PKK’ê ragihand ku di 15 ê Tebaxa 1984an de li dijî dewleta Tirk dest bi şerê çekdarî kir û bi navê ARGK artêşek ava kir. Di ser wê rojê re 40 sal derbas bûn.
Li Bakurê Kurdistanê di nava 40 salan de nêzî 60 hezar Kurdan di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan û ji ber doza PKK’ê jî nêzî 40 hezar kes di girtîgehê de man. Tenê di navbera salên 1980-1998’an de 5 hezar gund bi hinceta piştgirîdayîna PKK’ê hatin valakirin û bi milyona Kurd koçberî bajaran bûn. Dîsa li bajaran nêzî 17 hezar însan di bûyerên kujerendîyar de hatin qetilkirin. Tenê di sala 2015an de 12 bajarên Kurdan di şerê xendekan de hatin hilweşandin. Kurd bi taybetî Kurdên Bakur canê xwe, taxê xwe û malên xwe dane PKK’ê; Gundê xwe da, çiyayê xwe da, deşta xwe da, pere da PKK’ê. Kurdan ji bo PKK’ê her fedekarî kirin. Li Bakurê Kurdistanê malbatek ku xwîn nedabe vî şerî hema bêje tune. Li holê bedelên pirr mezin hene û dema mirov ji dûr ve li hejmara windahîyan û qewimîna dinêre mirov ditirse. Û paşê mirov dipirse: “gelo bi vê bîlacoya giran çi bi dest xist?”
Kurdan di van 40 salan de her tiştê xwe da PKK’ê, lê PKK’ê di berdêla vê de çi da Kurdan?
Em li paş xwe dinêrin erê, Kurdan di van 40 salan de guhertinên mezin dîtine, lê piraniya van guhertinan bi guhertinên aborî yên ku wan di jiyana Tirkiyê de afirandine ve girêdayî ne. Pir kêm ji wan bi têkoşîna PKK’ê ve girêdayî ne. Lê tu destkeftiyek bi şerê 40 salî jî tine ye. Îcar ger 40 salan li cihekî şer hebe, ji 60 hezarî zêdetir mirov mirine û hîn mafê zimanê zikmakî yê sade bi dest neketibe, ew şer tiştekî ji we re naîne. Belê, tu destkeftiyek ji pêngava 15 ê Tebaxê ya li Bakurê Kurdistanê derneketiye holê. Tişta ku ji wê demê ve mezin bûye tenê rêxistina PKK’ê ye. Hejmara PKK’ê zêde bûye û kapasîteya wê ya rêxistinî jî berfireh bûye. Lê di jiyana kurdan de tiştek pozîtîf neguheriye.
Ji ber vê sedemê jî her şîroveyek ku 15 ê Tebaxê weke Cejna Vejînê an jî Tevgera Vejînê binirxîne ne rast e. Em rewşa Kurdên Bakur ji êrîşa 15 ê Tebaxê heta îro bi kurtasî bînin ziman: Di salên 1970 î de Kurd ji îro Kurdistanîtir bûn. Beriya hebûna PKK’ê jî Kurdan li bajar û bajarokên Kurdistanê û Tirkiyeyê yên weke Amedê dirûşmên “Ji Kurdan re Azadî” berz dikirin. Mînak, beriya PKK hebe Mahsum Korkmaz li baxçeyê dibistana ku lê dixwend ala Kurdistanê daleqand. Kurdan xwepêşandanên mezin organize dikirin. Li erdnîgariya Kurdistanê dewlet ne ewqas serdest bû. Civaka Kurd di mijarên fermî-brokratîk de bi dewleta Tirk re bû, lê di civakîbûnê de ji îro azadtir bû.
Kurd wê demê jî welatparêz, fedekar û bi Kurdistanê bawer bûn. Di tevahiya salên 1990 î de PKK’ê tiştek li pêkhateya civakî ya welatparêz û neteweperwer ku bi Kurdistanîbûnê bawer dikir zêde nekir, berevajî vê hemû destkeftên Kurdan pûç kirin û xwarin. Em dikarin bi zelalî bibêjin ku PKK li Bakurê Kurdistanê wek qayûmê ku ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo ruhê Kurdistanî hatiye wezîfedarkirin tev digere. Û PKK’ê hemû enerjiya ku Bakurê Kurdistanê diviyabû bida têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê ya rast bi dawî kir. Niha Kurdistana Bakur weke Kurd tune bûye.
Ger Kurd dixwazin ji vê tarîtiya Rojhilata Navîn derbasî jiyaneke bi rûmet bibin, divê hesabê van 40 salan ji PKK’ê bipirsin. Divê kes tiştên hestiyar ji me re nebêje mîna şehîd hene, bîranîn hene, dilsozî hene û hwd. PKK 40 sal in bi vê hemasetê kurdan bêdeng dike. Ji ber ku mirov dimirin jî bêdeng dimînin. Lê mirov çiqasî bêdeng bimîne, ewqas Kurd dimirin. Hewce ye ku ji PKK’ê re bibêjin, “Me 40 salan her tişt da we, lê hûn bi ser neketin.” PKK çep û rast sûcdar dike, teyrê difire jî tewanbar dike, dibêje ev yek cahil bûn, ew cehş bûn û hwd. Lê ew bi xwe jî nabêje ka çima 40 sal di şer de 60 hezar wendahî dan lê tiştek dest nexist.
Ger ev şer 40 salên din jî bidome, dîsa jî PKK tiştekî bi dest naxe, ji ber ku PKK li ser serneketina kurdan hatiye avakirin, ne li ser serketina kurdan. PKK’ê bi axaftinên xwe wisa mirov dorpêç kirine ku mirov gotinên herî pêkenok jî weke axaftineke lehengiyê diparêze. Di sala 1995an de dema şerê PKK’ê derbeya herî mezin xwar, Evdila Ocalan derket ser şaşên tv û dirûşma “hêvî ji serketinê birûmettir e”berz kir. Yanî Ocalan wê demê got merema min ne serkeftin e, ez hêvîyan difiroşim we, hûn jî min bişopînin. Belê, hêviyên gel 40 sala hatin îstîsmar kirin, lê serkeftinek jî bi dest neket. PKK’ê hêvîyên Kurdên Bakur yên azadîyê û serxwebûnê şikandin. PKK’ê 40 hezar zarokên vî gelî, ciwanên ku dayikên wan weke bînahîya çavên xwe diparastin, li pey hêvîyên vala dane kuştin. Li hemberî dadgeha Tirk sersaxî ji dayikên Tirk re xwest lê qet qala dayikên Kurd ên dil şewat nekir.
Belê, 15 ê Tebaxê gavek pir bi rûmet bû û tevî Ocalan pêvajoyek bû ku bi navên Mahsum Korkmaz û Mehmet Karasungur destpêkiribû û gelê Bakurê Kurdistanê jî ev pêngav hembêz kir. Lê PKK-Ocalan ev pêngava ku ji bo Kurdan bi ser keta, ji bo windakirina Kurdan bikar anî.
PKK’ê ji salên 1990 î vir ve şer bi Kurdan da winda kirin. Niha wendahiyek wisa heye ku hema mirov dikare jê re bêje şerekî demdirêj yê windakirinê bû. Eşkere ye ku ji niha û pê de PKK bi şer nikare tu dagirkeran bin bixe. Ji niha û pê de şer tenê ji bo propagandaya PKK’ê û ji bo PKK’ê rêxistina xwe zindî bihêle tê kirin. Her kesê ku hîna jî ji bo vî şerî hewl dide mirovan bike leşker û hewl dide vê windahiyê veşêre, destê wî di xwîna her kesê di vî şerî de jiyana xwe ji dest daye de, heye. Bi taybetî Cemîl Bayik û Murat Qarayilan, Besê Hozat, Duran Kalkan, hemû jî berpirsyarên vê qetlîama ciwanan û windakirina Kurdistanê ne. Lê kesên bi navê rewşenbîr jî ên ku harîkarî didin PKK’ê ji rijandina xwîna Kurdan berpirsyar in.
Rewşenbîrên Kurd divê sîstema ku di sala 1978an de Kurd mehkûmî cehaleta PKK’ê kirî, rast analîz bikin û eşkere bikin ku Pêngava 15 ê Tebaxê bi xeta Ocalan ka çawa hatiye tunekirin bibînin û binivîsin.