Balafirên şer 22 çekdarên PKKê li Garey kuştin
Di 3 rojên rabûrî de bi êrîşa asmanî 22 çekdarên PKKê, li çiyayên Gare û Xakurkê yên li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê ragihand, ji 12 vê mehê ve 24 çekdarên PKKê li herêmên Gare û Xakurkê ketine ber êrîşên balafirên şer û hatine kuştin.
Êriş wisa bûn:
Roja 12/7/2024ê 9 çekdar li herêmên Gare û Xakurkê hatine kuştin.
Roja 13/7/2024ê 11 çekdar li herêmên Gare û Xakurkê hatine kuştin.
Îro 14/7/2024ê jî 2 çekdar li heman herêman ketine ber êrîşan.
Artêşa Tirkiyê pêtirî mehekê ye êrîşeke dijwar li dijî rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê da ye destpêkirin, rojane gundên sînorê parêzgeha Dihokê bi sedema liv û tevgerên PKKê dikevin ber êrîşan û rûberên herî berfereh yên aqarên gundên Dihokê şewitîne û zirareke mezin çêbûye.