Di deriyê Zapê yê dawiyê de ango girê Bihar de encameke weke Şerê Xendekan rû dide?

Di deriyê Zapê yê dawiyê de ango girê Bihar de encameke weke Şerê Xendekan rû dide?

Şerê di navbera Hêzên Çekdar ên Tirk û PKK’ê yên di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de rojeva sereke ya Kurdan e. Her çend ev pevçûn bi giştî li ser xeta Berwarî-Metîna-Amêdiyê tên dîtin jî, Hêzên Çekdar ên Tirk sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê, di navbera Heftenîn-Xaxurkê de derbas dibin û herî kêm 60-80 km li hundirê axa Başûr de bingehên xwe çêdikin.

Mixabin, ne di derbarê agahdariya rojane û ne jî di derbarê encamên demdirêj de rewşekî aram tune. Manîpulasyon û qirêjiya agahî û pêzanîna pir e.  Em dikarin bibêjin ku nakokiya PKK- artêşa Tirk ne li qadên şer di ser dezgehên çapemeniyê de tê meşandin.

Dewleta Tirk ji PKK’ê bêtir li hember vê mijarê bêdeng e. Tenê helwestek wan heye ku rewabûna operasyona xwe rave dike. Di PKK’ê de rewş pir cuda ye. PKK bi mûşekên xwe yên li studyoyên televîzyonên li Belçîkayê, saziyên komîteyên çapemeniyê yên li Silêmaniyê û platforma X hewl dide di şer de serbikeve.

Du armancên medyaya PKK’ê hene, yekem; Ji bo raya giştî bide bawerkirin ku şerê li xeta Metîna-Amêdiyê şerê serketinê ye. Ya duyemîn jî ewe ku raya giştî li dijî PDK’ê bike dijmin. Binêrin, armanca têkbirina dewleta Tirk di bernameya PKK’ê de nîne. Û ji bo bidestxistina van armancan jî, PKK tu nirxên netewî, çandî û exlaqî ber çavan nagire bi nûçeyên derew dixwaze tuvê fitne û fesadî biçîne.

Ji aliyekê ve wêneyên çalakiyên gerîlayan, lêxistina bi balafirên keşfê li hedefan û hwd dixwaze girseya xwe motîve dikin. Wisa tê nîşandan ku pevçûnek mezin diqewime. Ji bilî vê yekê cewekî we dirust dike weke ku hêzên Pêşmerge bi Hêzên Çekdar ên Tirkiyê re hevbeş tevdigerin, ev yek ne rast e. Ji ber vê yekê kampanyayek mezin a derewan dimeşîne.

Lê tu çiqas girseyê manîpule bikî, çiqas propagandayê bikî jî, di şer de hinek encamên rast derdikevin holê. Di dawiyê de wê çi bibe em hemû dê bibînin.

Lê em di niha de dibêjin: Taktîka tunelê ya PKK’ê ne taktîka serketinê ye. Tunelên şer tenê ji bo xwe veşartin û xwe parastinê ye. Encamên tunelan ji felaketa Xendekan a gelê Bakur di 2014-2016 an de dîtî cudatir nabe. Ji ber ku di vê pevçûnê de tişta di destê PKK’ê de mayî tenê tunel in.

Gelo PKK di tunelên girê Bihar de dikare dewleta Tirk têk bibe?

Tiştê ku gundên Sergelê-Guherzê-Berçî-Belave dihêle bikeve rojevê pevçûnên balkêş û bi guman yên girê Bihar e. Di wî girî de sîtemekî parastinê ya PKK’ê ji 2005 ve heye.  Em dîrok û tunelên Girê Bihar ji bo nivîseke din bihêlin û werin ser mijara sereke, gelo di tunela de serkeftin tê bidestxistin?

Li girê Bihar, PKK xwedî dîrokeke dirêj e. Li vir ji sala 2005’an ve pergaleke bin erd hatiye amadekirin, ji sala 2013an vir ve hêzên taybet li vir bi cih bûne. PKK’ê li derdora tunelê sîstemeke baş a şopandina teknîkî (kamera)ava kiriye. Yanî heta niha yek ji tunelên herî bi hêz e li herêma operasyonê ya PKK’ê. Wisa dixuye ku PKK plan dike ku demeke dirêj di van tunelan de bimîne û li vir pevçûna bidomîne.

Gelo ma ev tunel dikare qedera pevçûnan û bi giştî kurdan biguherîne? Na na. Ji ber ku li ser çapemeniyê çiqasî propaganda bê kirin jî taktîka tunelê ya PKK’ê têk çûye. Ji ber ku ev ne cara yekem e tunnel tê ceribandin. Tunela PKK a Kato Jirka a Bakurê Kurdistanê bi dehan qat ji tunela Girê Bihar kûrtir û aloztir bû, lê dewleta Tirk devê wê tunelê beton kir û kes nizane tê de çend ciwanên Kurd bi saxî man.

PKK’ê li Werxelê jî tunelek stratejîk çêkiribû û dewleta Tirk havînekê bi wê tunelê re mijûl bû û di encamê de dewleta Tirk tunela Werxelê hilweşand. Yanî PKK dixwaze vê teknîka tunelan ya ku binketî li girê Bihar jî biceribîne tarmê çend ciwanan tê de bihêle û hemaseta berxwedanê bike. Ev yek wê çarenûsa şer neguherîne. Tunêlên Hamasê dibe ku artêşa Îsraîlê tengav bike. Ji ber ku di bin bajêr de ye û dikeve avahiyên sivîlan de. Lê tunelên PKK’ê di binê çiyê de ne, ku yek sivîl lê najî. Ev tu zerarê nade dewleta Tirk. Her wiha Hamas jî di tunelan de têk çû. Tunel tirbên amadekirî ne ji bo ciwanên Kurd.

Şerê li ser xeta Amêdiyê-Deralûkê ne şerê têkbirina dewleta Tirk e, şerê parastina tunela ye !

Li ser xeta Amêdiyê-Deralûkê heta niha ne li devê tunêlê yan jî nêzî devê wê, di navbera yekîneyên biçûk ên ku hewl didin tunelê biparêzin û Hêzên Çekdar ên Tirk de şer rû dide. Yanî şer ne ji bo derxistina artêşa Tirk ji herêmê, ji bo rizgarkirina Zapê, rizgar kirina Heftanînê û zinarê Kêste ye. Tenê ji bo parastina Girê Bihar û tunelên derdora wê pevçûn têkirin. PKK ji bo parastina vê tunelê sivîlên gundê Guherzê, gundê Sergelê, Berçî wek mertalên zindî bi kar tîne, bi dehan gerîla dibin qurbanî, bi hezaran dar û bi sedan donim rez û bax dişewitin. Yanî devera Amêdiyê bi çiya, banî, kevir, dar û civaka xwe ve tên qurbanîkirin bo tunelên Girê Bihar.

Divê her kes vê bizane; Tunel ne sengerên serketinê ne. Di tunelan de kes nikare dewleta Tirk têk bibe. Wekî din, di tunelan de 20-30 gerîlla hene û dewlet tê û li ber deriyê tunelê bi wan re şer dike. Ger PKK bixwaze 5 salan di tunela Girê Bihar de li dijî dewleta Tirk şer bike jî wê bi qasî serê derzîyê serketin çênebe. Dewleta dagirker a Tirk tiştekî winda nake. Li Stenbolê dengê bombeyan nayê, li Enqereyê jiyan asayî ye, li Amedê yek gulle jî na teqe.

Ger her roj 5 leşkerên Tirk li derveyî sînorên we bimirin wê Tirkiye çi winda bike? Li Tirkiyeyê di sala 2023an de 1992 kes di qezayên kar de mirin, di operasyona pence de a ku ev 5 salin tê kirin de hê 1000 leşker nemirine. Tirkiye tenê di warê aborî de ji vî şerî bandor dibe û ti ziyaneke din nabîne. Li gorî ajandeya xwe şer belavî Kurdistanê dike. Lê ji bo kurdan rewş ne wisa ye.

Kurd şert û mercên dîrokî winda dikin. Erdnîgarîya xwe winda dikin. Nifş û ciwanên xwe winda dikin.

Tunelên girê Bihar wê heman çarenûsa Xendekên Cizîrê bijî?

Pêvajo mîna pêvajoya 2015an ya xendekan pêşdikeve. Her kesî dizanibû ku dawiya şerê xendekan wê bibe felaketeke leşkerî û civakî. Li bajaran xendek kolandin mehkûmî binkeftinê bû. Dijmin bi hemî hêz û hovîtîya xwe çû ser de û trajedîyek mezin rû da. Lê PKK’ê çi kir, her roj wêne û vîdeoyên ciwanên bedew ên di xendekan de parve dikir? Li ser medyaya civakî bi serketin tomar dikir. Di got YPS ê wiha leşker gulebaran kiriye û bi vî rengî berxwe dide. Wan ew ciwan di wan sengerên mirinê de bi cih kirin. Di encamê de ew ciwan bi saxî hatin şewitandin. Bajarên Kurdan bi hêvî û bawerîyên xwe ve hatin herifandin. 

Niha jî heman tişt li Girê Bihar û xeta Metîna-Amêdiyê tê kirin. Komek gerîlla li vê herêmê di komîteya çapemeniyê ya PKK’ê de li Belçîkayê, li Ewropayê, li Mexmûrê û hwd.. weke Amed Dîcle û Adem Karaçoban li ser kanalên televîzyonê li ser YouTube bernameyan çêdikin û pere qezenc dikin. Lê yên li vir zirarê dibîne şêniyên gunda ne. Gelê Nihêlî, Nêrweyî, Berwarî, Rêkanî û Zêbarî êş û azarê dikişînin.

Besê Hozat berpirsa şer û pevçûnên xendekan di nav PKK’ê de bû û biryara ku ciwanên Cizîrê ji jêrzemînê dernekevin jî Besê Hozat dabû. Ew ciwan bi saxî hatin şewitandin û dema ku dûman ji cenazeyên wan bilind dibû, Besê Hozat bêşerm û bêwijdan digot: “Cizîr serî netewand, serkeftin bi dest xist.” Niha jî heman tişt di tunêlan de tê dubare kirin. Komîteyên PKK’ê yên li Silêmaniyê, çapemeniya Europa û hwd hemû li ser xwîna van ciwanên şewitî propagandayê dikin. PKK bi xwîn, cenaze û sloganan xwe xwedî dike.

PKK ji bo hindek ajandeyên veşartî weke ku ciwanên xendekan tê de hatîn tune kirin dê ciwanên çîya jî di tunêlan de bidin tune kirin. Mirov naxwaze binivîsîne, lê tê gotin ku heta niha herî kêm 6 gerîlla (du Jin) li Metîna xwe radestî artêşa Tirk kirine. Em naxwazin bibêjin ku teslîm bûne, ji ber ku ev ne sûcê wan ciwanan e, sûcê rêveberiya PKK’ê ye ku ew mehkûmî vê helwestê kirine. Ew teslîm nebûne, PKK’ê ew xistin hembêza dijmin de. Ger em lêbinêrin ji sala 2000’an û vir ve ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê sê nifşên ciwanên Kurd hatin qûrbanîkirin.

Mejîyê Bakurê Kurdistanê ciwan di xendekan de, li Başûrê Kurdistanê jî di tunelan de binax kirî, heman mejî ye. Ev ciwan ji bo ku dewleta Tirk di her şerî de têk biçe, ji bo mirinê nehatin şandin. Sedema mirina van ciwanan yek rojevên veşartî yên PKK’ê û pêwîstiya wê bi cenazeyan ji bo motîvekirina girseya xwe bû. Di wateyekê de xendekên Bakur bi nave tunêla veguhestin Başûrê Kurdistanê. PKK’ê li bajaran ciwanên Kurd di xendekan de li çiya jî di tunêlan de dan kuştin.

Kurdê herî baş ne ewe yê ku bi hestyarî piştgirî dide vê lîstika bi navê berxwedana tunelê, berovajî vê yekê dibîne ku Kurd di tunelan de tên qirkirin loma jî dibêje ey PKK êdî bese te jîyana me kir dojeh.

Pustên heman beş