Di van rojên dawî de yek ji mijarên ku herî zêde hat nîqaş kirin, destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê bû. Lê wek her car miletê me kete nava xeyaleke romantîkî ya kûr û eslê meselê rast şîrove nekir û dîmenê mezin rave nekir. Gelek kes kêfxweşiya xwe anîn ziman ku Kurdek bûye walî û ev yek weke serkeftin binav kirin. Lê ya rast ew e ku di rêkeftina avakirina rêveberiya nû ya xwecihî li Kerkûkê de zirarmendê sereke Kurd in û yên serketî jî Ereb û Tirkmen in. Pirsgirêka me Kurdan ew e ku em hê jî bi hestyarî û romantîk mijaran dinirxînin û li rastiya bûyeran û encamên wan nafikirin.
Ji destpêka pirsa avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ve, heta niha çendîn hevdîtin di navbera Kurd, Ereb û Tirkmenan de hatine lidarxistin, lê ti encam jê derneket.
Çend roj beriya avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê, şandeke partiyên ereb ên Kerkûkê li Pîrmamê bi Serok Barzanî re civiyan. Ji Serok Barzanî xwestin ku parêzgarê Kerkûkê Ereb be. Lê Serok Barzanî ev daxwaz red kir û bi fermî ji şanda Ereban re ragihand ku Kurd li Kerkûkê xwediyê 7 kursî ne û piranî ne. Şertê me yê sereke ji bo her rêkeftinekê ew e ku parêzgarê Kerkûkê Kurd be û %32 ji postên Kerkûkê ji kurdan re bê dayîn û di nav de rêveberiya polîs û asayîşê jî hebe.
Piştî ku aliyên Erebî ji rêkeftina ligel PDKê bêhêvî bûn, bi navbeynkariya Qeys El Xezalî terorîstê daxwaz kiri ji aliyê Emerîkayê ve û çend kesayetiyên din dest bi danûstandinan li gel YNKê kirin.
Beriya niha çend caran YNK û PDKê behsa destnîşankirina parêzgarekî bêalî kiribûn ji bo Kerkûkê. Lê ji ber ku Rêbwar Taha yek ji aktorên xiyaneta 16ê Cotmehê bû, PDKê veto li ser wî danîbû. Lê piştre bi zextên serkirdeyên Heşdî Şebî, Bafel Talebanî li Kerkûkê bi aliyên Ereban re dest bi danûstandinan kir. Helbet ev tiştekî normal e ji ber ku YNK niha beşek ji Eniya Hîlala Şîe ya Îranê ye û hevalbendê milîsên Heşdî Şebî ye.
Di rêkeftina li Otela Reşîd a Bexdayê de ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya xwecihî ya Kerkûkê pêk hat, Kurd windakarê sereke ne. Kurd di hikûmeta nû ya Kerkûkê de kêmîne ne û piraniya postên xwe yên hestiyar ji dest dane. Ew postên ku berî xiyaneta 16ê cotmehê di destê Kurdan de bûn, niha YNK van postan daye Ereb û Tirkmenan. Li gorî beşdarên civînê, xalên ku YNK û aliyên din li ser li hev kirine, ji bo Kurdan şikestineke mezin e û ji bo Ereban jî serkeftineke dîrokî ye. Serkirdeyên Ereb jî wê rêkeftinê bi wê yekê pênase dikin ku tişta ku ji 2003an ve Ereb li Kerkûkê bi dest nexistine, bi rêya vê peymanê bi dest xistin.
Di berdêla wergirtina posta parêzgariyê Kerkûkê de YNKê hemû postên îdarî yên Kerkûkê daye Ereb û Tirkmenan. Tenê 6 post dê ya kurdan be. Parêzgarê Kerkûkê dê salek û 3 mehan li ba YNKê be, piştre bibe ya Ereban û herî dawî jî eger qebûl bikin dê bidin Tirkmenan. Xala metirsîdar a vê rêkeftinê ew e ku hemû postên hesas ên leşkerî, ewlekarî û îdarî ketiye destê Ereb û Tirkmenan, di nav de jî postê rêveberê polîsê Kerkûkê ku ji Ereban re hatiye dayîn û cîgirê wî jî Tirkmen e. Li gor rayedarê berê yê YNKê Mele Bextiyar, ji bo ku aliyên din li Kerkûkê dengê xwe bidin namzedê YNKê, YNKê li Xaneqînê ti postekê bi dest naxîne. Yanî YNKê Xaneqîn kir qurbana Kerkûkê!
Yek ji xalên ku di rêkeftinê de li ser lihevkirine ew e ku Pêşmerge û hêzên ewlehiyê venegerin Kerkûkê û Ala Kurdistanê li Kerkûkê neyê bilindkirin. Hemû Erebên ku bi tohmeta terorê di girtîgehên Silêmaniyê de hatine girtin jî dê bên berdan. Yanî YNK ji bo xatirê posta parêzgariya Kerkûkê dê terorîstên ku bi kuştina Kurdan û kiryarên terorîstî sûcdar in, azad bike! Ji bo piştrastkirina vê yekê jî hûn dikarin guh bidin daxuyaniya Parlamenterê Iraqê û rêveberê ereb ê Kerkûkê Wasfî Asî.
Yek ji mijarên herî hestiyar ku nehatiye gotûbêjkirin, serjimêriya nifûsa Iraqê ye ku di demek nêzîk de wê were kirin. Li Kerkûkê li hemberî kurdan wê lîstikeke pir xeternak were lîstin. Li gorî rêkeftina navbera YNK û aliyên din de, posta Rêveberiya Nasnameya Kerkûkê ji bo Tirkmenan hatiye dayîn. Ev yek di pêşerojê de metirsiyeke cidî li ser Kurdan li Kerkûkê çêdike, bi taybetî di mijara pêkanîna serjimêriya xelkê bajêr de. Lê heta niha kesî bi taybetî behsa vê rastiyê nekiriye. Lê dê encamên vê di pêşerojê de diyar bibin.
Tişta ku li Kerkûkê heye bi ti awayî nûnertiya Kurdan nake û tenê rêkeftina YNKê û Ereban e. Di demek nêzîk de dê encamên xirab ên rêkeftinê ji hemû aliyan re diyar bibin.
Di vê mijarê de ti partiyeke Kurdistanî piştgirî nedaye YNKê û hemû aliyên Kurdistanî vê rêkeftinê weke metirsiyek li ser Kurdan û Kerkûkê dibînin.
Terorîstên PKK’ê bi lez û bez propagandaya vê meseleyê kirin û ev yek weke serkeftin bi nav kirin, lê ya ku PKK dike ji ber wê ye ku PDK di vê peymanê de cih nagire. Ya rast ew e li ku derê Kurd têk biçin, PKK li wê derê wê serkeftinê pîroz bike. Ji ber ku ji bo PKKê her kesê ku di berjewendiya kurdan de kar bike û ji bo Kurdbûna Kerkûkê xebat bike ,PDKyî ye. Li vir dîsa PKK wek parêzvanê Peymana Sykes-Picotê tevdigere. Ji ber ku PKK rêxistineke terorîst e û berjewendiyên dagirkeran diparêze û tu eleqeya xwe bi Kurdan re nîne. 2 roj beriya niha Qeys el-Xezalî, serkirdeyê milîsên terorîstî yên Asaîb Ehlî Heq ji televîzyona El-Ahad re got: “Em ti carî bi PDKê re peymanê îmze nakin, ji ber ku PDK Îraqîbûna Kerkûkê qebûl nake û her dem di wê baweriyê de ye ku nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye. Lê YNK Îraqîbûna Kerkûkê qebûl kiriye, lewma me pê ra peyman îmze kir.” Ger em bi kûrahî li daxuyaniya Xezalî binêrin, emê bibînin ku PKK û milîsên terorîst di derbarê Kurdan û Kerkûkê de xwedî heman helwest û heman nêrîn in. Ev tiştekî normal e ji ber ku terorîst li dijî netewa Kurd piştgiriya terorîstan dikin.
Tişta ku YNKê li Kerkûkê kir, berdewamiya xiyaneta 16ê Cotmehê ye û em dikarin wê yekê wek xiyaneta 16ê Cotmehê ya duyemîn bi nav bikin. YNK rê li ber erebkirina Kerkûkê vedike. Bi saya YNKê Kurd li Kerkûkê roj bi roj lawaz dibin û hêza xwe li Kerkûkê winda dikin. YNKê ji bo posta parêzgariyê, xebata sedsalan ya netewa Kurd ji bo Kerkûkê firot. YNK bûye wek kompanyaya xaniyan û di nava 7 salan de 2 caran Kerkûk firot.
Di vî warî de, qaşo siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd dîsa bêalîbûn hilbijartin û hinek ji wan jî weke her carê ji bo berdewamiya populîzma xwe ya gemar, kêfxweşiya xwe anîn ziman ku karekterekî xiyaneta 16 Cotmehê bûye parêzgarê Kerkûkê. Siyasetmedar û rewşenbîrên cîhanê di van mijarên hestiyar de hewl didin rastiyê bi awayekî herî baş nîşanî gel bidin, lê qaşo siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd dibin şirîkê îxanet û berovajîkirina heqîqetê. Ji ber vê yekê girseyên bê hay ji vê yekê kêfxweş bûn û dîmenê mezin nedîtin.
Bi kurtasî rola Rêbwar Teha li Kerkûkê bi qasî rola Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li Bexdayê ye ku Kurd e. Kurd winda kirin û Ereb û Tirkmen jî bi ser ketin.
Dilovan Ali