Çîroka serokbûna Evdila Ocalan
Têbînî li ser PKKê
PKKe tevgereke ku bi şer, siyaset û şêwaza rêxistinbûna xwe mohra xwe li dîroka Kurdistanê ya 40 salên dawî daye. Lêbelê, şêwazê mohra wê mijarek pir nakok e. PKKe partiyek e an civakek bawerî ye? Prensîbên partiyê çi ne? Xebata wê ya navxweyî û pênaseya serokatiyê çi ye? Çawa ew ji sosyalîzma zanistî ya ku weke îdeolojîkî pejirandibû veguherî terîqatekî hişk? Faktorên sereke yên rêxistina PKKê teşkîl dike dijwarî, şehadet û manîpulasyon? Rastiya şerê gerîla û rewşa heyî çi ye? Têkiliya dawîn û armanc çi ne? Di vê çarçoveyê de li ser rastî û siberoja PKKê têbinî.
PKKe di 27 ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê bi beşdariya 22 kesan bi awayekî fermî hate damezrandin. Beşdar bûn: Abdullah Ocalan, M. Hayrî Durmuş, Mazlûm Dogan, Duran Kalkan, Alî Haydar Kaytan, Cemîl Bayik, Sakîne Cansiz, Kesîre Yildirim, Mehmet Şener, Seyfettîn Zogurlu, Baki Karer, Abdullah Kumral, Huseyîn Topgider, Resûl Altinok, Alî Gundûz, Suphi Karakûş, Alî Çetîner, Farûk Ozdemîr, Mehmet Tûran, Şahîn Donmez, Felemez Taxaç û Ebbas Goktaş.
Ev damezrandina fermî merasîmek bû ji bo bidestxistina nasnameya partiyê di qada siyasî ya Kurdî de û binavkirina koma ku ji sala 1975 an ve bi awayekî nenas hebû.
Tirkiyê salên 1970 î bi tevgera siyasî û civakî ya aktîf a nifşa ciwanên şoreşger a 1968 an pêşwazî kir. Li Tirkiyeyê bi dehan rêxistinên çep hatin avakirin. Lê belê armanca siyasî ya vê pêla şoreşgerî guherandina rejîma Kemalîst nebû. Heta wan îdia dikirin ku rejîma heyî ji xeta Kemalîzmê dûr ketiye û ji bo vegerandina wê li ser xeta Mistefa Kemal têdikoşin. Ji ber vê yekê Denîz Gezmiş û hevalên wî meşa “Ata” ya ji Samsûnê heta Enqereyê organîze kirin. Tevgerên şoreşger ên çep ên li Tirkiyeyê di nava tevliheviyeke cidî ya siyasî û rewşenbîrî de bûn. Dewleta Tirk bi hişmendî kûrkirina vê tevliheviya xeta îdeolojîk, rêbertî û armanca siyasî, stratejiya çewisandina tevgera siyasî ya Kurd ku ji xwe re xeternak didît, bi cih anî.
Bakurê Kurdistanê piştî serhildanên Şêx Saît, Agirî, Sason û Dêrsimê hema bêje ketibû nava bêdengîya mirinê. Tevî ku hin rewşenbîrên Kurd hewldanên piçûk kirin jî, lê ev hewldan ji diyarkirina pirsgirêkê dûr bûn. Lê geşedanên ku vê axa mirî ya li ser Bakurê Kurdistanê rake, li başûrê Kurdistanê dest pê kirine.
Şoreşa Îlonê ku di sala 1961 ê de di bin serokatiya nemir Mele Mistefa Barzanî de dest pê kir, li herçar parçeyên Kurdistanê bû sedema şiyarbûneke neteweyî ya mezin. Vê tevgera neteweyî ya millî bandora domînoyê nîşan da û li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka netewî derxiste qonaxa nîqaş û rêxistinkirinê. Em dikarin bibêjin ku KDPT di sala 1965 an de bi ronahîya şoreşa siyasî ya çekdarî ya li Başûr hatiye avakirin. Terorkirina serokê partiyê Faîk Buçak piştî damezrandina partiyê, cînayeteke siyasî bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo nehêle Şoreşa Îlonê li Bakurê Kurdistanê belav bibe, hatiye plankirin. Bê şik armanca vê kuştinê ew bû ku tevgera neteweyî ya li Bakur bê rêber bihêle. Lê dewleta Tirk baş dizanibû ku bi cînayetek siyasî nikare pêşiya vê pêvajoyê bigire.
Peymana otonomiyê ya li Başûrê Kurdistanê ya 11 ê Adara 1970 an, weke berhema Şoreşa Îlonê, piştî Komara Kurdistan a Mahabadê destkefta herî mezin a Kurdan bû. Vê destkeftiya dîrokî li parçeyên din jî tevgerên netewî aktîv kirin. Ji ber ku tevgerên Kurdistanê baregehên xwe yên siyasî-leşkerî, derbasî başûrê Kurdistanê kirin. Tirkiye ji ber vê rewşê gelekî nerehet bû. Xebatên Dr. Şivan û hevalên wî jî di vê eksê de pêş ketine.
Şoreşa Îlonê ji bo pêla şoreşgerî ya cîlê 1968 an li Tirkiyeyê penageheke netewî ya Kurd li başûr ava kir. Şêweyê şerê Pêşmerge hêviya rizgarîxwaziya Kurdan zindî kir. Bi taybetî “Peymana otonomîya Kurd” a sala 1970 î diyardeya “cudaxwaziya Kurd” ku ji bo dewleta Tirk hêza herî xeternak e, anî rojevê. Dewlet Tirk plan dikir ku çepgiriyê wek rawestgehekî ewleyî bikar bîne da ku hest û ramana neteweyî ya Kurd pêş nekeve. Bi vê armancê dewleta Tirk bi awayekî plankirî fikrên çepgiriyê di nava ciwanên Kurdan de belavdikir. Her çend Kurdekî çep daxwaza“maf, hiqûq, wekhevî, edalet” bike jî, heta ku Kurdayetiyê neke ew bê zerar e. Ya ku dewlet ditirsand îhtîmala ku şiyarbûna netewî û statuya xweseriya li başûr derbasî bakur bibe. Diviyabû bi her awayî pêşî li vê pêla netewî-millî bihata girtin.
Rewşa Başûrê Kurdistanê ya erdnîgarî, civakî û çandî û girêdana wê geşedanên siyasî-leşkerî yên Başûr bi lez û bez bandora xwe li Bakûr jî dikir. Dewleta Tirk ji bo pêşî li vê bigire serî li rêyên leşkerî, siyasî û gelek tedbîrên din da. Aqlê kûr ê dewleta Tirk bi hişmendiya ku pirsgirêka Kurd xala wan a herî xeternak e, ket nava tevgerê. Derewa “Kurd tune” ya ku dewletê bi salan bi zorê li ser Kurdan feriz kiribû, bi peymana otonomiya Kurdan a li başûr vala derket. Dewlet bi vê yekê, ji bo rêlibergirtina her rêxistin û serhildanên Kurdan ên bê kontrol li Bakurê Kurdistanê, dest bi lêgerîna formulên nû kir.
Raguhezîna (transfer) Ocalan bo Qada Siyasî
Bandora şoreşa Başûrê Kurdistanê ewqas mezin bû ku dewleta Tirk bi paşguhkirina wê nikarîbû xwe bixapîne. Ji ber vê sedemê di destpêka salên 1970 yî de biryar da ku lêgerîna xwe veguhere sazûmanekî rêxistinî, da ku vê serhildana neteweyî ya Kurdan bişkîne û ji xeteriyê derxîne. Di dawiyê de, dewlet wekî axtepotan in; Gelek dest û baskên xwe hene. Li ser vê mantiqê, dewleta Tirk stratejiyek ji bo tayînkirina serokatiyek ji bo vê serhildana neteweyî-civakî ya Kurd di bin kontrola xwe de pêşbîn kir.
Di encamê de, dosyaya ku di odeya kozmîk a dewleta kûr de bi nîşana “pirr veşartî- nepenî” hatibû binavkirin, ji bo tayînkirina “serokê” tevgera siyasî ya nû ya Kurdî ji sindoqê hat derxistin. Bi vî rengî zayîna “Seroktî” ya Evdila Ocalan dest pê kir. Xortekî Kurd ê bihişmend ku bi salan di metbaxa dewletê ya binerd, dezgehê “ajansa fikrî” ya ser bi Mît ê ve xebitî, belavok belav dikir, afîş daliqand û di hemû xizmetên dewletê re amade… di nazara dewletê de cihê pêbawer kirinê bû.
Eleqeya wî ya bi derdorên neteweperestên Tirk re di dema ku karmendê daîreya tapo û kadastroyê bû, beşdarbûna wî di semîner û platformên nîqaşê de û gelek caran beşdarî konferansên serokê saziya fikrî ya girêdayî MÎT ê Refîq Korkud, Hasan Celal Gûzel û Fazil Kisakûrek dibû. Ev yek bes bûn ku Ocalan disozîya xwe li ber çavê dewletê îspat bike. Rojnameger – Nivîskarê Tirk ê neteweperest Ewnî Ozgûrel ku bi xwe şahidê wê serdemê bû, di hevpeyvîna ku di 27 ê cotmeha 2003 an de ji rojnameya Radikalê re bi Neşe Dûzel re kiribû, di derbarê Ocalan de wiha gotibû:
“Tê bîra min ew gelek caran diçûn Ajansa fikrî a ku di jêrzemîna avahiyek li Kolana Îzmîrê ya bajarê Enqereyê de bû. Ew xortekî di temenê me da bû. Dema ez diçûm ajansê min her tim ew (Ocalan) li wir didît. Ew xortê ku min di salên 1966-1967 an de li ajansê di dît, di şiklê wî li ber çavên min e. Bi salan min wêneyên Evdila Ocalan di medyayê de dît û min dît ku ew pir dişibe wî (Ocalan) xortî. Lê di sala 1993 an de dema ez bi Ocalan re rû bi rû hatim, min ji Ocalan pirsî: ‘Li kolana Îzmîrê ya bajarê Enqereyê cihekî bi navê Ajansa Fikir hebû. Dibe ku şaş tê bîra min, lê ji nişka ve tiştek hat bîra min û min wisa hîs kir ku min tu li wir dîti bûy. Ocalan: belê te rast dîtîye ew ez bûm, Lê ez ê piştî demekê vana ji raya giştî re vebêjim.”
Nivîskar Ugur Mumcu ku li ser têkiliya Evdila Ocalan a bi Mît’ê re lêkolîn kiriye jî wiha dibêje: “Tesadufên ku di memûriyeta Ocalan de rû didin: Ocalan ku lîseya Tapo û Kadastroyê qedandiye, di sala 1969 an de ji bo Midûriyeta daîra Tapo ya Amedê hat tayînkirin. Li gel ku ne pêkan e ku karmendên ku nû hatine wezîfedarkirin beriya du salên xwe tayînî bajarekî din bibin, Evdila Ocalan hêj sala xwe ya yekem bi dawî nekirî teyîna xwe bir daîra Tapoyê ya Bakirkoya Stenbolê. Piştre ji Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê derbasî (ku qanûnen çênabe) bê ezmûn derbasî Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê bû. Çîroka girtina Evdila Ocalan û berdana wî jî heye. Ocalan ku di sala 1972 an de ji ber belavkirina balavoka ya ji aliyê Dogu Perînçek ve hatibû nivîsandin, hati bû binçavkirin weke sûcdarê sereke dozgerê leşkerî xwest ku ji ber sûcên girîng bê cezakirin. Lê belê dozger bi hişyariya MÎT ê bi gotina ‘me xeletî kir’ Ocalan beraat kir.”
Ûgûr Mumcû, ji bo zalalkirina têkiliyên Apo û MÎT ê bi Serdozgerê Leşkerî yê wê serdemê Baqî Tûg re hevdîtin kir û ji bo bidestxistina wan belgeyan randevû girtibû. Lê hişê dewleta kûr a Tirk ji meraqa vekolînerîya ya Ugur Mumcu micidtir û deqîqtir bû. Ugûr Mumcû beriya hevdîtina bi dozgerê leşkerî Baki Tûg re pêk were ji layê kesên nedîyar ve hat qetilkirin. Ugûr Mumcû dema ku xwest kulûzê nepenîyên dewletê aşkere bike, hate kuştin.
Îdîayên Ugûr Mumcû yên têkildarî girêdana Ocalan bi MÎT ê re wiha ne:
“edaleta” darbeyê 12 ê Adarê bi qasî ku li hemberî Ocalan bi rehm û dilovanî nîşa dayî bû çi girtîyan nîşa neda bû.
Di dema darbeya 12 ê Adarê de ji Ocalan ji Wezareta Maliyeyê bûrs werdigirt, ev bûrs heya sala 1984 jî li ser nave Ocalan di hat razandin.
Babê Kesîre (jina Apo) Yildirim, Elî Yildirim kesekî dewletparêz bû, di dema serhildana Dêrsimê û piştî wê gelek caran bi Serfermandar qirker Ebdullah Alpdogan re hevdîtin dikir û bi têkiliyên xwe yên bi MÎT ê re dihat naskirin. Her wiha hat zanîn ku Elî Yildirim dem bi dem rapor dane Mifetişê Giştî yê dewletê Îbrahîm Talî Bey û Orgeneral Ebdullah Alpdogan.
Têkiliya Nepenî ya Karmendê MÎT ê Necatî Kaya (Pîlot) û Ocalan
Dema ku Ocalan di salên lîseyê de rastgirekî qayîm bû, kê ew kir çepgir?
Hêsaniya ku Ocalan di wergirtina burs (Pere), peydakirina kar, bi hêsanî tayînkirin û veguheztina di navbera fakulteyan de… ev yek ji bo eşkerekirina nasnameya Ocalan delîle kî bes e.
Lêkolînên ku ji aliyê hin rewşenbîrên Kemalîst ên Tirkiyeyê ve li ser “serokbûna” Ocalan hatine kirin, têkiliyên wî yên bi MÎT ê re eşkere bûne. Ocalan bi xwe jî têkiliyên ku bi MÎT ê re çêkiriye înkar nake, lê belê vê yekê weke jêhatîbûneke rêbertiya xwe pênase dike.
Di vê çarçoveyê de pêvajoya zayîna PKKê weke partî jî bi kesayet û helwesta Evdila Ocalan ve girêdayî ye. Ji ber ku pêvajoya bidestxistina nasnameya fikrî û rêxistinî ya beriya damezrandina partiyê weke “pêvajoya îdeolojîk” tê pênasekirin, pêvajoyeke ku karakterê PKKê diyar dike. Dema ku PKKe hîn di rewşa xwe ya embrîyo (afrînerî) de bû, ji ber van têkilîyên Ocalan yên tarî û veşartî tûşî nexweşiyên giran hat. Mixabin nexweşiyên ku ji ber rewşa sûbjektîf a Ocalan bi awayekî objektîf li tevahiya rêxistinê belav dibe, loma jî her dem û her roj bi berdewamî laşê neteweya Kurd tê jehrî kirin.