Siyaseta Şewitandinê û Teslîmkirina Çiya û Giran

Nêrînên ku di gotarê de hatine gotin aîdî nivîskar in û dibe ku li gorî polîtîkaya weşanê ya Darka Mazî nebin.

Dilovan Ali

-Siyaseta teslîmkirina Çiya û giran

Di çend rojên borî de medyaya PKKê vîdyoyek belav kiribû ku tê de tê dîtin ku leşkerên Tirkiyê li derdora gundê Kêste ya Başûrê Kurdistanê digerin. Ev vîdeo bû sedema bertekên mezin, lê ti kesî bi temamî naveroka meselê rave nekir û her kesî bi awayekî bêwijdanî hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar kirin. Her çiqas ev ne mijareke nû be û gelek caran rewşên bi vî rengî rû dabe jî lêbelê gava ku PKK dikeve di rewşeke xirab de dixwaze bi van derewan bala xelkê bikişîne û raya giştî bi van mijaran bixapîne.

PKK ev 45 sal in bajar, gund, çiya û geliyên Kurdistanê bê şer radestî dagirkeran dike. Li her cihê ku PKK lê bi cih bibe, dewleta Tirk bêyî ku guleyekê biteqîne wê dagir dike. PKK bi vê helwesta xwe rola parêzvanîya peymanên Sykes-Picot û Lozanê digire ser xwe.

PKK bi dilsozî erka xwe ya li hember xwediyên xwe bi cih tîne, lê yên ku hê jî derewan li wijdanê xwe dikin û çavên xwe ji rastiyê re digirin, ji terorîzma PKKê re hêcetan çêdikin.

Leşkerên Tirk çawa hatin Kêste?

Di sala 2020î de Wezareta Pêşmerge bi fermî ji PKKê daxwaz kir ku Kêste radestî Hêzên Pêşmerge bike. Ji ber ku Kêste herêmek stratejîk e, eger Pêşmerge neçe wê derê dewleta Tirk wê dagir bike. Lê terorîstên PKKê daxwaza Wezareta Pêşmerge red kirin. Wan gotin ku ew herêmên sînor ên di bin kontrola xwe de radestî ti kesî nekin û ew ê xwe biparêzin. Eger Pêşmerge bikeve herêmê dê alozî derkevin.

Salek şûn de, di sala 2021î de dema ku dewleta Tirk dest bi Operasyona Pence-Kilit kir, terorîstên PKKê gelek herêmên stratejîk bê şer radestî dewleta Tirk a dagirker kirin û li wir guleyek jî neteqandin. Kêste yek ji wan herêman bû ku PKKê bê şer radestî dewleta Tirk kir.

PKK herêmên normal teslîmî dagirkeran nake. Tenê cihên girîng ên leşkerî û sînorî yên stratejîk teslîm dike. Helbet PKK vê yekê bi planeke qayîm dike û li gor talîmata Enqereyê hêzên xwe derbasî van herêman dike.

Di van 5 salên dawî de cihên stratejîk ên PKKê lê bi cih bibûn (Metîna, Kurejaro, Berwarî Bala, Girê Amêdî, Binavî, Kêste) û herêmên din, niha di destê dewleta Tirk de ne.

Tirkiyê di sala 2022î de xwe amade dikir ku li Çiyayê Kurejaro operasyoneke leşkerî pêk bîne, lê Rêveberiya Herêma Kurdistanê rê neda û got ku ti endamên PKKê li wir nînin. Piştî demekê terorîstên PKKê hêzên xwe birin Kurejaro û li wir bi cih kirin. Sala borî artêşa Tirkiyê bêyî ku guleyekê biteqîne Çiyayê Kurejaro ji destê PKKê wergirt. PKKê ji destpêkê ve hay ji vê planê hebû û dema ku Tirkiye tu hincet nedidît ku bikeve herêmê, terorîstên PKKê çûn Kurejaro û Tirkiye kişandin wêderê. Çiyayê Kurejaro herêmeke xwedî girîngiyeke stratejîk û erdnîgarî ye.

Kesên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bûyera Kêste berpirsyar dibînin, lêkolîn nekirin ku bûyer çi ye û çima qewimîye. Wan ev rewş weke beşek ji şerê medyayî ya terorîstên PKK û tabûra pêncemîn a dewleta Tirk de nirxandin. Tevî ku wan ji her kesî çêtir dizanibû ku dewleta Tirk bi alîkariya PKKê li her cihê ku bixwaze dikare dagir bike, bi awayekî bêşerm wîjdanê xwe bifroşin.

Yên ku vê kampanyaya reş li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tînin, bi kurtasî guhertoyên Dûran Kalkan û Hêlîn Umut ên bêçek in. Ew û terorîstên Qendîlê kincên heman qûmaşê ne.

Yên ku hîn jî rastiyan înkar dikin û ji PKK’ê re hêcetan çêdikim, divê bersiva van pirsan bidin:

-Kê 4 hezar û 500 gundên Bakurê Kurdistanê radestî dewleta Tirk kir?

-Kê Çiyayên Cûdî, Oremar, Gabar, Feraşîn, Herekol, Agirî, Bagok, Engîzekê, Çiyayê Reşkê, Mawa, Basta, Sason û Çiyayê Cîlo radestî dewleta Tirk kirin?

-Girê Casûsan ku herêma herî stratejîk a Qendîlê ye, kê radestî Îranê kir?

-Kê Çiyayê Kurmanc, Efrîn û Serêkaniyê radestî çeteyên dewleta Tirk kir?

Li vir divê em careke din daxûyanîya Sekreterê Giştî yê berê yê Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Turkiyeyê Orgeneral Tuncer Kiliç bînin bîra xwe: “Têkoşîna li dijî PKKê ji bo me ne ewqas girîng e, ji ber ku em li dijî PKKê şerekî kontrolkirî dimeşînin. Ya ji bo me girîng, pêşîgirtina dewletekê li Başûrê Kurdistanê ye. Barzanîyê ku dixwazê vê armancê pêk bîne divê em wî li ber çavên Kurdên Tirkîyeyê nebaş nîşan bidin, ya girîng ji bo me ev e.” Ev gotin ji hemû pirsan re bersiva herî zelal e.

-Dîroka peymanên ewlehiyê yên di navbera Tirkiye û Iraqê de

Bi salan e medyaya terorîstên PKKyî raya giştî dixapîne û bi daxûyaniyên derew ên di çapemeniyê da rastiyan berovajî dikin. Yên ku xwe weke rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîr pênase dikin, vê derewa PKKê bi bazar dikin.

Li vir ez ê hewl bidim ku  peymanên ewlehiyê yên di navbera Tirkiye û Iraqê de bi salan hatine çêkirin û operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li ser xaka Iraqê binivîsim.

-Di destpêka sala 1983an de yekemîn peymana navbera hikûmeta Iraqê û Tirkiyê di navbera Sedam Huseyîn û Kenan Evren de hat îmzekirin. Li gorî wê rêkeftinê, hikûmeta Iraqê rê dide arteşa Tirkiyê ku ji bo operasyonên leşkerî 10 kîlometreyan derbasî nav axa Iraqê bibe.

-Di Adara 1983an de Peymana Hevkariya Ewlekariyê ya di navbera Iraq û Tirkiyê de ket meriyetê. Îraq vê carê rê dide hêzên Tirkiyê ku 30 kîlometran derbasî nav axa Iraqê bibin û êrişî navendên PKKê bi taybet li devera Lolanê bikin.

-Di sala 1984an de di navbera Wezîrê Derve yê Iraqê Tariq Aziz û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Vahit Melih Halefoglu de peymanek din hat îmzekirin. Li gor wê rêkeftinê, artêşa Tirkiyê bi destûra hikûmeta Iraqê dê di nava 5 kîlometiran de ji axa Iraqê baregehên leşkerî ava bike.

-Di sala 1995an de Seddam Husên peymanek din îmze kir û rê da hêzên Tirkiyê ku derbasî navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bibin û şerê PKKê bikin.

-Piştî rûxandina rejîma Baas, ev peyman di sala 2007an de bi beşdariya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Beşîr Atalay û Wezîrê Navxwe yê Iraqê Cevat Bolanî hatin nûkirin. Tirkiye ji bo têkoşîna li dijî terorê heta 30 kîlometreyan dikare bikeve nav axa Iraqê.

-Di sala 2009an de bi beşdariya Recep Tayyîp Erdogan û Nûrî Malikî di navbera hikûmeta Tirkiyê û Iraqê de 49 peymanên nû yên stratejîk û ewlehiyê hatin îmzekirin.

“Bi Erdogan re gelek mijarên siyasî hatin gotûbêjkirin, mijarên li ser lihevkirin ji nû ve hatin teyîdkirin. Berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê, têkoşîna li dijî terora PKKyê, bermahiyên Partiya Baasê û hemû rêxistinên ku aramiya herêmê xera dikin.” Daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ya wê demê ya têkildarî hevdîtinê ev e.

-Di sala 2024an de bi beşdariya Recep Tayyîp Erdogan û Muhammed Şiya El Sûdanî di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peymanên ewlekarî û stratejîk ên nû dê bên îmzekirin. Li gor wan rêkeftinan Tirkiye ji bo şerê li dijî terorê û parastina sînorên xwe dê bikare derbasî nav axa Iraqê bibe û ji bo vê yekê jî hikûmeta Iraqê dê bi hemahengî kar bike.

Çend roj berê şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Îbrahîm Sumeydî di daxuyaniyeke fermî de got: Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê bi hemahengî ligel hikûmeta Iraqê têne kirin.

Ev hemû peymanên ku di navbera Tirkiye û Iraqê de hatine îmzekirin in. Dibe ku gelek peymanên din ku bi awayekî veşartî hatibin îmzekirin, lê ew ên hanê peymanên eşkere û giştî ne.

Yên ku dixwazin bi sûcdarkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê rê li ber meşrûkirina terora terorîstên PKKê ya li dijî neteweya Kurd vekin, bila careke din dîrokê bixwînin û berçavkên xwe yên sexte bavêjin. Ti kes nikare heta dawî bi derew û dezenformasyonê mirovan bixapîne!

-Siyaseta şewitandinê ji gundan heta bazaran

Di 6 mehên borî de li Hewlêr, Duhok û Kerkûkê 7 bazarên mezin hatin şewitandin. Şewitandina van bazaran bû sedema gelek nîqaşan. Di dema şewitandina bazaran de rêxistina bi navê (Ahd-ı Milli) bi rêya malpereke bi guman berpirsyariya şewitandina van bazaran girte stûyê xwe. Lê piştî lêkolîna li ser IP navnîşana malperê derket holê ku ew malper li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye ku niha di bin kontrola PKKê de ye. Yên ku bazara Yekîtiya Neteweyî dikin û parêzvanên bi maske yên PKKê ne, bi lez û bez hewl dan ku hincetan çêbikin û PKKê spî bikin.

Di civîna çapemeniyê ya hefteya borî ya ji aliyê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ve hat lidarxistin de, wan 3 kes bi tohmeta şewitandina 7 bazarên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê girtin. Ji 3 kesan 2 kes xebatkarên dezgehên ewlehiyêm YNKê û yek jî endamê rêxistina terorîstî ya PKKê bû. Van kesan di bin pêşengiya PKK’ê de ev çalakî pêk anîbûn û ji Qendîlê ferman girtibûn.

Her çend ji destpêkê ve diyar bû ku ev karê PKKê ye, lê daxuyaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê derfet nehîştin ti kesî ku van kiryarên terorîstî rewa bikin. Beriya civîna çapemeniyê li ser vê mijarê agahiyên fermî ji YNKê re hatibûn dayîn. Qubad Talebanî û Çeto Salih ji hikûmeta Iraqê re gotibûn, em razî ne ku navên wan kesên ku bazar şewitandine bên eşkere kirin, eger ew endamên YNKê bin jî.

Gelek rastiyên din ên derbarê vê dozê de dê di pêşerojê de eşkere bibin. Di derbarê vê dozê de gelek kes hatine girtin û îtiraf kirine. Deqê îtîrafên berpirsên sereke yên şewitandina bazarên Kurdistanê dê di demek nêzîk de bi awayekî zindî were weşandin.

Kabîneya nehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dema destbikarbûna xwe ve gelek gavên xweş û wêrek avêtine. Lê belê gelek kes li dijî wê derketin û hewl dan ku pêşî lê bigirin. Bi taybetî jî ji aliyê dijminên netewa Kurd û çeteyên wan.

Çeteyên PKKê di van salên dawî de bi awayekî sîstematîk hewl didin ku çavkaniya ekonomîya gelê Kurd bikin hedef. Ji teqandina boriya petrola Kurdistanê bigire heta şewitandina bazarên Herêma Kurdistanê, PKK bi awayekî sîstematîk hewl daye jêrxana aborî ya Kurdistanê têk bide. Ji kiryarên PKKê ji bilî terorîzmê tu tiştê din nayê gotin. Ji ber ku terorîst bi her awayî hewl didin ku di planên xwe yên terorîstî de serkeftinê bi dest bixin. PKK di vê çarçoveyê de dixebite.

PKKê di salên 1990’î de li gundên Başûrê Kurdistanê bi taybet Behdînan gelek mal şewitandin. Di sala 1996an de li herêma Barzan agir berdan malekê û zarokek 6 mehî şewitandim. Tişta ku PKK dike siyasetek berdewam e. Lê vê carê kiriyarên wan yên terorîstî ji gund şewitandinê derbasî şewtandina bajar û bazaran bûye.

Şaşiya herî mezin a rêveberiya Herêma Kurdistanê ew e ku PKK bi awayekî fermî û yasayî nexiste lîsteya terorê. Divê ev çend sal berê bihata kirin. Divê em xewna klasîk a ku hin kes dixwazin PKKê bi yekitiya neteweyî wek kurd nîşan didin, bidin aliyekî. Kiryarên PKKê ji yên DAIŞê ne cuda ne. PKK berdewamiya Daîşê ye li dijî miletê kurd.

-Rêxistinên terorîst ên çep ên Tirk li çiyayên Başûrê Kurdistanê çi dikin?

Rêxistinên terorîst ên çep ên Tirk bi salan e bi navên cuda li çiyayên Başûrê Kurdistanê dijîn. Rêxistin ev in: (MLKP, TKP-ML, DKP-BÖG, MKP, THKP-C, Navenda Devrimci, TIKKO).

Baregehên van rêxistinan bi taybetî li Çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê ne. Weke baskê leşkerî yê van rêxistinan ji aliyê fermandarên HPGê ve tên perwerdekirin û çek û malzemeyên leşkerî ji HPGê werdigirin. Dûran Kalkan ji aliyê siyasî ve ji perwerdekirina xebatkarên van rêxistinên çep berpirsyar e. Duran çavdêriya xebatên wan ên perwerde û siyasî dike. Her wiha di van demên dawî de hinek baregehên xwe birine Şarbajêr, Asos, Pênciwên û Mawet ên parêzgeha Silêmaniyê. Ji ber vê yekê li van herêman bêîstiqrarî derketiye holê û Tirkiye her roj van herêman bi balafirên bêpîlot bombe dike. Xelkê van herêman ji vê rewşê nerazî ne û ziyanên mezin dixwin. Lê ji ber ku niha hemahengiya terorîstên PKK bi YNKê re baş e, YNK van tevgeran ji nêz ve dişopîne û rê li ber hebûna terorîstên PKK û terorîstên çep ên Tirkiyê li van herêman vedike. Ji ber vê yekê jî gel tercîh dike ku bêdeng bimîne.

Ev rêxistin li van herêman di bin siya terorîstên PKKê de tevdigerin û bi rêya leşkerî û çapemeniyê rêveberiya Herêma Kurdistanê dikin hedef.

Li Rojavayê Kurdistanê jî hêzên leşkerî yên van rêxistinan hene û li gel hêzên PKK/YPGê zilmê li Kurdên Rojava dikin.

Rêxistinên çepên Tirk, zarokên Kemalîzmê, di siyaset û manîfestoyên xwe de li dijî neteweperestiya Kurd û her hewldana avakirina Kurdistaneke serbixwe ne. Hebûna wan li van herêman di çarçoveya plana xêzkirina nexşeya sînor a Misak-ı Millî de ye, ku ev xewneke dêrîn a dewleta Tirk e.

2 sal berê li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê Îbrahîm Çîçek ku yek ji berpirsên payebilind ên rêxistina terorîstî ya MLKPê ye, di encama êrîşa balafirên bêpîlotê Tirkiyê de hat kuştin.

Dewleta Tirk her roj sivîl û gundên Başûrê Kurdistanê dike hedef û hebûna van terorîstan ji xwe re dike hincet. Yên ku îdîaya Yekîtiya Neteweyî ya derewîn dikin dikarin bersiva van pirsan bidin:

-Çepên Tirk li çiyayên Başûrê Kurdistanê çi dikin?

-Kî rê li ber van terorîstan vedike ku li wir bi cih bibin û dewleta Tirk bikişîne Başûrê Kurdistanê?

-Gelo qada çalakiya rêxistinên çepên tirk ên li dijî kurdan, çiyayên Tirkiyeyê ne yan çiyayên Kurdistanê?

Demekê ev çiya û gelî bûn cihê çîrokên qehremaniya hêzên pêşmerge û netewa Kurd ê qehreman. Bi dehan lawên leheng ên vî gelî li van çiya û newalan şehîd bûn û canê xwe feda kirin ji bo azadiya Kurdistanê. Lê îro bi saya terorîstên PKKê çepên tirk li çiyayên Kurdistanê baregehên xwe ava dikin û dibin sedema malwêraniya netewa kurd.

Nêrînên ku di gotarê de hatine gotin aîdî nivîskar in û dibe ku li gorî polîtîkaya weşanê ya Darka Mazî nebin.

Pustên heman beş