12 sal bi ser pêvajoya ku di 19 Tîrmeha 2012 de li Rojava Kurdistanê dest pê kirî û ji aliyê PKK’ê ve weke “Şoreşa Rojava” hatî bi nav kirin derbas dibin, lê belê di rastiya xwe de ev pêvajo ne şoreş bû, belku rêwûresmekî dewrûteslîma desthilatê bû ku bi sponsoriya Îranê û rejîma Sûriyê li Rojava Kurdistanê hat encamdayîn, helwest, gotin û kiryarên rêvebrên PYD’ê-PKK’ê yên piştî vê pêvajoyê bi taybetî di van salên dawî de jî tesbîta wê yekê dike ku ti şoreşek li Rojava nehatiye encam dayîn.
Piştî bizava gel di sala 2011an de li Sûriyeyê dest pê kirî, gelê kurd bi hêvî bû li Rojava welat jî mîna Başûrê welat statuyeke fermî, xwedî parlamento, hikûmet û saziyên fermî bê avakirin, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê şert û mercên Başûrê Kurdistanê di sala 2003an de bi dest xistibûn, bi dest xistin, lê belê ne bi tenê ev yek pêknehat, berevajî hêviya gel her tişt berevajî bûn, navê Rojava welat ji boy “Bakur Rojhilatê Sûriyeyê” hat guhertin, ala hêzên qaşû parêzerên Kurd û Kurdistanê ne “HSD’ê” ku piraniya wan ciwanên Kurd in bi nexşeya Sûriyeyê hat xemilandin, ti semboleke Kurd û Kurdistanî li Rojava cîhê xwe negirt, cîhê ku hêvî dihat kirin weke Başûr ji tev kurdan re bibe bûhişt bû dojehek mezin, Kurdên welatparêz hatin girtin, revandin, îşkencekirin û kuştin.
Tevî vê rastiyê û pêkanînên xelet jî, lê hemû parçeyên Kurdistanê ji bo Rojava hemû hêza xwe raberkir. Bi taybetî Hikûmeta Herêma Kurdistanê her cure alîkariya aborî, menewî, dîplomasî û lojîstîkî da Rojava, pêşmerge şandin Kobaniyê û ji dest terorîstên DAIŞê rizgar kir, lê li şûna van alîkariyan berpirsên PYD’ê yên ku Rojava birêve dibin çi kirin? Wan jî mîna berpirsên Qendîlê di çapemeniyê de êrîşî ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şexsê Barzanî kirin, Barzaniyê ku her tişt kir ji boy ku alîkariya Rojava bike bû armanca sereke ya êrişên ne rewa yên Berpirsên PYD anku şaxa Rojava ya PKK, van berpirsên ser bi PKK’ê ve Rojava ji her tiştekî ku temsîla Kurd û Kurdistanê dike bişaft.
Hemû kurdan ji bo Rojava tiştê ji dest wan dihat kir. Lê PKK’ê Rojava veguherand îdareyeka mîna Korea Bakur merkezî û tundrew, ji bilî partiyên ser bi PKK’ê ve rê li ber tev partiyên din yên ku dixwestin siyaseteke Kurdistanî bimeşînin teng kir, hin çilakvan, rojnamevan û hunermend û siyasiyên ku li gor îdeolojiya seqeta PKK’ê tev nedigeriyan revandin, hin jî kuştin û wenda kirin, zarokên kurdan yên ku pêwîst bû di dibistanan de waneyên welatparêziyê û Kurdatiyê fêr bibin revandin û di berjewendiya xwe de çekdar kirin, rêgirî li pêşmergeyên Roj kir ku vegerin Rojava û parêzvaniyê li gelê Rojava bikin, di medyayê de dest bi gefxwarina li hember Başûr kir û ragihandin, ger şer di navbera PKK’ê û Hikûmeta Başûr de derkeve helbet wê piştgîriyê bidin PKK’ê û wê bêdeng nemînin, ala Sûriyeyê bi destê ciwanên Kurd bilind kir û her bi destê wan ciwanan bêhûrmetî li ala rengîna Kurdistanê kirin û şewitandin, baregehên partiyên Kurdistanî yên li gor kevneşopiya Barzanî siyasetê dikin girtin, şewitandin û bêhûrmetî li kadroyên van partiyan kirin, hema bêje ti tiştekî xerab nema ku PKK’ê-PYD’ê di bin navê rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de li dijî kurdên welatparêz pêk neanî, ji encama vê siyaseta şaş a PKK’ê li Rojava çi çêbû?
Ev çêbû: li Rojava roj bi roj nifûsa kurdan kêm bû. Tiştê ku Hafiz Esed di salên 1960 de bi kembera Erebî nekarî bû bike, PKK’ê kir. Ger em li daneyên îstatîstîkî binêrin, beriya sala 2012 nifûsa kurdan li Qamişlo 80% bû, îro %40. Girkêlekê ji %95 Kurd bûn, îro tenê %70 Kurd mane. Li Tirbespîyê %58 bû, îro %35 Kurd in, li Efrînê ku rêja kurdan tê de ji sedî 95 bû niha bi tenê ji sedî 20 mane, li Girê Spî jî kurd hema bêje bi temamî hatine derbederkirin, li Serê Kaniyê jî rêjeya kurdan ji sedî 55 daketiye kêmtir ji sedî 5 her wiha bi sedema siyaseta şaş a PKK’ê li Rojava bêtir ji 250 hezar Kurd awarey Başûrê Kurdistanê bûne. Anku PKK’ê rewşeke wisa xerab ji kurên Rojava re çêkiriye ku niha metirsî heye Kurd li ser axa xwe bibin keme netewe.
Bi Kurtî û Kurmancî, PKK’e gelê Rojava ji xwe re weke mertal bikar tîne, li pişt gel xwe vedişêre û erka xwe ya xiyaneta li Kurd û Kurdistanê di berjewendiya dewletên kolonyalîst de pêk tîne, PKK’ê Rojavaya ku Kurdan hêviyên xwe pê girêda bûn, Rojavaya ku kurdan 11 hezar şehîd û 30 hezar birîndar ji boy azadkirina wê dane, û bi sedan gund û bajar xerab bûne û bi sedan hezar kes jê aware bûne, niha bûye parçeyek ji ajandeya PKK’ê bû karûbarên nepenî.
Belê, careke din em dibêjin, li Rojava Kurdistanê ti şoreşeke Kurdistanî pêk nehat, tişta pêkhatî dewrûteslîma desthilatê ya di navbera PKK’ê û rejîma Sûriyê bû ji boy parastina yekparçeîya xaka Sûriyê û jinavbirina xewna kevnara kurdan, anku azadiya Kurdistanê, berpirsên paye blind yên PKK’ê li Rojava Kurdistanê çendîn caran bi daxuyaniyên xwe ku tê de dibêjin, “me yekparçeîya axa Sûriyeyê parast, em dewleteke serbixwe naxwazin û dewleta Kurdî ne di exlaqê me de û ne de mejiyê me de cî nagire û hwd” îspata vê yekê kiriye ku PKK’ê nehiştiye ti şoreş li Rojava pêk were, bi tenê şanoya dewrûteslîmê di navbera PKK’ê û Rejêma sûriyeyê pêkhatiye.