PKKe amadekariya êrîşên bombeyî li ser hêzên Pêşmerge û sivîlan dike

Peshmerga-pkk-attack-info

PKKe xwe amade dike di rojên pêş de êrşî hêzên Pêşmerge bike û ji bo vê jî niha di medyaya xwe de bingehê van êrîşan çêdike.

Li gorî agahiyên ku Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên taybet girtine, PKKe ji boy pêkanîna hinek êrîşan li ser hêzên Pêşmerge li herêmên nêzî qadên şer li derdûra Amêdiyê, Gare, Metînayê û Xakurkê ketiye nava amadekarîyan de û di medyaya xwe de dest avêtîye çêkirina bingehekê bo van êrîşan.

PKKe ev çend rojin di medyayê de êrîşa li ser hêza Pêşmergey dest pê kiriye û îdîa dike ku “Pêşmerge amadekariya kompiloyê li ser tevgera azadiyê” ango çekdarên rêxistinê dike.

Amadekarîya êrîşa li ser Pêşmerge destpêkiriye

Di çar salên derbasbûyî de PKKê bi dehan caran êrîşa hêzên Pêşmerge kiriye, li Kanî Masê, Çemankê û serê Amêdiyê, pêtirî 10 Pêşmergeyan şehîd kirine.

Her wiha bi terzê terorîstan jî tevgerya û êrîşa kirin, şehîdkirina birêvebrê deriyê sînor yê Serzêrî Xazî Salih Alîxan di nava zaroyên wî û di nava mala wî de, mînaka herî zelale.

Terora PKKê ya li himberî hêza Pêşmerge û kadroyên PDKê li vir bi dawî nebû, rêxistinê li ser şopa “DAIŞ û Qaîde” jî bombe xistin trumbêlên berpirsên Pêşmergehan, herî dawî li Germyanê bombeyek danî bû nava trumbêla berpirsekî Pêşmerge da. Her wiha şehîdkirina efserê xanenenşîn yê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mihemed Mîrza bi rîya teqandina trumbêla wî, çalakiyeke din bû ji çalakiyên terorîstî yên wê rêxistina ku navê Tevgera Azadiyê li xwe kirî.

Binesaziyê berya êrîşê bi çend rojan çêdike

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin, di çar salên derbasbûyî de, her cara PKKê êrîşek kir be ser hêza Pêşmerge, berya êrîşê bi çend rojan binesaziyek bo wê êrîşê çêkiriye, PKKe vê binesaziyê bi parvekirina derew û nûçeyên bê bingeh di medyayê de çêdike, weke hewlekê bo rewakirina van çalakiyên xwe yên bi guman.

Di vê derbarê de duh roja şemî 27\7\2024ê medyaya PKKê hinek wêneyên Pêşmergey û pasewanên sînor yên Îraqê parvekirine ku ew wêne yên zivistana derbasbûyî ne wexta pasewanên sînor hewla danîna nuqteyên xwe li herêmê dikir, PKKê li ser wêneyan nivîsandiye “PDKe amadekariya kompiloyê dike”, û wisa pêde çûye: “PDKe li herêma Behdînanê li pey kompiloyane. Di pêvajoya pêşiya me de dibe ku hinek kompiloger li herêmê êrîşên bombeyî bikin û vê yekê bixin stuyê Tevgera Azadiyê”.

Hêza Pêşmerge çima nakeve xefka PKKê de

Hêza Pêşmerge tim hewl daye nebe aliyek di şerê bi guman yê PKKê û artêşa Tirk de, tevî hemû hewldanên PKKê yên kişandina Pêşmergehan bo nava lîsitka xwe û tevî hemû êrîşên PKKê yên ku bûne sedema şehîdkirina Pêşmergehan, lê hêza Pêşmerge neket vê xefkê ya ku bi salane PKKe têkoşînê ji boy dike.

Pêşmergehan di sala derbasbûyî 2023an de li xeta Metîna – Amêdyê – Garê li nêzî herêmên Gerîla tevgera xwe xurt kirin, armanc ji wan tevgeran pêşî girtina li artêşa Tirk û nêzîbûna şer ji gund û bajaran bû. Medyaya PKKê wêneyên tevgera Pêşmergehan piştî bi dehan carên Montajê parve kirin û li ser di nvîsand ku Pêşmerge alîkariya dewleta Tirk dike.

Helwesta hêzên Pêşmerge ji şerê PKKê yeke û nabe du: Hêza Pêşmerge fermana Serok Barzanî ya “şerê birakujiyê herame” esas digre, li ser vê bingehê jî ti carî nebûye êrîşkarê yekem û tim xwe ji êrîşên PKKê parastiye, lê di heman demê de dibêje: “Kî êrîşî me bike, emê bersiv bidin”.

PKKe dibêje: Şerê li dijî PDKê ne şerê birakujiyê ye!!

Li himberî vê helwesta Pêşmergey û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, PKKe ev 3 salin dibêje: “Şerê li dijî PDKê ne şerê birakujiyê ye”!!.

PKKê duh roja şemî 27 Tîrmeha 2023ê gotiye ku “di pêvajoya pêşiya me de dibe ku hinek komploger li herêmê êrîşên bombeyî bikin û vê yekê bixin stuyê Tevgera Azadiyê. Bi vî awayî pozisyona tevgerê lewaz bikin û berê reflêksa gel ji xwe dûr bixin û bidin ser Tevgera Azadiyê”.

PKKe dê êrîşên bombeyî li dijî Pêşmerge û sivîlan bike

Ev gotina PKKê dihête wê wateyê ku rojên pêş me PKKe dê hinek êrîşên bombeyî bike û piştre hêzên Pêşmerge pê tewanbar bike. Derewên ku niha jî ew di medyaya xwe de parvedike, amadekariya vê yekê ye.

Di beşeka din ya vê nûçeya derew ya PKKê de hatiye gotin: “PDKê û dewleta Tirk li Hewlêrê civînek veşartî pêkaniye û di wê civînê de nexşeya tevgera dagirkeriyê bi taybetî li Xakurkê hatiye çêkirin”.

Her çend ku ev necara yekê ye PKKe derewan derbarê Pêşmerge, PDKê û Hikûmeta Başûr parvedike, lêbelê heger vê gotina PKKê ya tevgera hevpara PDKê û Tirkiyê li Xakurkê wateyek hebe, tenê eve ku ev êrîşên muhtemel yên ku PKKe amadekarîya wan dike, dê beşek jê li devera Xakurkê bin.

PKKe ji boy veşartina paşvekşîna xwe ev pilan çêkiriye

Dewleta Tirk qonaxeke din ji operasyona Pence berî mehekê li Başûrê Kurdistanê taybet derdûra parêzgeha Dihokê li dijî PKKê da ye destpêkirin, rojane gundên Dihokê dikevin ber êrîşan aqar, rez û bax şewitîne û zirareke mezin çêbûye. PKKe bi awayekî sîstimatîk tevgera çekdarên xwe xistiye dorbera gundan, ew dixwaze ev gund bibin qadên şer û bên vala kirin, PKKe bi vî awayî xizmeta dewleta Tirk dike û wisa xaka Başûr bi dest Tirkiyê ve berde.

PKKe ji boy veşartina vê şirîkatîya xwe ya bi dewleta Tirk re, rabûye dest avêtye çêkirina derew û tuhmetan bo hêza Pêşmerge, ew dixwaze ji gel re bibêje va yê ku alîkarîya dagîrkeran dike, PDKe ye ne emin, êrîşên bombeyî yên muhtemel jî beşeka vê pîlana PKKê ye.

Pustên heman beş