Encamên rêze operasyona dewleta Tirk a bi navê Pence kilît

PKK’ê ji sala 2013’an heta 2017’an gav bi gav ji Bakurê Kurdistanê vekişiya û herêmên baregehên ku ji salên 1980 î ​​ve bi kar dianî radestî dewleta Tirk kirin.

Piştî wê dîrokê Ji sedî 89 ê şer û pevçûnên navbera PKK û Hêzên artêşa Tirk di nav sînorên Herêma Kurdistanê de û ji sedî 11 jî di nav axa Bakurê Kurdistanê de rû didin.

PKK di sala 1982’an de bi peymana bi PDK’ê re hat Başûrê Kurdistanê. Piştî salên 1990 î dest danî ser hin herêman. Bi taybetî di sala 2000 de bi destûra hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li qadeke berfireh belav bû.

Dema salnamê sala 2018’an nîşan da, PKK’ê li Bakur ji herêma Heftanîn a nêzî Zaxoyê dest pê dike, li xeta Metîna, Berwarî jorî, Zap, Avaşîn, Xaxurkê û Xinêre cihên stratejîk ava kiribûn. Li hinek cihan xalên pişkînînê danî bûn û rê kontrol dikirin û nedihêla hêzên Pêşmerge derbasî wê deverê bibin.

Ji sala 2018’an û vir ve ev herêmên baregehên PKK’ê yek bi yek ketin destê dewleta Tirk. Ger em sal bi sal operasyonan bi kurtî behs bikin:

11 Adar 2018 – Operasyona biryardarî:

Operasyona ku ji sînorê Şemzînanê dest pê kirî gihişt hundirê Xaxurkê û têkiliya sînor qut kirin. Bi vê operasyonê Hêzên Çekdar ên Tirk li bilindahiyên çiyayên Zagrosê bi cih bûn. Vê operasyonê bingehek ji bo operasyonên paşê bihên kirin ên pençe danî.

Biryargeha Xaxurkê cihê xwe terikand

Di sala 2019’an de dewleta Tirk dest bi rêze operasyona Pence kir.

Di operasyona li ser xeta Şemzînan-Xaxurke-Xinerê de, Hêzên leşkerê  Tirkîya bi şev xetên Lolan û Lîlkanê bi taybet Ermûş ku navenda herêmê ye, bi dest xistin.

Li girên Ebdal Kuvî, Şekîf û Şehîd Şerîf ku ji sala 1986’an ve PKK’e lê bi cih bûye, leşkerê Tirk hawayî danî û PKK’ê di nava çend saetan de bê berxwedan ji van herêman derketin.

Navend û dibistanên PAJK’ê, komîteyên Ronakî-Zanist, ragihandin-Çapemenî, Çand û Hunerê û dibistanên PKK’ê Mazlûm Dogan hêzê li herêmê cih û warên xwe berdan û derbasî xeta Ranya-Silêmaniye-Mexmûr û Rojava bûn.

Hêzên leşkerî paşde vekişiyan û li xeta Goşine, Dola Muhacira, dewrûberê Rostê, Sîdekan, Gelala û Kelaşînê bi cih bûn.

2020, Operasyona pence kilît û pence piling

Di 15 ê Hezîranê de operasyona bi navên pence baz û di 16 Hezîranê de bi navên pence Piling hat lidarxistin. Navenda operasyonê vê carê xeta Heftanînê bû.

Li vê herêmê baregehên PKK’ê yê ku Bakur dimeşand, terzîxane, cebilxane û yekîneyên lojîstîkê lêbûn. Her wiha ji vir çûn û hatina Rojava di hate bi rêvebirin.

Di şevekê de artêşa Tirk ji Mergeşîş (Tepe Partîzan), Qesrok, Deriye Dawetiya, Tepê Sîpan, Şehîd Berîvan, Şeşdara, çîyayê Xantûr heta Deşta Teqê bi leşkerên bejahî û hewayî girt. Di encamê de baregeha sereke ya PKK’ê Geliyê Pisaxa,Perax, xeta Pîrbila,Keşanê û Şeraniş ket destê artêşa Tirkiyê de.

PKK’ê li vir hêzên xwe ber bi Çiyaye Spî û zinarê Kêste û xeta berwarî jorî ve birin.

Operasyona pence Birûsk, pence piling,pence baz di 2021 de

Navenda vê operasyona ku tevahiya herêma navbera Xaxurkê û Heftanînê hedef girt, xeta operasyonê Avaşîn-Metîna û Zap bû.

PKK ji Zinarê Kêste, Zendûra, Qûmriyê, Hiror heta Qeşûra-Berwarî heta Serî Zêrî, ji leşkerê tirk re hişt û revî.

Hemû yekîneyên PKK ê yên weke biryargeha Metîna, Biryargeha seha Bakur, kampên yekîneyên îstîxbaratê û têkiliyên gel ji herêmê derketin.

Di heman demê de li Mam Reşo ya girêdayî herêma Avaşîn leşkerê tirk bi hewayî daket devrê û bi cih bû.

Her du aliyên geliyê Zapê hatin girtin û artêşa Tirk 60 km daket nava axa başûrê Kurdistanê de. Êdî dûra ew Zapa ku 200 salin qet neketibû destê tu kolonyalîstan de, hatibû.

Sala 2022 Operasyona pence kilît destpêkir

Hedefa sereke ya operasyona dewleta tirk ya 17 ê Nîsanê destpêkiribû, ji Çelê ber bi geliyê Zapê ve xetekê de pêşde çûn bû. PKK ji sala 1992’an ve Zapê weke cihê xwe yê stratejîk li Herêma Kurdistanê bikar tîne. Piştî vê heyama 30 salî devera Zapê bê ku were parastin radestî leşkerê tirk hat kirin.

Operasyon li Şikefta Brindara(serê Sînya), Çiyayê Reş, girê cehenem(Merîna) xeta Kure Jaro û li aliyê din jî, li Metîna, Girê Hekkarî (Elho), Serê Metîna û Avaşîn berdewam kir.

2023 Operasyona Pence kilît

Hêzên Çekdar ên Tirk bi vê operasyonê hawirdora xwe xurt kirin da ku li berfirehî û kûrahiya herêmên ku ev 5 sal in di destê wan de ye, serdest bibe.  bingehîn ên mayînde avakirin. Li serê çiya rêkên duble çêkirin.

Berê jî cihên stratejîk ên PKK ê yên wekî navenda Komara Zapê, Akademiya Mahsûm Korkmaz, Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG ê û Akademiya Şehîd Bêrîtan ji layê artêşa tirk ve hatin kontrolkirin.

Dewleta Tirk her wiha li Sora Sigêrê, Serê Kûpkî, çîya reşkî yanî li herêma Nîhelîya operasyonên demkûrt meşandin.

2024 dawîbûna operasyonên pence kilît

Dewleta Tirk di bihara îsal de ragihandibû ku ew ê ji niha û pê ve operasyona bi navê Pençe bi dawî bikin.

Heta niha operasyon derbasî herêmên Gire FM, Tepe Orte, Bêqulkê, Şêlazê û nizarê Metînî berdewa min. Êrişên hewayî rojane li derdora gundên nihêlîya li ser xeta Amediye-Şeladizê didomin.

Encama operasyonên Pençe kilît ên 6 sala wiha ne

1- Wek ku di nexşeyê de jî diyar dibe, ji sedî 85 deverên baregehên PKK’ê di sala 2018’an de ketin destê artêşa tirk. Tenê çîyayê Gare li derveyî operasyonê ma. Çarenûsa wê jî dê bihara pêşyame dîyar bibe.

2- PKK herêmên ku ji salên 1990 î ve di destê wan de bû yek bi yek terikand û li derdora Şengal-Mexmûr-Germiyan, Silêmanî-Ranya-Asos-Qendîl û Çomanê bi cih bû û vêca li wir di bêje ez ê dewleta Tirk jinav bibim.

3- Taktîka tunela şer a PKK ê îflas kir, gerîlla tenê di yekîneyên piçûk ên ji çend kesan de dikarin tevbigerin. Ew çend çalekîyên ku PKK’ê bi sûdwergirtina ji şert û mercên cewî, mîna mij, baran û hwd pêk anîne, ne çalekîyên wene ku PKK herêmên ku ji dest dane bikari be paşde bistîne. Ew tenê propagandayek e ku ji bo raya giştî tê kirin.

4- Sedemên ku PKK herêmên baregehên xwe ji dest dayî ne Pêşmerge û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Heta niha van hêzan çi rêgirî li PKK’ê nekirî ye. Gotinên bi vî rengî yên PKK ê tenê propagandaya reş e.

5- Eger PKK herêmên di bin kontrola xwe de radestî hêzên pêşmerge bikira, îro hêzên  Tirkiyeyê nikarîbûn li van herêman bi cih bibûna.

6- Di operasiyona rêze pençeyan de ziyanên herî mezin giheştin hikûmet Herêma Kurdistanê û xelkê Başûr. Ger PKK bi heman helwestê bidome dê hêj zîyanên meztir bigihîne herêma Kurdistanê û gelê Kurd.

Pustên heman beş