Simko Ebdulezîzî
PKK’e partiyeke ku bi derewan hatiye avakirin, her di roja damezrandina xwe de heyanî niha bûye fabrîqeya derewan, bi rêya derewên xwe gel dixapîne, derewa PKK’ê ya yekemîn jî ev bû ku xwe weke partiyeke netewî da nasandin, lê di rastiya xwe de partiyeke markisî bû, bi vê derewê roj bi roj xwe û gelê Kurd ber bi aqarekî nediyar ve dikşîne.
PKK’ê kadroyên xwe bi awayekî perwerde kirine ku bi ti awa rastî ji devê wan dernekeve.
Pergaleke bi navê pira hêsinî di nava partiya xwe de ava kiriye, ev pergal ji partiya Çep a Soviyetê wergirtiye ku paş şerê cîhanî yê duyemîn di nava xwe de peyrew kiribû, bi taybet piştî hatina Stalin bo ser desthilatê.
Ev pergal li Soviyetê wisa ava kiribû ku nabe ti kes were nava Soviyetê de eger komunîst nebe, yanjî divê bibe komunîst, şêwazê xwendinê di xwendingehan de, çapemenî, fikirîn û gotinan û hwd… Pêwîst bû li gor hizir û bûçûnên Markis bûnaye, her hizir û nerîneke din li cîhanê ku ji derveyî têgeha komunîst bûbaye weke paşverûtî dihesiband, Partiya Komunîst a Soviyetê wisa kadroyên xwe perwerde kiribûn dema baran li Moskoyê dibarî pêwîst dikir tev komunîstên cîhanê şemsiyeyê li hindavî serê xwe hilgirin, xwe eger li wî welatî pileya germahiyê 50 pile bûya.
Di projeya Pira Asin de, yekîtîya Soviyetê gihandibû wê astê ku rê nedida welatiyê Soviet haya wî ji derveyî Soviyetê hebe, yanî ji welatiyên Soviyetê re wisa dabû xuyakirin markisiyet yekane rêya rizgariya texa bindest e.
Dema mirov li dîroka PKK’ê jî dinêre, xuya dibe pergala Pira Pola ya Soviyetê bi awayekî dijwartir di nava vê partiyê de heye.
Yek ji xalên sereke yên vê pergalê hevûka paşverûye, di vê pergalê de her kesekî ku fikra komunîst nepejirîne weke kesekî paşverû dihat pênase kirin, li ser vê esasê di dema desthilatdariya Stalin de hejmara wan kesên hatine kuştin û sêdaredan û zindanê kirin di nava Soviyetê de zêdetir bûn ji qurbaniyên Soviyetê di şerê cîhanî yê duyemîn de, bi heman awayî Welatparîzên bi destê PKK’ê hatine şehîd kirin û wendakirin ji wan welatparêzên bi destê dijmin hatine şehîd kirin pêtirin, ji xwe Evdila Ocalan bi xwe jî îtîrafê bi vê yekê dike.
Li Yekîtîya Soviyetê tev kesên ji derveyî çarçoveya komunîst de difikirîn weke xayîn dihatin nasandin û desthilata Soviyetê ev hizrên cuda ji rehûrîşal ve danîn der.
PKK’ê jî heman pergal li ser gelê kurd bi giştî û bi taybetî di nava partiya xwe de bikar anî, li cem PKK’ê kesên netewî bi tenê ew kesin yên di nava PKK’ê de dixebitin û beyetê bi rêberê wan anku Evdila Ocalan bidin.
Kesên di nava PKK’ê de dixebitin pêwîst dike ev şert û merc li cem wan hebin, “Evdila weke xweda nas bikin, pirtûkên Ocalan weke pirtûkên pîroz nas bikin, kesên ku Evdila Ocalan pesna wan dide û berpirsatiyê ji wan re dide weke xelîfe nas bikin, her kesê van şert û mercan cîbicî neke weke xayîn tê naskirin û çarenivîsa xayînan jî bê guman wê kuştin û wendakirin be.
Têgeha azadiya raderbirînê li cem tevgera Stalin eve ku komunîstiyet pîroz kiriye û kapîtalîzm weke kevneşopî daye naskirin, anku tu ewqas azadî ku ji vê çarçoveyê dernekevî, heman tişt li cem PKK’ê jî heye, ji derveyî wê ya ku PKK’e pesend dike her tişt û fikrên din weke paşverûtî tê pênasekirin.
Dibe hinek kes bibêjin hûn van axaftina li ser çi belge û document dibêjin? Loma ez daxwaz ji xwendevanan dikim, bila lekolîn bikin ka her ji roja damezrandina PKK’ê heyanî niha ku bi sedan saziyên ragihandin û çapemeniyê hene, wê yek mînak jî bibînin ku carekî bi tenê jî PKK’e rexne kiribe yanjî gotineke Ocalan rexne kiribe, yanjî şîroveyeke cuda ji şîroveya PKK’ê û ‘Evdila Ocalan bo her tiştekî hebe, bêy goman, naa.
Rexne û xwe rexnekirin têgeheke ku komunîstan pirr bikar anîye, lê li ser dema desthilatdariya Stalin ev peyv bi tenê weke peyv ma, naveroka xwe guherî, bi tenê bû rexnedayîna kapîtalîzmê û pesindayîna komunîstiyetê, xwe rexne kirin jî bi tenê li wê demê dirust bû ku kesek ji çarçoveya hizrên komunîst derkeve, PKK’e jî bi temamî vê yekê dike, dîroka PKK’ê vê yekê îspat dike.
Anku bi kurtî û bi kurdî, têgeha van hevûkan li cem PKK’ê eve:
Azadî: Apo xwedayê Kurda ye, serok û rêberên din yên Kurdan tev paşverû û dîvelankên kolonyalîstan e.
Demokrasî: bi tenê PKK’e nûneratiya tevgera kurdî dike, partiyên din yên kurdan yan pêwîste dîvelankên PKK’ê bin yanjî divê di qada siyasî de nemînin.
Rexne û xwe rexnekirin: divê tu bi her awayî li dijî her hizir û fikreke cuda ji hizir û fikrên Rêberê wan bisekinî, her kesê ku Rêberê wan rexne dike pêwîst dike yan xwe rexne bike yanjî were kuştin.