NPG, rîya Kemal Pîr û rastîya berxwedana xeyal

NPG-Kemal-Pir-info
  • Simko Ebduleziz

Pir caran dema ku rêxistinên Partîya Karkeran û rayedarên wan daxuyaniyan didin, dikevin şikefta Plato de û li ser têgeha felsefî a vê şikeftê nivîs û axaftinên xwe pêşkêş dikin.

Partiya Karkeran li gorî vê ezmûnê feraseta xwe ya zêhnî ya felsefeyê formule kiriye. Kurtiya vê ezmûnê yan serpêhatiyê wisaye:

Çend kes ji zarokatiya xwe di şikeftekê de hatin danan û bi salan di şikeftê de man bêyî ku haya wan ji derveyî şikeftê hebe. Yanî van kesan tenê agahî derbarê jiyana di şikeftê de hebûn, di şikeftê de kunek hebû ji bo ku hewa û ronî ji boy wan were hundirê şikeftê, dareke biçûk li ber vê kunê hebû, ew roj bi roj mezin di bû, heya gihîştiye astekî ku dema ronî dihat ewl bi darê diket û ji nûve di navbera şax û çiqlên wê dikete şikeftê.

Em hemû dizanin dema ronî bi tiştekî dikeve û derbas dibe, ew ronî sîbera wî tiştî digre û bi xwe re dibe, piştre heger ew ronî bikeve ser cîhekê dijwar û berfereh wêneya wî tiştî dê li ser xweya bike lê berevajî. Loma jî soreta wê darê berevajî ango ser û bin bo wan mirovan di şikeftê de xweya dibû.

Êncam agahiyên wan mirovan derbarê darê jî berevajî bûn, ya rast li gorî soreta darê ya ku wan mirovan didî, ew agahî rast bûn, lê ne rastiya temam bû, belku rastiya aşopî bû. Lêbelê bi salan danustandinê bi mirovên şikeftê bikî û ji boy wan diyar bikî ku agahiyên wan yên li ser soretê darê aşope, ew mirov qed razî nabin ku fikra xwe biguherînin, loma jî çareserî bo wan mirovan ku bigehin rastiyê eve ku ji şikeftê werin derxstin û soretê rastîn pêşanî wan bê kirin.

Nexweşîya saziyên PKKê, rêber, kadro û şeydayên wan, heman nexweşîya mirovên şikeftê ye, çare jî tenê ew ji wan şikeftan werin derxstin û bi çavên xu rastiyê bibînin, eve jî ne karekî hêsane, loma jî daxuyaniyên wan bi nêrîna mirovên şikeftê bo soretê darê tên dayîn.

Yêk ji saziyên PKKê a bi navê fermandariya biryargehê ya navenda parastina gel ku bi (NPG)  tê navkirin, bi wesîleya 14ê tîrmehê daxuyaniyek da û hinek nirxandin ango rastiyên aşopî xistin ber çavan. Yêk ji wan rastiyên aşopî eve dema dibêje: Em dê li ser rîya (Kemal Pîr) xwe birêxistin bikin û bimeşînin.

Yek ji wan rastiyên aşopî yên ku NPGê diyarkirine eve dema dibêje emê li ser rîya Kemal Pîr xwe birêxistin bikin û bi meşînin. Beşekî vê gotinê raste, ji ber ku Kemal Pîr kesekî şoreşger bû, lê neşoreşgerekî Kurd perwer bû û ji ber van sedeman:

  1. Kemal Pîr Tirke, ne Kurde.

  2. Kemal Pîr çepgr bû, ne dilsozê Kurd û kurdperwer bû.

  3. Kamal Pîr ne li dijî dewleta Tirk bû, lê dixwest tevlî desthlata dewleta Tirk bibe.

  4. Di dadgehê de dibêje ku wî ne ji bo doza Kurd û têkoşîna neteweya Kurd, lê ji bo têkoşîna şoreşgerî ya çep cihê Kurdan hilbijartiye.

Bi kurtasî raste Kemal Pîr şoreşgêre lê şoreşgêrekî Tirke û ne Kurde, Ebdulla Ocalan jî heman nerînên Kemal Pîr derbarê doza Kurdan heye.

Dîsan NPG di daxuyanîya xwe de dibêje me wek Partiya Karkeran xebata berxwedanê li Kurdistanê afrandîye, emê li Avaşînê, Heftenîn û Xakurkê li ber xwe bidin.

Peyva afrandin peyveke hunerî ye ji boy destxistina tiştekî nû bi awayek ciwan û hunerî tê bikaranîn, ango armanc jê ku kesekî ew kar yan berhem beriya niha çênekirbe.

Wate li gorî vê têgehê û daxuyanîya wê navendê, pêwîste berxwedan têgehek nû be di nava Kurdan de û Partiya Karkeran yekem alî be ev kar encam dabe.

Eve ji boy NPGê dibe rastî, mîna rastîya şikeftê, ji ber ku ew kesên di vê navendê de dixebitin ji zaroktiyê ve çavên wan girtîne û tenê ew dibhîzin û wan guhên xwe bikaranîne, lê kesên ku çav, guh û xwendina dîrokê hebe, dizanin ku ev gotina wan cîhê henekane ji boy vê serdema nû, ji ber ku berxwedana milletê Kurd dîrokek pir kevnar heye û Kurd di ezel de bi berxwedanê hatine naskirin.

Nizanim PKKê çawa berxwedan li Avaşînê, Xakurkê û Metînayê kirî ye, berxwedan ji boy wan kesan tê bikaranîn yên ku canê xwe wenda dikin û cîhê xwe diparêzin û wenda nakin.

Bi kurtasî dibêjim ku niha dinya û alim dizane ku ew herêmên NPGê navê wan gotî di demeke kin de artêşa Tirk ket tê de û PKKe nikarî bo çend saetan li wan herêman li ber xwe bide û biparêze, Gêrîla jî niha reviyane çiyayê Garê û dorbera gundên Başûrê Kurdistanê.

Bi rastî jî em nizanin çi rengê berxwedanê ye ya ku NPG qala wê dike.

Pustên heman beş