Tengasiyên rêveberîya PKKê û lehengên zîndana Amedê

Tengasiyên rêveberîya PKKê-INFO
  • Simko Ebduleziz

Piştî têklîya min bi Kurdên Başûr re li ewropayê, heval zehif çêbûn, carana me bi hevre xwarin dixwar, di rûniştin, der barê jiyanê nîqaş di kirin, tiştê ku bala min kişand ewe ku Kurdên Başûr pir hez ji henekan dikin û piraniya pêkenokên wan li ser çalakiyên seksî û jinanin, yek jê eve:

“Carekê jinekê 10 caran û xuşka wê tenê carekê zewicî bû, xwedîya 10 zewaca carna li civatan di axivî wê digo: Ez û xuşka xwe 11 cara zewicîne, xuşka ku carekê zewcî jê re digo: Xuşkê ez carekê zewicî me qey çima min dikî şirîka xwe, xuşka 10 zewaca wisa bersiv da: Ji ber ku em xuşkin û xwediyê dê û bavekîne!”.

Min çima ev çîrok anî:

Ez dibînim ku dema rêveberîya PKKê ji her alî ve dikeve tengasiyê, her rast tên û mijara lehengên zîndana Amedê “Mezlûm Doxan, Ferhat Kurtay, Eşref Anîk, Mahmut Zengîn, Necmî Oner, Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Elî Çîçek” tînin ziman.

Dema Partîya Karkeran çîroka van lehengan vedbêje, çîroka Kurdên Başûr tê bîra min: “Ez û xuşka xwe 11 cara zewicîn”.

Raste lehengên zîndana Amedê endamên Partiya Karkeran bûn, lê çima wan canê xwe feda kir? PKKe niha çi dixwaze? Qey armanca wan lehngan û ya we yeke?

Em bi kurtasî bersiva van pirsan didin:

Dirûşma van lehengan “berxwedan, jiyane, teslîmiyet mirine” bû, lê serokê we yê ku hûn wî weke xwedê nas dikin, dibêje: “Diya min Tirke, ez amade me ku bibim miqawlê dewleta Tirk ji bo wêrankirina Mala Barzan, Talebanî û Hewlêrê”.

Li zîndana Amedê dewletê xwest bi darê zorê dirûşma “Em Tirkin, Tirkiye yek al, yek ziman û yek welate” bi girtiyên Kurd bide gotin, lê wan lehengan ev yêk qebûl nekir û li şûna gotina vê dirûşmeyê, wan biryar dan canên xwe feda bikin.

Loma jî Mezlûm Doxan xwe darvekir, ango tam berevajê wê ya ku ev 40 salin hûn di guhê gel de dibêjin ku Doxan xwe şewitandiye û gotiye: “Berxwedan jiyane”.

Piştre di Newroza 1982an de “Ferhat Kurtay, Eşref Anîk, Mahmût Zengîn û Necîm Oner” agir berdane xwe û gotin berxwedan jiyane û teslîmiyet mirine.

Hevalên wan yên din jî ji bo ku armanca xwe neguherînin, biryara gireva birçîbûnê dan û wan jî canê xwe wisa feda kirin.

Lê îro hûn dibêjin netewperestî û dewleta Kurdî paşverûye, em dewleta Kurdî naxwazin, demokratbûna gelan dixwazin, em dixwazin Mîsaqa Millî ya Tirkiyeyê were vegerandin, Kemal Ataturk ji bo Kurdan mirovekî pir baş bû û em Sûryeyeke yekbûyî dixwazin û hûn hevalên sitratejîk yên Partiya Bes a Îraqê bûn û niha hûn bûne beşek ji Heşda Şebî û dîsa bûne nobedarên sînorê dewleta Îranê. Bi kurtasî, niha hemû tekoşîna we ji bo tasifyekirina desthilatdariya Kurd li Başûrê Kurdistanê ye.

Li dawiyê em ji rêveberîya PKKê re dibêjin: Hûn dizanin heger lehngên zîndana Amedê careke din werin dinê û sax bibin wê çi lenetekê li we bikin, wê çi qas we rû reş û şermezar bikin.

Loma jî divê hûn navê lehengên zîndana Amedê nexin ser zimanê xwe, ji ber ku pêlavên wan lehengan ji serê rêberê we yê tirsnok û xaîn bi qîmetir in.

Pustên heman beş