurdistanê kir ku bi temamî têk nere. Rêzdar Mesûd Barzanî jî li gor vê rêbazê, başûrê kurdistanê bi fikir û ramanên hizra neteweyî, Kurdistan azad kir. Rêzdar Nêçîrvan Barzanî bi dîplomasiya xwe ya niha û hevdem û rêzdar Mesrûr Barzanî bi avadan û parastina Kurdistanê rêbaz nûjen kirin û belav dikin ku kurd wê fêr bibin.

Ji ber daxwaz û tekoşîna Abdulselam Barzanî daxwazeke neteweyî bû, dewleta Alî Osman (Osmanî) ew 110 berê li Musûli darve kir. Wan bawer dikirin ku bi darvekirina wî dê hizra neteweyî jî, di nava kurdan de nehêlin ango nemîne. Lê nizanîbûn û fêr nebûn ku bizrê ango tovên ku wî avêtibû erda kurdistanî wê rojekê serî hilda û welatê xwe bi azadiyê bixemilîne.

Tovên şêx Abdulselam Barzanî ji bona me kurdan çandibû, îro ber didin û nebiyên wî ango kurd fêkiyên wan tovên neteweyî ku hatîbûn çandinî, dixwin.

Heger perçên kurdistanê yên ne azadkirî jî, vê rêbaza pîroz bixwînin, ji nerîn û ditînin Barzaniyên ku kurd kirine xwedê rêbazekê, ders bigirin û li ser asasê wê tekoşîna azadiya gelê xwe bidin, aha wê demê Kurdistana mezin û yekgirtî jî tê ava kirin.

Heger îro em weke kurd hebûna xwe, hêz û qaweta di qada navneteweyî de dibînin bi saya azadiya perçê azad ango başûrê kurdistanê ya ku li gor bawerî û hêza vê rêbaza ku şêx Abdulsalam asasê wê danî bû, ye.

Divê em kurd tekoşîna Barzaniyan û dîroka wan û ya gelê xwe baş fêr bibin da ku em bikaribin bi seriyekê zelal û bi helwesteke neteweyî tekoşîna perçên din jî li gor bawerî û hêza vê rêbazê bidin da ku bikaribin xwe azad bikin.

Em weke kurd û hemî cîhan û bi taybetî dagirkerên me baş dizanin ku her Barzaniyek berdewamiya rêbaza şêx Abdulselam in, wan her yekî bi xwe jî findik li ber wê finda şêx Abdulselam danîn da ku şevreşa welatê me roj bi roj bêtir û geştir ronî bibe. Heta ku ez tu û em neşewitin em ê nikaribin şevreşa welatê xwe ronî bikin.

Çawa ku tê gotinê: ”Dara azadiyê bi xwînê tê avdan”, her weha şevreşa welatan jî bi pêketina findekê destpê dibe. Ew finda ku hêdî hêdî şevreşa girtibû û girtiye ser miletê me bi destê Barzaniyan hatibû pêxistin. Rojê findek li ber wê findê pê dikeve û welatê me jî bi saya pêketina wan findan, şevreşê li me ronî dike.

Azadiya başûrê kurdistanê jî bi xwîne pêşmêrgeyên qehreman û li ser asasê vê rêbaza pîroz bi serketiye. Lewra li ser me her kurdekî jî ferze ku xwedîtiyê li rêbazê û li qehremaniya pêşmêrgeyan bikin û derkevin…

Pustên heman beş