Kalkan bang li ciwanên Kurdan dike berê xwe bidin tundiyê û radîkal bin

Duran-Qalqan-Net

Rêveberê PKKê Dûran Kalkan bang li ciwanên Kurdan dike li ser bingeha tund û tûjiyê xwe birêxistin bikin, dev ji xwendinê berdin û radîkal bin.

Dûran Kalkan di medyaya partiya xwe PKKê de axivî û hin nirxandin bo rojevê, pevçûnên bi Tirkiyê re, AKPê dewleta Îraqê û qûnaxa pêş ciwanên Kurdan erk û misyona wan kir.

Kalkan di beşeka gotinên xwe de bang li ciwanên Kurdan kir ku dev ji rîyên aştî û çalakiyên sivîl berdin û li ser bingeha tundiyê xwe birêxistin bikin û got: “Helwestên lewaz û neyînî û lîbral rîya faşîzma AKPê û CHPê çêkiriye, divê ciwanên Kurdan êdî tund û tûjiyê esas bigirin”.

Rêxistina PKKê ji Nîsana îsal 2024ê ve, bi sedan keç û ciwanên Kurdan avêtin ber leşkerê hov ê Tirk û dan kuştin, wendahiyên rêxistinê ewqasin ku di roja me ya îro de di kirîza nebûna şervan de rû bi rû maye, loma jî revandina zarokan li Rojava Kurdistanê zehif çêbûye. Rêveberên PKKê yên weke Karayilan, Bayîk û Kalkan jî ji boy veşartina vê binketinê û tewana bi heder dana xwîna bi sedana van ciwanên bê guneh di medyayê de derdikevin û bang li ciwanên Kurdan dikin bibin kesên radîkal û cahil.

Kalkan di nirxandinên xwe de wisa qala rêxistinê dike her weke ku ew serketine û artêşa Tirk û operasyon Pence tam têkbiriye, ew tim bi silogan û durûşmeyên derew dixwaze ciwanên Kurdan bixapîne û wisa wan kêşî çiya û nava rêxistina xwe bike.

Kalkan tevî destnîşan kirina rîya tundiyê weke nexşerê, bangî ciwanên Kurd li Bakurê welat dike ku dev ji xwendinê berdin û ji wan re dibêje: “Hûn li dibistan û zanîngehên Tirkan li çi digerin, hûn li bendê ne li wir çi bibînin, qey ma hûnê bikarin wê bibînin ya ku rêber Apo nikarî bibîne”.

Kalkan bi vê gotina xwe ji ciwanên Kurdan re dibêje: Dev ji xwendinê berdin û kerem bikin berê xwe bidin çiya û tevlî rêxistinê bibin, ji bo ku hewe yêk bi yêk weke berxikan bavêjin ber devê gurê har. Kerem bikin tevlî bibin ji bo berê we yêk bi yêk bidin mirinê û di tonelên berxwedana saxte de bi fetsînin!.

Rêveberê PKKê Dûran Kalkan ê Tirk di beşeka din ya axaftina xwe de hewl dide ciwanên Kurdan bi navê Kurdistana şêrîn, berxwedan û têkbirina faşîzmê bixapîne û bi zimanê Tirkî ji wan re dibêje: Tenê bi rîya rêxistina we li ser esasê tundiyê hûnê bikarin serbixwe bin û weke Kurd bijîn, ewqas herin dibistanê ku hûn bizanin bixwînin binvîsînin, di vê qûnaxê de pêwîstiya me bi tirsandin, jinavbirin û terorkirina dijimin heye.

Rêxistina PKKê û Kalkan hewl didin bi awayekî sîstematîk ciwanên Kurdan cahil û nezan bin, berê wan bikeve tewanê, tundiyê û radîkal bin, bi heman awayê dewletên dagîrker ji bo ku bikarbin wan ango ciwanên Kurdan ji boy berjewendiyên xwe bikarbînin, ji ber ku heger ciwan xwende û rûşenbîr bin û çand û dîroka xwe baş bizanibin, li pey partiyeke xaîn û rêberê wê yê ku bi dehan caran gotî ez ji boy xizmetkirina dewleta Tirk amademe, nakevin.

Bi kurtasî, daxwaza PKKê heman daxwaza dewletên dagîrkere ji boy dûrxistina ciwanên Kurd ji xwendin û zanînê, ger na di serdemeke wek niha de ya ku bi xwendin û zanînê tê kirin bi hezaran cahilên weke Kalkan nayê kirin, ji xwe yek ji sedemên bindestiya Kurdan eve ku cahil û radîklalên mîna Kalkan bi navê Kurdan tev digerin.

Pustên heman beş