Plana Evdila Ocalan ya dagirkirina Başûr li herêma Berwarî -Metîna-Gare pêngav bi pêngav pêktê

Plana Evdila Ocalan ya dagirkirina Başûr li herêma Berwarî -Metîna-Gare pêngav bi pêngav pêktê

Bedirxan Koçgirî

Li Başûrê Kurdistanê ku bi fermî bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê binavkirin û di vê sedsalê de tekane destkeftiya Kurdan a fermîye, şer heye. Ji sînorê Bakurê Kurdistanê heta navenda bajarê Amêdiyê xetek 60-80 km bû qada şer. Niha di nav çar parçeyên Kurdistanê de yekane cihê ku destkeftiyên fermî lê hene Başûrê Kurdistanê ye, lê mixabin çihê ku şer têde çalake dîsa Başûrê Kurdistanê ye. 

Pirseke pir balkêş e, çima Başûrê Kurdistanê, ku yekane beşa ku hatiye rizgarkirin û statuyek fermî neteweyî bi dest xistiye, niha qada şer e? Her wiha, şerê li Bakur çima û çawa veguherî Başûr? mînak, Rojavayê Kurdistanê jî ku hîna rewşa wê ne diyar e, bi qasî Herêma Kurdistanê ne bûye cihê şerê rojane. Dîsa li Bakurê Kurdistanê ku kolonyalîzm di asta herî tûj de ye, ne şer heye, ne jî dengê guleyan tê bihîstin.

Ma li Bakurê Kurdistanê kolonyalîst nînin? Belê Heye.

Li Bakurê Kurdistanê qereqol û binkeyên leşkerî yên dewleta Tirk nînin? Belê pir Hene.

Ma PKK ne rêxistineke Bakurê Kurdistanê ye? Belê.

Ma PKK na bêje ez dijî dewleta Tirk şer dikim? dibêje.

Îcar çima li Bakurê Kurdistanê dengê guleyekê jî nayê, lê tenê di nava hefteyekê de li Başûrê Kurdistanê bi dehan êrişên hewayî, top û êrişên bejayî rû didin?

Li çiyayên Botan û Colemêrgê li qadên şer ên bi sala îro havînghên turîzmê hatin avakirin. Niha li Bakurê Kurdistanê gundekî ku çûn û hatinê lê qedexe be nema ye. Gel vegeriyan hemû gundên ku berê hatin valakirin. Wê demê çima tenê di vê hefteya dawî de bi dehan gund li Başûrê Kurdistanê di bin metirsîya valakirinê de ne?

Gelo çima Başûrê Kurdistanê bû qada şer?

Çelê, Şemzînan, Quleban ma ne keleha PKK’ê bûn? Belê. Çima leşker Tirk bi malbatên xwe re dikarin li bajêrên mîna Çelê kolan bi kolan bigerin û bi aramî bijîn? Lê belê heroj Berwarî jorî dibe hedefa êrişan. Çima xelkê Çelê rez, aqar û zevîyên xwe diçînin, lê gundiyên Dergelê, Bêşîlê, Guherzê û hwd  nikarin biçin nava terş û talanê xwe?

HPG’ê bi serkeftineke mezin ragihand ku ji bo bîranîna şehîdên 14 ê Tîrmehê yên li zîndana Amedê jiyana xwe ji dest dane çalakiyan lidar dixe, lê çalakî ne li Amedê, li Amêdiyê tên kirin?

Hûn nikarin vê pêvajoyê bi peyvên kolonyalîzma Tirk, wehşet, berxwedana PKK û hwd rave bikin û tiştekî ku diqewime ne tesaduf e belku plankirî ye. Ev şer gav bi gav kêşa nava xaka Başûrê Kurdistanê.

Di sala Gulana 1999an de zilamek li ser kursîkekî nizm rûniştiye û bi kesekî re diaxive. Di axaftina ku ji aliyê kamerayan ve hatiye tomarkirin de ev kes wiha dibêje: “Ez dizanim ku gelê Başûr eleqeyeke mezin bi me re heye. Li gorî min divê her tişt veşartî bimîne. Ez wisa pere, çek û tiştekê naxwazim. Têkilîyekî piştgirî yê ya piçûk ji we dixazim. Ne hewce ye ku Barzanî û Talebanî zêde xurt bikin…. heke ku em helwestekê bigirin em dikarin van biperçiqînin. Em nahêlîn ku ew(Barzanî-Talabanî)nefesê bistînin û em ê wan bi Tirkiyê ve girê bidin. Ji ber vê yekê min plana Hewlêrê pêşniyarî we(Dewleta Tirk) kir. Heke hûn hevkariya min bikin em wenakin ku Barzanî nefesê bistîne, em nahêlin ku Talabanî nefes bistîne. Ez planekê ku hûn bi pere yan ve nikaribin bikin ez ji bo we dê belaş bikim.

Ez mifayekî mezin digihînim Tirkiyeyê. Ez zêde tiştekî ji we naxwazim, palpiştîya we û amûrên xebatê yên bisînor ji we dixwazim. Em ê nîqaş bikin û bi hev re plan bikin. Hûn Dewlet nikarin rasterast vê yekê pêkbînin. Ez qala tiştên wisa xeyalî nakim. Lê binêrin ma ne Emerîka hêzekî cîhanî ye lê ew jî kirêgirtîyan bi kar tine. Hêza we(Dewleta Tirk) em in. li Başûr pêdvî şerekî efsûnî ye.”

Ev kes kî ye? Helbet Evdila Ocalan e. Ocalan stûnek girîng a pêvajoya dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve ye. Bi rastî, bi gotina wî, ew kirêgirtî ye.

Û plana ku Ocalan di sala 1999an de pêşkêşî Tirkiyeyê kirî, îro li ser xeta Berwarî Jorî-Amêdiyê, Şêladizê-Dêrelok pêngav pêngav tê pêk anîn. Çima dewleta Tirk hat sînorê Amêdiyê? Çima her roj gundê Guherzê û Sergelê tê borduman kirin? Bersiva van pirsên we di wê pêvajoya sala 1999an de veşartî ye. Ji wê demê heya îro ew plana Ocalan pêşkêşî dewleta dagirker kirî pêngav bi pêngav tê cîbicî kirin.

kengî fersendeke başkirina statuya Başûrê Kurdistanê bi dest dikeve, PKK jî li gorî plana Ocalan pêvajoyeke provokatîf li Başûr dide destpêkirin.

Di sala 2003an de dema rejîma Seddam hilweşiya, Evdila Ocalan li ser daxwaza dewleta Tirk biryara şer da. Armanc ne ew bû ku li dijî Tirkiyê şer bike, lê armanc ew bû ku di nava veguhesinên Rojhilata navîn de Tirkiyê bi hinceta PKK’ê bikaribe destwerdanê li herêmê bike.

Di sala 2012an de dema Bihara Erebî dest pê kir, derfetên mezin ji bo Kurdan derketin. Li Herêma Kurdistanê şert û mercên dewletbûnê hebûn, lê Ocalan li Îmraliyê pêvajoyek bi navê “Şerê Gel ê çekdarî-Şoreşgerî” da destpêkirin. Şerê Xendekan berhema vê biryara Ocalan ya Şerê Gel ê Şoreşgerî despêkir. Berevajî pêzanînên gel, Ocalan ne li dijî kolana xendekan bû Ocalan plansazê wê bû. Ocalan di sala 2014an de gotibû, “Li bajaran wê şer çêbe û dibe ku rojekê de 50 hezar mirov jî bimirin.” Û xendek hatin kolandin. Xendek pêvajoyek bû ku PKK û Hêzên Çekdar ên Tirk derbeya herî mezin li Bakurê Kurdistanê xistin û Bakur careke din nikaribe pişta xwe rast bike. Trajediya şerê Xendekan gav bi gav şer anî Başûrê Kurdistanê. Ji ber vê sedemê jî PKK di vî şerê ku ji sala 2018an ve didome de cihek jî radestî Pêşmerge nekir. Lê eger pêşmerge ew dever bigirta, wê demê dewleta Tirk dikaribû bihata sekinandin û ev dagirkerî pêknehata.

Lê PKK siyasetek du alî dişopand. Ocalan karta garantiya di berîka dewletê Tirk de bû. Dibe ku îro- sibê Ocalan ji nişkave derkeve û bibêje ez şer disekinim, paşde vekişin.” Ocalan di hembêza dewleta Tirk de ye. Di vî warî de PKK di bin garantîya dewleta Tirk de ye. Ne şervanên PKK’ê, lê rêveberiya PKK’ê di garantîyê de ye.

Li aliyê din rêveberiya PKK’ê ji ber ku dibêje ez li dijî dewleta Tirk şer dikin ji aliyê Iraq û Îranê ve tên yarmetîdan. PKK’ê xwe kiriye du beş. Baskek di destê Tirkiyê de ye, baskê din di destê Îranê de ye. Lê Başûrê Kurdistanê ne bi vî rengî ye. Hem Îran û hem jî Tirkiye êrîşî Herêma Kurdistanê dikin. Rastiya ku diqewime ev e.

Divê em bibînin ku PKK di navbera Tirkiye û Îranê de xwe kiriye du baskên cuda û bi vî awayî jiyana Ocalan û hem jî jîyana rêveberiya Cemîl Bayik misoger dike.

Dibêjin, çima Pêşmerge hatina ertêşa Tirk nasekinîne û li kêleka gerîla şerê Tirkan nake? Du-sê bersivên pir hêsan hene:

1-Hikûmeta Kurdistanê û bi taybetî Tevgera Barzanî baş dizane ku hêzên çekdar ên Tirkiyê bi stratejiyek pir kûr ji aliyê PKK’ê ve ji bo axa Başûr hatine kişandin.

2- Kî li Iraqê dijminatiya Pêşmerge û hikûmeta Hewlêrê dike? Heşdî Şebî. Heşdî Şebî li Iraqê hevkarê kê ye, yê PKK’ê? Kî rê nade Pêşmerge ku derbasî Şengalê PKK bibe, kî meaş dide PKK’ê Heşdî Şebî. Kî çekan dide PKK’ê Heşdî Şebî. PKK ji çîyayê Qereçox ê Mexmûr vekişiya û radestî artêşa Iraqê kir û nehişt Pêşmerge li wir bi cih bibe. Şengal radestî Heşdî Şebî kir. Ji sedî sed eşkere ye ku ger Heşdî Şebî sibê êrişî Pêşmerge bike, dê hêzên PKK’ê serkêşî wan bikin.

3- PKK’ê bi dijminatî bersiv da hemû hewldanên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yên ji bo pêşîgirtina artêşa Tirk. Pêşmergê Kurdistanê li gorî bernameya xwe di xwest serê Amêdiyê bigire da ku Tirk nekevinê lê PKK’ê bi mûşekekê êrişî Pêşmerge kir û 5 pêşmerge şehîd kirin. Eger wê demê pêşmergeyan ew lûtke girtiba, îro ev alozî û şeqûdeq li devera Amêdiyê çêne di bûn.

Ji ber van hersê sedeman di şanoya şerê PKK-artêşa Tirk de Pêşmerge ne mecbûr e li kêleka PKK’ê cih bigire. Û em rast bêjin, eger Pêşmerge bixwasta rê li ber PKK’ê bigire, îro PKK’ê nedikarî li behdînan ava vexwarinê peyda bike. Hemû daxuyaniyên PKK’ê yên di medyayê de li ser Pêşmerge dike derew û vir in. Berovajî vê yekê PKK û Hêzên Çekdar ên Tirk di nava hemahengîyê de xaka azad a Kurdistana Başûr dişewitînin, wêran dikin û dikin qada aloziyê. Yanî plana Ocalan a Hewlêrê gav bi gav tê cîbicî kirin.

Pustên heman beş